Xewsê Nûranî
(1164 gotin) (4044 car hat xwendin) 
Çîroka Welîd Murad : Xewsê Nûranî
“Miço çi kir ? ”, ev pirs, mîna zengil hertim li ber guhê şêx dikir zimênî. rev û bazdan tanî bîra wî û dikre qolincek tirkî di ser dilê wî de. wisa jî xewn û bîranînên wî li ser hev dicivand in û kom dikir in. ew pêlên hizrên mijgirtî, lê dibûn têlên direhî û lê dihatin badan. heya nema karîbû xwe di nav wan de bilivîne.
Miço çi kir ?
Çaxê miço bû gur, sultan ji qurm radikir.
Li welêt çê dikir berberî; ferman li şêx û melan dibirî.
Hin bidar ve dikir in, hin jî sirgûn dikir in.
Şêxê me, ê ko navê wî xewsê nûranî, nema bawerî bi misto anî.
Loma, çaxê ker zirî û pê re bişkul firî, jê re nema girîng, ne musilmantî û nejî gawirî.
Wî xewsê nûranî, hertişt ji neynikê dizanî.
Xwe tenê tê de dît û hinga gav kir in şelît.
Ew şêxê bi nav û deng, pê ve şîn hat in per û çeng.
Bû ba û bablîsok, civand in hemî jin û zarok, tevna xwe jî pêça û rîsê xwe kir gilok.
Ji serxetê bar kir û xwe li binxetê bi cî kir.
Çaxê li jêr, navenda olî û tekî damezirand in, pêwendiyên xwe ji bakur ranewestand in.
Ev bû demek dirêj ko dûrî welat, jibîr kir in hemî burc û kelat.
Xwe ji aliyekî ve kenand, ji aliyên din ve xwe vezîland, bi kul û keser jî riha sipî hejand. Ji kerba dilberan, ji eşqa kezîzeran, welat li bîra wî hat.
Xem û xeyalê ew revandin, rabû li vê qûnaxê; Biryarên dîrokî sitandin :
“Min bêriya welat kiriye, warê bav û kalan, cihê murîdên dilovan. Ez dê herim serdana wan”, Bi rastî jî di dema dawî de, ev bûn hizr û ramanên wî.
rojekê xwe bi ser rê êxist û çû serxetê. murîdên deştê jî bihîstin ko, xews vegeriya ye. Loma, bi sedan hatin pêşwaziya wî. Dozkerên dîtina wî bi qeflan xurehan. Dilên wan tije hezkirin bû û destên wan di bin barên selikan de, westiyayî bû. Zembîlên tije libên mewîjan, gelwazên beniyê, topên bastîqê û seriyên helîlê. Te digot welatiyên wê êrdimê tevan dane ser pişta hevûdu û her yek ji wan dixwaze şêx bibîne û diyariya xwe jê re pêşkêş bike. Hin dibûn bi toz û hinan gazî dikir û li ber canê pêxember dikir in selewat. Sofiyên rihdirêj li ber erbaneyan bi cizbê diketin. Dibû qîr û him hima wan. Milet linavhev diket. Heger ax hati be dêran, ew ne dighîşte ser rûkê zemînê.
Bidestketina armancên wisa û di wan mercan de, pir çetin bûn. loma hinan ji wan, xwe hildidan û di dilên xwe ên guvaştî de, hêvî dikirin, bi tenê hema çavên wan li bejna wî bikeve. Bêguman, wê çavên wan bi ronî bibe. Wê ji wan re bibê mîna ko, buhuştê bi destê xwe diêxin û di jiyana xwe de dibin serdestî. Bi wî şêweyî û ta wê astê dîtina wî dinirxandin. Lê tihna wan nedişkest. Çaxê xwe di ser serê hev re hildidan jor û awira wan lê diket, hinga bi hawar, gazî wî dikirin : “Şêx...şêêêêêêx, em gorî te ne looo,....ha ..ha, ji te re , helîl...helîl.”
Wisa jî virênî jê tanîn û ew seriyên helîlê ji şêx re tavêtin; Li textê sînga wî dixistin. çaxê xwediyên bastîqê dibihîstin, wan jî mîna xwediyên helîlê dikir in. Hinga haya xwediyê beniyê ji meselê çê dibû, wan jî gelwazên xwe bi halan û lîlan li sitûyê şêx digerand in. Wilo dikirin ta radeya ew di nav girekî ji helîl û bastîq û beniyê de dihişt in.
Berî roj herê ava, mazûmvanê şêx ji wan daxwaz dikir, da ji hev belav bibin :
“ gelî mirovan ! Herin malên xwe û sibe dîse win dikarin werin. Çimkî şêx dixwazê hinekî xwe vehesîne. Hêêêê....ê, win gaziya min dibhîz in?”, Lê qîra wî li ser dîwarekî kher, dibû vedeng û dîse lê vedigeriye.
mirovên riyên dirêj birî bin. ên ko xizaniya xwe, li sitûyên xwe rapêça bin û hêviyên xwe kiri bin mîna berbejnekê, û bi ser qam û qilafetên xwe de, berda bin. Li ser wan ne asane ko, wisa bi gengasî bizîvir in. Bêyî dîtina şêx û pêşkêşkirin diyariyan jê re, hedanî bi canê wan nakeve û nejî miradên wan pêk tên. Nemaze, çaxê hîna li malê, biryarên xwe sitandi bin ko, şevekê li ber deriyê wî bibûrîn in û çavên xwe bi roniya wî germ bikin. Bi darê zorê, hem bi zirt û qerebalixê, heya ew ji wir kirin der.
piştî nimêja mexrebê, şevbuhêrka şêx dîse dest pê dikir. Lê vê carê ne ew xizan û belengazên guhê gundan bûn; Mîna ên danê sibê. Lê ew dewlemend û bajarvaniyên wê navçeyê bûn. Her yek ji wan dihat; kurtedemekê dima û hevdîtinek bi şêx re lidar dixist. Di pey re şêx tene tene, pê re diçû devê derî. Ên dewlemend jî, devên xwe dibirin ber guhê wî, û çend gotinên kurtepistî jê re bidar ve dikirin. Destên xwe jî berdidan birîka cibê wî û hinek dirav ji nav tiliyên xweyî hevrimêşî, hildiweşandin. Heya şev bi derengî dibû. Gelek ji ên vî nifşî dihat in û diçûn. Çaxê di dawiya wê nîvşevê de, derfet ji şêx re çê dibû. Mîna mû, xwe ji civatê vedikşand û diçû çend mal lihev dixist in.
Şêx di vê gerê de, Pêvajoyek bi stêrik û qoseqer diafirand. Heya ko, xwe tê de, mîna qehreman û lehengê destanekê, didît :
Çaxê şeva me qar bû û barê hêştiran kar bû.
Wî digot :
“ Bi navê xwedayê dilovan û mehrîban.” , yaho heya gaziya wî digiha asman.
Dibû birûsk û pêt û wisa gav li pey gavê davêt.
Tenûr li taran dihimhimîn, û çavên jinan diqerimîn.
Ti xeml û xêzên bûkanî, diman li benda xewsê nûranî.
Lêv li ser lêvan dimizmizîn û sitêrik li asman diçûrisîn.
Dibû req reqa tavan û çêlkew diket in davan.
Gotinên xwedê û pêxember, şeva zîz dikir in kesk û zer.
Dibû xuşên û mişên bi xelatên tirgal û satên.
Rojek li vir, şevek li wir, heya çirra qurm dibir.
Roja vegerê, bi hezarên murîdan dan dûv wî. Li pey wan jî, turimbêlên barkirî ji hemû nifşên xelat û diyariyan hebûn. Tevan bi hev re berê xwe dan sînorê serxet û binxetê. Li ser sînor jî, bûkek xemilandî û nuxumandî bi hemû xemla xweyî keçkanî li benda wî bû.
Li wir şêx bişirî û xwest xatirê xwe bixwaze û wê ahenga qeşeng bi dirazekê bi dawî bîne :
“ Bi saya xwedê û komara turkiyê, em di nav vê xêr û xweşiyê de ne. Xwedê nevî û nevîçirçirkên mustefa beg, ji ser serên me hilneyînê. gelî ummeta pêxember ! Ko selewatên xwedê li ser bin.”
Cemawer jî tevan bi hev re gotin :
“ Aaaaamîîî......în ”
Bi vê amîna dirêj re, şêx rabû sînor derbas kir û kete nav miletê binxetê de.
Elmaniya, 22.08.2003
Çîroka : Welîd Murad
Welîd Murad http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
|