Di Navbera Demoqrasî û Diktatoriyetê de ..... !
(2968 gotin) (4087 car hat xwendin)
Di Navbera Demoqrasî û Diktatoriyetê de ..... ! Piþtî cenga cîhanî a duwemîn di sala 1945 miletên ereb ji bi nîrê dagîrkeran rizgar bûn û qaþo welatên serbixwe ava kirin û rêjîmên niþtiman di wan de bûn desthelatî.
Di wê demê de jî di cîhanê de nemaze li ewrûpa gelek welat ji bin destê rêjîmên diktator derketin û gelên wan rizgar bûn nemaze ji bin destê ( Nazî li Almaniya bi fermandariya Hitler, Faþîst li îtaliya bi serokatiya Mosolînî ) , lê piþtî wêrankirina bingehên þehrestaniyê di wan de. Miletên ewrûpa serê xwe ji nav xweliya cengê rakir in û bi saya partiyên niþtimanî di demek kin de karî bûn xwe bighêjin qûnaxek pir li pêþ bi taybetî di warê avakirina civata demoqrasî de û herweha di warê pîþî-teknolocî de, ji kesî jî nayê veþartin nav û dengê wan di parastina mafê mirovan de, azadîya dezgehên ragiyandinê bi hemû cure û nefþên xwe ( Telefiziyon, Radiyo, Kovar û Rojname ), komelên sîvîl ên serbixwe, mafê xwepêþêndanê, dadegehên serbixwe, azadiya peyvê û nêrîn in têvil. Kesek nayê girtin û nayê zindan kirin ji bo raman û çalakiyên rêzanî an ji bo rexnek dijwar li ser berpirsiyarekî rêjîmê, mafê çandî ji her netwekê re parastiya nemze axiftina bi zimanê zikmakî, di vê çarçewê de wek nimûne li Belcîka sê zimanên serekî hene Holendî, Almanî û Feransî li Siwêsira jî çar zimanên serekî tê de hene û heft netewên bi taybetmendiyên xwe bi hev re dijîn, kes nikare ê din qedexe bike...û heya bi dawî.
Mafê xwendinê bi zimanê zikmakî ne tenê ji milet û hûrgelên wan welatan re heye lêbelê ev maf ji biyaniyan re jî heye, penaber û kesên kocber jî.
Tiþtê balkêþ mirovên gunehkar di civakê de sezayê wan di dadegehan de li wan tê birîn, ew biryarê dadegehê û fermanrew ji derveyê zagonên mirovantiyê û ê komelên mafên mirova afirandine dernakevin, sezayê dijwar wek bidarvekirina mirov an iþkencên din tuneye, wek em li gelek welatê Ereba dibînin ( dûlab, kursiyê Almanî, ciryan, bisat al-rîh, mirîþka biraþtî, îdam, kuþtina bidizî û windabûna kesa di zindanan de ), hemû kes wek hevin li ber deriyê dadgehê, kurê mîr û wezîr an ê þivan û gavan, kurê axê an serokeþîr, karker, cotkarî û peyayê rêjîmê tev bi yek darî tên ajotin û di yek wekheviyê de dijîn, çêra bertîla ji xwe nayê kirin û ji bavê yekî zêdeye ku hemwelatiyekî têxê bin tirsê de ji bo hinek dirava jê biçesibînê wî çaxî bi berstika wî tê girtin û seza lê tê birîn di dadgehê de.
Ev rastiyeke darî çavê herkesî ye, mere karê li vir nasbikê ûþta pêþketina welatên wan û xurtbûna giyanê niþtimanperweriyê di nav gelên wan de, çaxê gel jî hez ji welatê xwe dikê, ew welat tê parastin bi hezkirina wan, li vir yekîtîk durust û bi hêz tê afirandin, îcar ti bêbav nikarin careke din mafê çarenûs ji dest wan bigir in, miletên Ewrûpa her tim dimênên þiyar û her bi pêþ ve diçê.
Lê çaxê em werin li rojhilata navîn temaþe bikin, li wan miletên ku ew jî bi Ewrûpiyan re rizgar bûbûn ji bin destê kolonîyalîzmê, ez dixwazim di vê çarçwê de bi tenê bênim ziman ka rêjîmên welatên Erebî bi çi rolê rabûne û çi bandor li ser gelên xwe hiþtine.
Em ji bîr nakin bê goman wan cihêwaziyên di navbera gelên rojhilata navîn û ên Ewrûpî de, nemaze di warên : ( olî, êlî, civakî, piskolocî de.....û.hd.), helbet rolek bingehîn ji wan re heye, lê ta çi qûnaxê giringî û rola van tiþta di pêþketina gel de an wî çiqasî amade dikê ji guhertina re ? Ev pirs, hinek pisporên vî babetî karin bersivê bidin û lêkolîna li ser çêkin.
Ji bo rewþa rojhilata navîn wek nimûne ezê du welatan ji nav veqetînim ev welatên ku beþdariya wan di gelek bûyerên herêmî û herweha ên cîhanî de jî hebû, ev herdû welat ku bi navê ( komara îraqê û dewleta Sûrî ne ) teybetmendiya wan ji ber van xalên jêrîn :
1 - di salên þêstî de partiya bees li wan bûye deshelatî, rêjîma wan 35 sala berdewam kir li îraqê û hîn li Sûrî hîn jî di dûmîne, ev partiya ku xwe pêþkêþ dikê wek pêþeng ji gelê Ereb re.
2 - Herdû endamê neteweyên Hevgirtî ne ( UN ) ji çaxê serxwebûna wan ji Feransa û Birîtaniya û dûmahika cenga cîhanî a duwemîn.
3 - Ji endamên serekî ne di civata welatên Ereban de.
4 - Bingehek abûrî xurt di wan de heye, nemaze duhnê reþ ( betrol ),
5 - Jimarek mezin ji hemwelatiyan di wan de heye ku dibê hêzek ji bingehên aborî re û bi pêþ ve dibê.
6 - Tiþtê herî giring ithniyên têvil di herdû welata de hene ( Ereb, Kurd, Aþûrî, Kildanî turkûman, Armen, û ji ola musilman, fileh, Êzîdî jî di wan de hene ) ku girêdayî ne di koka xwe de bi peymanên koloniyalîzmê ve ên kevn û ên nuh ji alî dagîkeran ve li ser rojhilata navîn bi kar anîn e.
wek : ( Saykis-biko, Lozan, sîfir û ên awarte di navbera kemalîstan û Feransa de....û h.d.), encama van peymana ew bû ku miletê Kurd û du parçê Kurdistanê ketin bin destê rêjîmên Ereb de û ji mafên netewî bê par man nemaze mafê çarenûsî.
Lê bê goman sedemên dîrokî din hene, ji çaxê êrîþê leþkerê musilman ên bi navê belakirina Ola musilman a ku girtibûn ser kurdistanê di sedsaliya hefta de piþtî zayînê ta qûnaxa imperatoriya Osmanî û di pey re koloniyalîzma nûjen ji alî Feransa û birîtaniya ve hiþtin miletê kurd hêdî hêdî mafê xwe wek netwek serbixwe wenda bike, herweha kurda jî tekoþîna xwe ne rawestandin û destên xwe di ber xwe re ne berdan, gelek serhildan û þoreþ afirandin, lê vaye sedsaliya bîst û yekê ye hîn tê jimartin ji miletê bindest.
Di salên þêstî de ji sedsaliya bîsta partiya Be´es li Sûrî û îraqê bû deshelatî, bi dîmaxociyet û bangê sexte xwe kirin bavê netwa Erebî, lê ka wan çi bandor li ser gelê xwe û hûrgelên bi wan re dijîn hiþtin ? An Sûrî û îraq gihandin kîjan qûnaxê ?
Wek em dizanin gelê kurd bi bin pê bû û hat perçiqandin ji destê nejadperesta, li Baþûrî Kurdistanê hemû awayê setemkariyê ser miletê kurd bikar anîn, ji zindankirinê, bidarvekirinê, enfalkirinên di salên 1988-1989an de ( 182.000 kesê kurd ji jina, zaroka, kal û pîra hatin veþartin di goristanan de) , ta çekê kîmawî li ser wî bi kar anîn, di helebça de 5.000 mirovên kurd bi kîmawîbaranê re canê xwe wenda kirin bi deh hezaran cihê xwe berdan û li welatên derdorê bûn penaber ji ber hovîtiya beesî ye, xwestin hemû rengê þehristanyê wêran bikin û kurdistanê Ereb bikin.
Vê rêjîmê þerekî heþt sale dijî gelên Eyranî kir tê de bi sedhezaran mirov hatin kuþtin, herweha êrîþek bir ser dewleta Kuweyt a Ereb û dagîrkir, dewlet û gelên rojhilata navîn kiþandin ser devê volkan û þerekî cîhanî vêxist di destpêka salên notî de bi destê hevpeymanan hat rizgar kirin, di pey re raperînek gelêrî li baþûr û bakurî Îrakqê dest pêkir da gel azadîya xwe bi destê xwe bixe lê carek din rêjîma hov bi çekê kîmawî û bi firoka û çekê giran êrîþî ser gel kir, du milyon kurd ji cih û warên xwe barkirin, herweha nêzîka sed hezar ji miletê Ereb ên þîeyî jî hatin kuþtin ji alî beesîye, encama vê yekê hiþt netewên yekbûyî biryarekê di derbarî Îraqê de derxin, du xêz li nexþeya îraqê xistin baþûr û bakûrî wan li firokê rêjîmê qedexe kirin û herêmek parastî ji kurda re çêbû, bû destpêka azadiya kurda li baþûrî Kurdistan.
Piþtî bûyerên ku li Emrîka çêbûn di 11ê êlûnê de berê cîhanê hat guhertin û þer dijî terorist û hova li darxistin , gava pêþî dest bi Efganistan kirin, hêlîn in teroristan li wir xirakirin, ên wek Binladin û tevgera wî Al-qayîde pê re rêjîma Taleban, ev terorist yekser berpirsiyar bûn di ber bûyerê 11ê êlûnê de, lê destê rêjîma Îraqê jî bi wan re hebû, loma piþtî du salan ji Efganistan û bi biryarên UN carek din hevpeymanan doza xwe kirin ku rêjîma Îraqê çekê qedexe li cem xwe iþkere bikê lê serê xwe hiþkir, li vir hevpeymanan bê çare êrîþî îraqê kirin û dongî ye partîya bees anînîn , baþûrî kurdistanê jî bi giþtî azad bû, îro jî perlemanê Kurdî heye û biryara wê ji sala 1992 bi avakirina welatekî fedral û demoqrasî heye, ji bo gihiþtina vê armancê bê goman kar û xebatek dijwar jê re divê, bi saya herdû partiyên kurdistanî ên sereke partî demoqratî kurdistan PDK û yekîtî niþtimanî Kurdistan PUK gavên giring tên avêtin.
Partîya bees li Sûrî jî got : Emê yekîtîya welatê Ereba çê bikin, felestînê rizgar bikin, azadîyê ji gelê Ereb re pêkbînin û rêjîmeka sosyal û dadmend damezirînin.
Bi vê dîmaxociyetê xwe pêþkêþ kirin û rehên xwe di nav gel de dirêj kirin, lê ên li van armancan bigere divê xebatekê jê re bike, çaxê em li 40 salên wan temaþe bikin tê xuyanî :
1. Civak bi þûn de hiþtin xwegirtina bi hiþê êlî û malbatî di nav gel de ma.
2. Ti zagon ji bo azadiya karê rêzanî û damezirandina partiyên siyasî dernexistin û her kesê bi hiþ û ramanên xwe ne wek wan bûn bi çavê sor li wan nerîn.
3. Dezgehên ragiyandinê bûn dengê beesîyan bitenê bi hêz êrîþî mejyê gel kiribûn bi pênûsên ji jehrê ew dezgeh man meydan ji xwefiroþan re û ji çavpehnan re wek çekekî bive li hember gel bikar anîn, jiyana ramyarî bû qurbana îdolociya bees a þofen, rê li ber hemû ramanên têvil dibirîn û ne ji bo bi serkevin , ne hiþtin ti rojname, kovar, radyo, televizyon ên serbixwe bên weþandin an partiyên din bi rengekî iþkere wan derxin. Ev armancên han di riya hêzên ewlekariyê û polîsan re pêkanîn, xwestin çavên milet biþkînin û wî bighînin rewþek lawaz.
4. Hêza leþkerî, polîs û esayîþ ku qaþo hatibûn avkirin ji bo parastina Sûrî, mixabin bûn ên malbata û ên taybet ji bo rêjîmê dijî gel
5. Liq û cureyên hêzên ewlekariyê û ( muxaberata ) li hemû parêzgeh û herêmên Sûrî belavbûn, guhbel di nav gel de çandin û karê wan bû zindankirina welatparêzan û binçavkirina wan.
6. Bi sedan ji bo nerînên xwe hatin zindankirin ji wan hêzên hatin qedexekirin ji alî rêjîmê ve wek tevgera kurdî, Al-emal Al-þûiî, ixwan, Felestînî, Asûrî.....û hwd.
Kesên xuyayî demên dirêj di zindanên wan de man wek ( Ruyad Al-turk ji partya þû’î, ji tevgera kurdî Xalid Meþayix, Ebdela mele Elî, Dihamê Mîro, Kemal Derwîþ, û ji bilî wan bi seda jî hatin girtin nemaze piþtî salên notî,wek nimûne Mehmûd Cemîl, Faris Xelîl........û hwd, ji komela mafên mirovan Aksem Niwêsa, û ji çalakdarê civaka sîvîl Arif Delîla, Riyad Sêf û bi sedan ji bilî wan ) ev kesê hatin zindankirin bi gelempêrî niþtimanperwerbûn û xebata wan zelal bû û ji ber mirovantiyê dikirin.
7. Mafê xwepêþandinê bi giþtî li sûrî qedexeye, wek nimûne çaxê ji bo cejna newrozê hinek mirovên Kurd di salên heþtêyî de li bajarê þamê bi rengekî aþtî doza derketina çolê û lidarxistina ahengekê, encamê wê xwepêþindanê agir berdan sînga kurda û nemir Silêman Adê bi destê qirêj hat kuþtin.
8. Damezirandina komelên serbixwe ên mafên mirova qedexe e.
9. Her evserekî ji hêzin ewlekariyê karê biryara zindankirina gelek mirovên bêguneh bistinê bê mafên dadegehî bide girtiya.
10. Pirsgirêka hûregelên li Sûrî ma ne çareserkirî û miletê kurd ê jimara hemwelatiyê wî di ser du milyonan re ye ji mafê netewî ma bêpar, kultûr û çanda Kurdî ziman û jiyana civakî ên kurdî di destê nejadperestan hatin talankirin û perçiqandin, dengê miletê kurd ji dezgehên ragiyandinê bi hemû awayan rê lê hat birîn, rêjîma bees hewl da ku kurda dûrî hunerê bikê û ew di insitûtê hunrî de ne dipejirandin ne jî riya radyo û Tv an li ber wan divekir, lê tiþtê herî bi gemar ew projeyên þofînî ên awarte dijî gelê kurd li parêzgeha cizîrê pêk anîn û dest bi Erebkirina hawîrê kurda kirin:
a - Serjimartina awarte di 05.10.1962 an de ku di encama wê de nêzîka 200.000 mirovên kurd ji nasnama û ji mafê hemwelatiya Sûrî û mafê sîvîl man bê par, ev kesên kurd bi navê biyaniyan (ecnebî) dan xuyakirin.
b - Kembera Erebî: di dirêjiya 350 kilometrî û ferehiya10-15 kîlomitran de sih û sê gund ji Erebên tebgawî re ava kirin, erdê çandiniyê ên herî baþ û çak di herêmê de ji Kurdan sitandin û dan wan Ereba, kurd man dîl di gundê xwe de bê kar û çandinî, bar li milê belengazan girantir bû û neçar man ji koçberiya derve û hundurû re, hin çûn bajarê þamê û Dêr al zorê ji astengiyên aborî û tunebûna kar da zarokên xwe xwedî bikin, hin bûn miþextî li Ewrûpa û derdora wê, ev jî yek ji armancên nijadperestên bees bû ku Kurda û jimara wan di herêmê de kêm bikin û Ereba di þûna wan de cih bigrin.
c - Erebkirina navê gundê Kurda an guhertina navên kevn li seranserî hawîrê Kurda.
d - Qedexekirina zimanê Kurdî ê nivîskî di dibistanan de û ne jî hiþtin di rojnema û kovara de bi rengekî vekirî di nav gel de belav bibe, çapemeniya kurdî ma di quncikên tarî de.
e - Ji bo raya giþtî ji a derve berpirsiyarê rêjîmê didin xwiyakirin herwekî Kurd di Sûrî de tunene û ne jî pirsgirêka kurdî li cem wan heye, çavên xwe ji hebûna miletê Kurd digrin û taybetmendiya wî na pejirînin.
f - Rê li ber kurda girtiye di fermandariya dewletê de nemaze di warê leþkerî û siyaseta derve de wek karbidesta di balyozxanê Sûrî de li derve.
g - Di warê aborî de herêma Kurdî gelekî li paþ hiþtin ji ber ku ew ti fabrîke li herêmê ava nakin û ne jî rê li ber divekin, tim astengiyan û keleman jê re çê dikin.
i - Ta niha ti zanko û kolêc di nav kurda de ava nekirine, ev jî sedemek giring ku gelek keç û xortên Kurda nikarin xwendina bilind bidûmînin.
Nexþeya Sûrî bi vî rengî tê berçav.
Mafir welatparêzên welat cihê wan bûn zindan û cemawerê wan bi tariya nezaniyê dorpêç bû, an kocberî bû para wan, welat bi hêviya diz û çavpehna ve ma, wê çawa welatê me azad bibe û riya pêþketinê bigre.
Ev 40 salin em dinalin di bin zilm û zora wan de, ev 40 sal welat didoþin û bêrîkê xwe dadigirin ji ked û xuhdana gelê Ereb, kurd û hûrgelên din. ne Colan rizgarkirin, ne Felestîn vegerandin, ne civakek paqij avakirin, ne yekîtiya welatê Ereban pêk anîn, ne bingehek aborî danîn, ne sosyalist me dît û ne jî dîmoqrasî.
Miletê bi vî rengî bê xesandin wê çi rola wî hebê ? an wê çi karibe ji xwe re bike, gelo ev aqilmendiyeke ku dikin ? Ma mere nikare ser wan bibêje ew wek tebayê ( neama ) ne serê xwe kirin bin qûmê de û qûna xwe ji cîhanê re belbelot hiþtin e, piþtî hilweþandina rêjîma bees li Îraqê bere rastiyê bi çavên xwe bibîn bê berê miletê xwe çawa dan gurandinê û ê welat dan wêrankirinê, peþkê qirêja wan li nav çavên gelên cîhanê ê dûr û ên hawîrdor ketiye, ji niha û pê de þermek pir mezine êdî milet ji derewên wan behwer bike an ji dek û xapên wan sûd bigrê, çaxê ji raya giþtî û cihanî re didin xuyanî kirin ku serok wezîrekî nû wê were û kabînak din tê damezirandin, an veger yekî wek Heysem Menah ku dijî wan bû wê rûyê wan sipî bibe an sextê wan wê bibin rastî û navê demoqrasiyê li wan bike, mixabin kes ji wan behwer nake, îro tîrêjên rojê li hemû cîhanê belav bûn e dezgehên ragiyandinê ji destê diktatoran derketine, ew tariya ku afirandibûn û milet di nav de hiþtibûn hatîye çirandin bi saya ( telefon, qenalên azmanî û a herî giring û hêsan internêt ) ku têkilî û pêwendî di nav mirovan de li seranserî gok û groveriya erdê çê kiriye.
Ev rewþa ne xweþ ev partiya dîrok bi qirêj di ber de berpirsiyare lê miletê rojhilata navîn û fermendarê wan jî jê nayên þûþtin, ma ne þerme ji sêsed milyon Ereb re ku ev setemkarî li ber çavên wan çê dibin ti helwestê giring di derbarî pirsgirêkê de ku mere sûd jê bigre nedan.
Ma ne þerme ji wan kesên bi biratiya misulmatiyê devên xwe heya dawî divekin ku miletê kurd ê musilman bi çekê kîmawî tê fetisandin û þewitandin bi destê birayê musilman û kes ne leqiya, gelo ma ev çi biratî ye? Ne wek a rovî û quling e ?
Dawî mere dighê encamekê wilo ku miletê Ereb jî miletekî ne azad e û ji ber vê ûþtê jî nikare azadîya hûrgelan jî di nav xwe de bipejirîne, miletê Ereb ji dehê salan ve bi destê rêjîmên leþkerî û nijadperest hatîye perwerde kirin, çareserkirina pirsgirêka me û wan di avakirina demoqrasiyêde ye û ji ber vê yekê jî qurbanî divin.
Almanya Braunschweig, 11. 09. 2003 - 21. 11. 2005
Ev nivîs da 11. 09. 2003 da hatiye nivisandin û di dema 21. 11. 2005 da di malpera Xoybunê da hat weþandin
Welîd Murad http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
|