JÝ BÝNEMALA MÎR BEDÝRXAN KAMÝL MÜÞTAK LÝ BERXWE DÝDÊ !
JÝ BÝNEMALA MÎR BEDÝRXAN KAMÝL MÜÞTAK LÝ BERXWE DÝDÊ ! Kurdistanîyên hêja ! Kamil MÜÞTAK nexweþe, di halekê tengdeye li berxwe didê. Di sala 1938 de li gundê MÎR BEDIR-XAN ko girêdayî bi CIZÎRA-BOTA veye li CINIBR (Yeþilyurt) Ê hatîye jîyanê.
Esîlzade ye, ji binemala MÎR BEDIR-XAN e. Kûrê SADIQ`ê Evdile-Xan`ê Teter-Xan`ê Mikayil`ê Seid-Xan`ê ……Evdile-Xan`e. Evdile-Xan bavê Mir Bedir-Xan`e.
Sadiq di sala 1890 ande li ser axa bavûkalên xwe li CINIBRÊ hatibû jîyanê. Bavê wî 14 jin anîn ew kûr bi tenê hebû. Di sala 1976/09/16 de li CINIBRÊ li ser axa xwe ji jîyanê bar kir.
Gelek caran bibû firar, mehkûm û girtîyê Romareþ. Gelek wêne û belgeyên malbatê liba wî hebûn. Wexta sala 1938 piþtî þoreþa DÊRSIMÊ hatibû girtin, pîrka mi Heznî ji bo ew belge nekevin dest dewletê þewitandi bûn.
Têkilîyên bapîrê mi Sadik û pismamê wî Bedî ê Teter-Xan bi Pismamê wan Celadet Emîn Alî Bedir-Xan û birayê wî Kamuran Bedir-Xan re jî her hebûn. Wexta ko dewleta Surî di dest Firingse de jî bapîrê mi û pismamê wî Bedî mehkumbûn liba Firingse bûn. Bedî tevlî serhildana ÞÊX SEÎD jî bibû.
Bapîrê mi û Þêx Ebdirrehmanê Garisî hevdîtin kiribûn hinek belge di nav belgên wide þewitî bûn. Têkilîyên wî bi Barzanîre jî xweþ bûn, çend caran kara xwe kir ko bi rêya Qadowê Îsa herê ba Mistefa Barzanî lê pêknehat û heya ji jîyanê barkir ma kûl pêre. Qadowê îsa jî ji mire di got.
Her wextî keder û kûlên bapîrê mi serhatîn, serborîn û serketinên malbata wî Mîr Bedir-Xan bûn û pir hesasbû, bi nava gûnd diket þekir didan zarokan di got ‘ev zarok pêþeroja me ne”. Bi mere dirûniþt behsa dijminê Kurd û Kurdistanê dikir, zerer zîyanên dayîn malbatê þîrowe dikir.
Hercar di xilaseka axiftinên xwede di got ”Rih dibin bost lê dijmin nabê dost”
Ko dima bi tenê jî dest bi sitranên ko di koçka bavûkalan de hatibûn gotin distirand. Ez piþtî ko bi dotmama xwere zewicîm li ba bapîrê xwe bûm. Dengê wî gelek xweþ bû, sitranên wî kevin bûn, ne di xwest kes dengê wî bike û berxweketî bû. Mi xwe xalî dikir gûhdar dengê wîyê zîz ko tijî kûl û kederên malbata wîya giranbiha dikirin.
Piþtî sirgûna malbatê kesên ko ne dilxwazên mebûn di gotin “Mala dûv qûtbûyî nema bi qelin bûne bela dinya yê”
Bi taybet wexta Mistefa Kemal, Ismetê Ker û ko sîyaseta sosoyalîstan derket bi hênceta sîyaseta karker û sîyaseta dagirkeran firsetên êrîþan liser binemalên weke malbata me giranbiha, welatparêz, neteweperwer bêhtir çêbû û dagirkeran ji vê gelek feyde dîtin.
Bapîrê mi Sadiq 4 kûr û 2 keç hebûn, Ebdurrehman kûrê mezinbû, bi nave Ebdirrehman Alî Bedir-Xan hatibû bi nav kirin, 19 salî zewicî piþtî 2 heftan bêwêrt ji jîyanê barkir, nihajî birayê mi yê mezin bi wî hatîye bi nav kirin. Navên binemala me bi teybet yên malbatê ne. Ramazan niha meznê malbatê ye, 6 kûr û 3 keç hene, ez jî kûrê didowa me. Kûrê sisêya Silêman e, 7 kûr û 4 keç hene. Nurê ya çaraye, 22 salî ji jîyanê barkirî ye, bi navê Miheme Nurî kûrek hebû û bi encama sîyasî Roma Reþ di sala 1983/09/16 de ew di sînorê Tirka û Surî de li gûdê Baziftê þehîd kir. Keça mamê mi Kamil Nurê bi wê hatîye bi navkirin û bermalîya min e. Hibab ya pence ye, 13 salî bêwêrt ji jîyanê barkirîye û xwîþka mi bi wê bi nav bûwe.
Kamil MÜÞTAK kûrê herî kiçike, 4 kûr û 4 keç hene. Kesekî weke hemû endamên malbatê xwedî soze, li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî xwedî kîn û inyade. Ticara kêmasî li welatparêzîya xwe nekir ye, nerazîbûna xwe li dij dijminê Kurd û Kurdistanê her wextî eþkere dikir. Bi dehên cara hate girtin xwe bi qarekter û þerefa xwe di parast. Wexta ko dijminan ew digirt ji bo girtîyan jî dibû sebir û cesaret.
Mam û xezûrê mi bû, ko çiqas dijmin li mi di gerîya, wexta ko ez bi dest dijmin neketam gelek kes ji malbatê û gûndîyan jî di hatin girtin, lê mamê mi Kamil girtîyê bê dor bû. Ji alîyê dagirkeran ve weke kesekî xwedî welatparêz û þoreþger dihat naskirin.
Ji sala 1959 û pêde hevalbend û dilxwazê Barzanîyê nemir bû. Di salên 1959 de li Cinibrê bi komeke kêmkes “Newroz” bi Find û çira pîroz dikirin.
Ji xizmeta welatê xwere her wextî amade bû, rihsivik bu. Bi mire gelek xizmet kirin, bêdengbû sirên xwe ji kesîre iþkere nedikirin.
15 sala berpirsîyarîya gûnd kir, di nava gûnd de li hemberî serokê qiþla leþkerê Tirk derket. Piþtre Ebdirrehmanê kûrê Eshed Alî Bedir-Xan ew serleþker kûþt û çû ket nav hêzên pêþmergê Bazanîyê nemir de.
Zilma ko dîrokên salabû bêdeng li ser Kurd û Kurdistan dihat kirin bi bûyera gûndê Cinibrê cara yekemîn hate berdestê dewletên YE cîhanê û cîhan bi bûyerên li Kurdistanê dibûn hate þîyarkirin.
Di vê berxwedaanêde mamê mi Kamil kesê herî giring bû, þaþ nebû, li serxwe sekinî bû, mi çi bida pêþya wî bi mirina wî jîba dikir, di piçûkayîya xwede dijmin naskiri bû , ji dijminê Kurdistan û gelê Kurd bi inyat bû perwerda bav û kalan bû.
Roja ko buyera Cinibrê bûyî mi mamê xwe û çend kes vexwendinî ba xwe kiribûn, mi xwest ko dawe bêvekirin, bênîqaþ, bi cesaret, bi bawerî li piþt mi sekinî û gav neda paþ.
Roma Reþ ko çiqas xwest teda, zilim û leyîstokan bikê jî, lê bawerîya bi mamêmire heyî nehiþt ko dijmin karibê bi serkevê.
Bêþik zor û zehmetên hemû kesên ko ketine ber êrîþa dijmin hene, lê mamê mi Kamil malbata xwe, þerefa û gelê xwe parast, dawa dijmin bi serê dijminde kir û dijmin hiþte bê sitar. …Rupelek di dîroka gelê Kurd û Kurdistande vekir.
Silehjorekî baþ jî bû, çekhilgir bû, nîþanvan bû, weke baw û kalên xwe ji nêçîrê jî hesdikir.
Ji bo malbata xwe, mervatî û dostên malbatêre jî qedirnasbû, bi sîyanet bû kiçik mirovbû
Vêca niha mamê mi Kamil nexweþe, di halekê tengdeye li berxwe didê. Ez hêvîdarim ko herkes li dijî dijminê xwe liser xwe sekinîbê, ji tirsa xwe liber lingên dijminê Kurdistan xwe netewînê.
Mamê hêja mi her wextî ji tere rêz girtî ye, ez dîsa ji cenabê tere rêzdarim û rêzdigirim ez þefayê ji xûdayê alemê ji ter dixwazim ko ti dîsa di nav malbat û dostên malbatêde rûnî.
Xwida sebrê bidê hemû zarokên te û hemû malbata teya giranbiha ko gelek bi rûmet e.
Traspoli / Moldova, 04. 12. 2007
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
Dema weþana nivîsê : 02. 05. 2008
Serif.muestak@gmx.de
Fermo, li vir mizeke !
Fermo, li vir mizeke !
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=520
|