Bibûre !
(554 gotin) (4193 car hat xwendin) 
Bibûre ! Aro, di nava xwe de, weke wê roja bi sir û serma, şikestî bû.Lê, xwîna tinaziyê di laşê wî de dikelî.Dixwest tinazan bi xwe bike, bi xweristê bike, bi lebt û liva wan kesên xwe qurnisandî bike... Lê, cegerdarî ne dikir, ko vê sarbûna xwezayî bişikîne.
Destê xwe ji "Taksî"yê re hilda. Bi rakirina dest re, bû zîqîna firêman, û li hember wî, bi rengekî ne normal, rawestiya. Lê, gava Aro ber pê de çû,dît va kûçikek li ser kursiyê pêşî ye û zîq, di camê re, li pêş dinere. Ev wêne,bi pêkên pêşî re, bi serê wî ne ket. Lê, çi bike, ji serê xwe avêt û deriyê paş vekir, da siwar bibe.
Bi vekirina derî re, dengek kete guhên wî. Şifêr bû, got : "Bibûre, rêwiyek bi min re heye, ez ne vala me !". Bi vê gotinê re, kela tinazdariya Aro sar bû . Loma, derî bi zivêrî dada û bi şûn de vekişiya.
Şifêr, bi qîrênî, bakir : "Bibûre, çima te derî dada !" - Ango, çima wisa bi zivêrî - . Aro, bê dengbilîn lê vegeriya,destikê derî girt, derî vekir û ji şifêr re "Biûre" got. Lê, derî vekirî hişt û bi şûn de vekişiya.
Dîse, şifêr bi qîrênî, bakir : "Bibûre, çima te derî vekirî hişt !". Aro, bê dengbilîn lê vegeriya, destikê derî girt, derî dada û ji şifêr re "bibûre" got. Lê, dengê livê ji "Taksî" yê ne hat.
Gava Aro lê nerî, dît va kûçik li kursiyê paş e, û şifêr badike : "Bibûre,de were,ez li yekî nala te digerim !".
Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamişlo
Dema nivisandina nivîsê : 18. 07. 2004
Dema weşana nivîsê : 02. 05. 2008
Fermo, li vir mizeke !
Fermo, li vir mizeke !
|