Kerkūk, Dilź Kurdistanź ye !
(888 gotin) (4022 car hat xwendin)
Kerkūk, Dilź Kurdistanź ye ! Roj ū meh bi lez berbi dawiya sala 2007’an ve diēin, sala ezmūna Kurdiya zehmet ū dijwar hinde ko referanduma destnīžankirina ēarenūsa Kerkūkź, li gor benda 140 ī ji makezagona Iraqź, dź li dar bikeve. Kerkūk, ev bajarź pirreng ū dīmenź piēūk yź Iraqź, di rź de ye ko li hembźza xwe ya rastī vegere, ji ber ku ew berź ū niha jī Kurdistanī bū, dil ū qiblegeha Kurdistanź bi agirź xwe yź gež ku qet nayźte vemirandin, bū. Lź belź, rź bi žax ū dax e, bive ū asteng pir in, ū dijmin ji asoyź ēavdźriya liberbabūna ala Kurdī ya rengīn di asīmanź Kurdistanź de dikin, ū bi dūrbīnźn kīna xwe, sīnorźn welatź Kurdan yź birīndar, dipīvin !
Di destpźkź de, divź kar žev ū roj were kirin ji bo bidestxistina armanca xwestī ū bicihanīna dadmendiya ku di serdema tarī ū dīktatorźn jinavēūyī de, hatibū perēiqandin. Pźžī, kampaniyeke berfireh ū birźxistī ji aliyź millet ū serkirdayetiyźn siyasī bi taybetī herdū partiyźn sereke di herźmź de, were destpźkirin. Her weha, ev kampaniye di rastiyź de were xuyakirin. Di vī warī de, her kar ū tevger ū xwepźžandanek dikeve ēarēoveya armanca lźgal, angu vegerandina Kerkūkź berbi hembźza wź ya Kurdistanī ve, ū veguhastina herźmź bo workžopeke bź rawestan di riya girźdana konferans ū semīner ū heleqeyźn lźkolīnī nemaze yźn di derbarź dīroka Kerkūkź ū berzkirina nasnameya wź ya Kurdistanī ū balkižandina berbi gel ū etnīkźn wź yźn pir ve, ta radeya ko ev mijar bibe ya sereke di seranserź herźma Kurdistanź de, tanī lidarxistina referandumź di dawiya vź salź de.
Berbi dilź Kurdistanź ve, divź kampaniyeke ragihandinź ya berfireh ū gižtī were mežandin. Tevahiya navgīnźn ragihandinź, bź rawestan divź tevlī wź bibin. Kenalźn asīmanī ū radyo ū rojname ū kovar ū malperźn ilktronīk yźn Kurdī divź beždariyź di kampaniyaya gotī de, bikin. Pźwīst e ew bežź mezin ji dem ū bername ū rūpelźn xwe ji mijara Kerkūkź ya here giring ū ēarenūsī re terxan bikin. Cemawerźn Kurdistanź nexasime li Kerkūkź amade bikin ū bala wan bikžīnin ser giringiya mijarź ya dīrokī ū katī ū pažerojź.
Kerkūk, tevī hemū konevaniyźn erebkirin ū guherandina demografīk, bajarekī Kurdistanī ye ū pirsa wź pirsa tevahiya milletź kurd e. Ew ne pirsa partiyek anjī rźxistineke taybet e.... Kerkūk pirsa 40 milyon Kurdī, li her ēar parēeyźn Kurdistanź ye.Kurd, li parēeyźn dinź Kurdistanź divź ko li gor imkanźn xwe beždarī vź ezmūna Kurdī bibin, bi herman žźweya ku dewletźn dagīrkerźn Kurdistanź li parēeyźn din, maytźkirinź di pirsgirźkź de dikin, nemaze Tirki yź serpźhatiya wź di Qibrisź de li bal e ! Ya ku ro bi nīvro dijminahiya xwe ji Kurdan re diyar dike, gefan li Kurdan bź havil dixwe.... Weke nimūne rojnameya ( Qel e ) ya Tirkmenī berī ēend rojan serjimareka provokatīv belavkir ko xwedź giravī ji % 86 ji erebźn Mūsil ū Kerkūkź pižtgiriya maytźkirina Tikriyź di karūbarźn Kerkūkź de dikin !
Li milź din, daxuyaniya līderekź kurdźn bakur / Tirkiyź di cihź xwe de hat, dema ku wī got : Źrīžkirina Kerkūkź, źrīžkirina Amedź ye ! Bi gotineke din, divź hemū navgīnźn ragihandinź bikevin xizmeta doza dilź Kurdistanź... Kerkūkź !
Di heman ēarēoveyź de, babeta Kerkūkź bibe ya here giring ū pźžīn li nik nivīskar ū rewženbīrźn Kurd tanī pźkanīna referandumź di dawiya salź de. Di vī warī de, her karek, gotarek ū tīpek dikeve xizmeta armanca xwestī de, ū dibe beždarź bicihanīna mafź gelź kurd yź rewa ū adilane.
Kurd li hemberī ezmūneke mezin ū dijwar in ji ber gelek asteng ū behane ū hincetźn bź kok ū ji rastiyź here dūr derbarź "destdanīna"gelź kurd ser bajźr ! Pirsa Kerkūkź zelal e ū li gor madeya 140 ī ji makezagona Iraqź tź ēareserkirin. Diyar e ko makezagona Iraqź ji aliyź tevahiya gelź Iraqź ve hatiye pijirandin ū li serź hatiye lihevkirin. Berevajī tižtźn ko hindek žovonīst ū zikrežźn ereb ū tirkmen...htd dibźjin ku destūr ji aliyź Kurdan ve hatiye nivīsandin !.
Dema niha, dema žiyarbūna Kurdiya mezin e. Dema tźkēūna dīktatorźn bednav ū kīndar yźn ku li ser dilan ū singan bi salan venižtī man e. Kurd berbi rastiyź ve diēin. Ala Kurdī ya sź rengī ū žźrīn asoyźn welźt dixemilīne ū li bilindahiya asīman li ba dibe.
Lź belź....!
Kurdistan bź dilź xwe radize ! Agirź herdemī yź Babagurgur vīna kurdźn azad ū serfiraz tev dide : Kerkūk dilź Kurdistanź ye...., dilź Kurdistanź Kerkūk e ! !
Hewlźr, 14. 07. 2007
Besam Mistefa
Kurdź Rojavayź Kurdistan ź.
Besam Mistefa http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|