Hed !
(1148 gotin) (3793 car hat xwendin)
Hed ! -1- Di serboriyeke civakî de, zarokek ji jineke navser re çêdibe. Piþtî ev zarok pilitik dibe diçe nav heval û hogiran. Lê, weke zarokan jî jê re digot: "Sexela pîrê bû ", qor û laxer bû, bi nûz - nûz bû,´jar û belengaz bû. Belê, bê ev zarok çendî li malê delalî bû, wilo jî sist û Pist bû, lê ew çendî doza delalîbûna xwe li heval û hogiran dikir.
Rojekê, ev zarok, bi girî, bi ser diya xwe de hat. Dê li sedema giriyê zaroka xwe pirsî, zarokê got : "zarokan çêr ji min re dan, gotin...!".
Wilo, piþtî hin pirs û bersivan, dê nasî bê çi ji zarokê re hatiye gotin. Erê, bi vê yekê li xwe hay bû, ko ew jî, di nav pîrekan de, bûye navek.Rabû, ji kêfa xwe re, derkete devê deriyê mala xwe û dengekî lîland.
Cîran li dengê lîlandinê derketin, da zanibin çi þahî li mala cîranê wan heye, çiko lîlandin nîþana kêf û þahiyê ye, pirsîn :
Xêr e, cîranê ?. Ev çi lîlandin e ?.
Xêr e... ji xêrê pê ve nîne. Ji kêfa re ez dilîlînim.
Kêfa çi...xwedê xêr ke ? !.
Kêfa ko "Q..." ê me jî kete nav "Q..." an....
Cîranan, bi van gotinan re, kenê xwe bi devdesmalên xwe veþartin. Lê, cîranê serê xwe bi kenveþartinê ne êþand.
-2-
Di serboriyeke ayînî /olî / de, du bir oldar, li gundekî, dikevin gengeþê de û dibine du bend. Bendek dibêje : " ji xezalê bezatir nîne,ji rizqê xwe pê ve naxwe ! ". Ango, bê xwedê çi li aniya te nivîsiye, nayê guhertin. Wilo, ev bend behweriyê bi xwesipartinê / tokiliyê / tîne û bizavê di ber guhertinan de nake. Bendek jî dibêje : "rast e, rizq li xwedê ye, lê xwedê gotiye:rabe ez bi te re!". Ango, xwedê bê kar û xebat, bê bez û berxwedan nan nade kesekî. Wilo, ev bend behweriyê bi hêza xwe tîne û bizavê di ber guhertinan de dike. Lêbelê, vê gengeþê dom kir û herdu bendan behweriyên xwe neguhertin.
Dibêjin, rojekê yekî hafiz / korê ji herdu çavan / hate vî gundî û weke hercar xwe li camiyê girt. Erê, ji ber çira negerekî yê hafiz bû, çira camiyê vemirandin û li hev kirin, ko kesek þîva yê hafiz nebe camiyê. Hinga wê bê xwiyakirin bê riziq li xwedê ye, yan jî bez di ber, rizq re dive. Wilo, li hev kirin û mane li benda sibê, li benda bersivê.
Pîrebiyekê þîva miriyên xwe derxist. Tepsikek tije xwarin kir, bi ûçikê xwe nixumand û berê xwe da camiyê, belkî rêwîn lê hêwirî bin. Gava pîrebiyê derî vekir, dît hundurê camiyê reþ e, taristan e, bi þûn de vegeriya. Yê haviz pêjin kir û li pêjinê kire "ihênî ". Hinga pîrebî derbas bû û tepsika xwarinê danî ber yê hafiz.
Roja din, herdu bendan xwe li yê hafiz girtin, da bersiva wî derbarî rizq bizanin. Yê hafiz got : "Herwe rizq li xwedê ye, lê ihêniyek jê re dive". Lê herdu bendan serê xwe bi bersiva yê hafiz ne êþandin.
-3-
Xwepêþandana bo nasnameyê serboriyeke folklorî di bîra min anî. Li gorî vê serboriyê, kur ne tenha bi ya bavê xwe nake, lê tim berevajî daxwazên wî pîþan dike. Belê, dibêjin rojekê kur û bav ji êþ ve, ber bi malê de, vedigerin.Sewalên wan, tevî barên xwe, li bor didin.
Barê kur, di nîvê bor de, ber bi tilekî dibe. Bav vê rewþê dibîne, lê ceger nake rasterê kur agadar bike. Bi xwe mijûl dibe, dibêje: " ez bêjim, barê xwe rast bike, wê di avê wer bike. Ya baþ ew e, ko ez bêjim, wî barî kupî nav avê bike. Wê hinga barê xwe rast bike..".
Wilo, bav li kur gazî dike, dibêje : "wî barî kupî nav avê bike !".
Belê, kur li bav vedigerîne, dibêje : "babo, min ticaran bi ya te nekiriye, hema vê carê ez gotina te badilhewa bernadim.." û bi vê bersivê re arvanê xwe kupî zê / çem / dike. Lê, serê xwe bi arvanê nav avê naêþîne.
-4-
Li gorî tradesyonên mirinê, li herêma me, mirov, nas û dostên yê mirî, wî li darbestê dikin û berê xwe didin goristanê. Li wir, miriyê xwe bi kul û keser dadixin gorê. Piþt re bergora wî ferþ dikin. Ango,
bergora wî bi ferþên kevirî / bi hedan / dinuxumînin, da ax ne keve ser kelaxê wî de.Hinga axa gorê lê kom dikin, gorê bi kêl dikin û telqînê li ser dixwînin.
Oldarên me dibêjin, mirov di mirinê de di xwe dernaxe, ko ew e yê mirî. Loma wê hingê li xwe hay dibe, dema kesên li ser gorê, ber bi malê de, vedigerin. Ew jî hewl dide, ko rabe û bi wan re bimeþe, lê serê wî li hedan dikeve. Wê çaxê dipelîne, ko yê mirî ew e, ne kesekî din e.
Lê, ya baþ, ko êþa serî hest nake.
Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo
Dema nivisandina nivîsê : 13. 11. 2003
Dema weþana nivîsê : 03. 05. 2008
Fermo, li vir mizeke !
Fermo, li vir mizeke !
|