Kî provakator in û provakasyonan çêdikin?
(724 gotin) (4749 car hat xwendin)
Fuat Akpinar
Dewleta Tirk, serleþkerên wan, piraniya çapemeniya tirkan û nivîskarên wan ên devrût niha jî þewitandina ala xwe dikin mane û bi awayekî dijwar, bi þovenîzmî û bi hestên nijadperestî êrîþî gelê me dikin û dibêjin; me di sala 1991’î de deriyê xwe ji wan re vekir, ew xwedî kirin, lewma ew niha vê yekê bi me dikin û ala me diþewitînin. Wekî ku Hurriyetê ji (04.03.2003) “(Besle kargayý, yaksin bayraðý) qijikê kozî bike bila alê biþewitîne.” Divê berê em vê meseleya xwedîkirinê zelal bikin.
Dewleta Tirk heta niha tu demekê ne li kurdan xwedî derketiye û ne jî arîkariya wan kiriye. Ew tiþtên ku ji bo baþûrê Kurdistanê kirine jî di serî de ji bo berjewendiyên xwe kirine. Baþ tê bîra min, dema di sala 91’î de gelê me ji jenosîda rejîma Bexdayê revî hate ser sînorê Tirkiyeyê (bakurê Kurdistanê), Dewleta Tirk berê nehiþtin penaberên kurd derbasî vî alî bibin. Kesên ku xwestin bi zorê ji sînor derbas bibin jî ketin ber êrîþa leþkekên tirk û bi guleyên wan hatin kuþtin.
Heyva Sor a Tirkiyeyê wê demê di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de digotin ku, em li penaberên kurdan xwedî dernakevin. Ez bawer im ev her du mînak bes in.
Hemû dewletên cîhanê û Dewleta Tirkan dîtin ku bi sedhezaran kurd koçber bûne, êdî tu kesî nedikarî pêþiya wê bûyerê bigire. Ji ber ku gelê me yê li Bakur li penaberan xwedî derketin, cih dan wan û xwestin ku li hemwelatiyên xwe xwedî derkevin, Wê çaxê Dewleta Tirk û devrûtên wan neçar man ku sînoran ji wan re vekin. UNO jî mecbûr ma ku berpirsiyariya xwe ji bo manfê mirovan pêk bine, biryarek 688’an girt. Ev biryar ne ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe tenê ji bo mafê mirovan û mafê kurdan li wir bê parastin û ji bo ku penaber paþ ve vegerin, herêmeke tampon hate avakirin û dewletên mutefiq ên Amerîka û Îngîltere heta niha jî li gorî wê biryarê wê herêma Kurdistanê diparêzin. Yanî arîkarî ji bo kurdan ne bi riza tirkan bû. Belku bi riza UNO bû lewre tirk jî mecbûr man li gorî wê biryarê tevbigerin.
Gelê me yê baþûrê Kurdistanê bi sedhezaran xwepêþandenên silvîl pêk tînin û bi vî awayî nerazîbûna xwe nîþan didin û Tirkiyeyê û dagirkeriya mihtemel protesto dikin. Ev mafekî xwezayî û demokratîk e.
Ev demek e Dewleta Tirk û Serokleþkerên wan her roj dibêjin, em nahêlin Dewleteke Federe yan jî serbixwe ya Kurdistanê çêbibe, bi sedhezaran leþkerên xwe þandine ser sînorê Iraqê (baþûrê Kurdistanê) û destê wî li ser tetîkê ye. Li gorî qanûnên navneteweyî Iraq weletek serbixwe ye, sînorê wî hene. Wek tê zanîn dema ku Iraqê Kuwêt iþqal û îhlaq kir tevahiya cîhanê li dijî vî bûyerê derket û bi biriyara konseya UNO biryara þer hat dayîn, paþê Amerîka û dewletên mutefîk þerê Iraqê kirin û rejîma Iraqê mecbûr ma ji Kuwêtê derket. Ez dixwazim li vir pirs bikim Dewleta Tirk vî mafî ji ku digire û sînorên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin binpê bike û êrîþê bibe ser. Ev eskerê romê bi sedhezaran bi çek çûne ser sînor û dibêjin emê têkevin baþûrê Kurdistanê, emê Kurdistanê tar û mar bikin, em nahêlin Kurdistanek serbixwe çêbibe, ev tiþt û bûyer parovakasyon in? An jî þewitandina ala wan?
Þewitandina ala miletekî ji aliyê tu kesî ve nayê qebûlkirin. Ala her kesî û her welatî rûmeta wan e. Bi qasî ku kurd ji ala tirkan re rûmet dikin, gelo ew çiqas ji ala me re rûmetiyê dikin? Ne tenê rûmetkirina ala me, ala me di welatê me de li ser axa bav û kalên me qedexe kirine. Ala me û xaça Hîtler wek hev dibînin. (Ez li ser vê di pêþerojê di nivîsa xwe ya ‘Bila tirk bi edeb û medenî bin –III-‘ bi firehî disekinim.)
Li gorî nûçeyên tirkan þeva borî nûnergeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Enqerê hatiye bombekirin. Ew kesên ku bombekirina nûneriya PDK’ê pêk anîne, heta niha nehatine girtinê û ez bawer im ku ew tu demê jî nayên girtinê. Ji ber ku dewleta nehênî (kûr) dîsa wek her demê dest bi siyaseta xwe ya qirêj kiriye. Ev jî vî tiþtî baþ raya me kurdan dide ku demekî pir bi tehlîke dest pê kiriye dibên kurd hiþyar bin, þaþiyan mekin, bila barbar ji kêmasî û þaþiyên me îstîfade nekin.
|