Netewa Kurd, Mamoste, M. Şerîf Mûştak Wenda Kir.
(931 gotin) (10856 car hat xwendin) 
Partiya Demokrat a Kurdistan - Xoybun PDK - XOYBUN Cîzîra Botan - Gundê Cinibira, 1952 / 20. 05. 2008 - 20. 05. 2009
M. Şerîf Mûştak, kedkarê Şoreşa Netewa Kurd bû, û ew jî, wekê her Şoreşgerê Kurd, Şehîdê Netewa Kurde.
Şehîdên Kurdistan ê Nemir in ! ... Her Bijî Şehîdên Kurdistan ê !
Şehîdên Kurdistan ê Nemir in ! ... Her Bijî Şehîdên Kurdistan ê ! Bijî Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwa, Demoktar û Azad !
* * *
Nasîna Mamoste M. Şerîf Mûştak :
Mamoste, M. Şerîf Mûştak, bi eslê xwe xelkê Cizîra Botan û ji gundê Cinibira ye. Mamoste, M. Şerîf Mûştak, di sala 1952 de ji dayik buye. Di demên Cunteye Leşkerîya di 11. 09. 1980 de, Leşkerên tirk bi gundîyên Cinibira, pîsîya wan dabûn xwarin. Muştak pêsîra ordûya tirk berneda, û hovîtî ya wan, da Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpa yê û Tirkîye di vê dozê de, hat cezakirin.
Mamoste, M. Şerîf Mûştak, ji salên 1970 û vir de, aktîf di nava siyasetê de bû. Di sala 1984 de li Anqerayê hat girtin, du sal û nîv di girtîgeha leşkerî ya Mamakê de, ma û ji Doza KÎP-DDKD-ê hat mahkemekirin, Mûştak, bi caran, hevalên xwe ji Kurdistana Bakur derbasê Sûrîye yê û ji ya Sûrîye yê jî derbasê Bakur kir... Mûştak, di pêvçûnek li ser sînor de jî birîndar bû.
Mamoste, M. Şerîf Mûştak, weka gelek kadroyên siyasî yên emsalê xwe, mecbur ma, derket dervayî welat û ew ji sala 1990 ve li Almanyayê li bajarê Bremenê dijîya. Muştak li Almanya yê jî çi ji destê wî hat texsîr nekir, di nava rêxsitinên siyasî û sivîl de, xebata xwe ya Kurdewarîyê heta roj û seata dawî dom kir. Muştak di gelek malperan de jî dinivisand.
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
|