Kurk !
Kurk ! -1-
Þivanê berxên gundê me sîpe bû. Kurkekî kevnar li xwe dipêça û, di destpêka buharan de, berx li nav dexlan qar dikirin. Me zarokan Jî virnîkên xwe dibirin nav berxên þivên û, li wir, dest bi daneheva çavçêlek û penîrokan dikir. Car - caran jî li þinêrekan digeriyan. Lê, me xwe ji daneheva sûrimê jî bêpar nedihiþt. Bi ser ko sûrim rengek ji sîrên kovî ( xweristî ) ye. Lê, ji sûrimê jî babetek bi navê bacê hebû. Em ji wî babetî bi tirs bûn. Wilo jî em di wê behweriyê de bûn, ko mirovê bacê dixwe dîn dibe.
Dema berx dûr diçûn, me bi dorê vedigerandin. Lê, pirê caran þivên dora xwe bi me dikir. Belê, xwe li me dîn dikir. Kurkê xwe divirand û xwe lal dikir, digot : "min bacê xwariye !". Me jî behwer dikir û, ji tirsa, dora wî dikir. Wilo, virandina kurk, ji me re, bûbû nîþana xwedînkirinê.
-2-
Ez carekê, weke gelek caran, ji hêla amnîstê leþkerî ve hatim xwestin. Dema ez derbasî oda bersivdanê bûm, yekî bi madekî tirþ û tal got : "rûne !". Ez bêdeng rûniþtim. Min çavên xwe li odê gerandin, min odeke vikî vala dît. Tenha masek, kenebek û sobeke nedadayî tê de bûn. Mirovek li piþt masê rûniþtî bû, xwe di nav kurkekî de pêça bû û çavên xwe kiribûn wê dosiya li ber xwe. Vî camêrî geh pelikên wê dosiyê bi hêz û zirçoneyî diqulibandin, geh jî pifpif dikir. Car - car jî mistên herdu lepên xwe li masê didan, dihiþt dengê daholekê bi masa wî bikeve,lê li min nedinerî. Min jî bêdeng temaþa wî dikir û li benda pirsa wî bûm.
Wilo, zengilê telefonê lê da. Rahiþte destik, bi giranî da ber guhê çepê û bêdilî xwe " alooo " ji nav lêvan derxist. Ev mirov, piþtî "alo" ya xwe, bû pizot, bû weke komira ko tu baweþînê di ser re bigerînî. Ji wê sistiya xwe þiyar bû û bû þîqþîqa wî. Belê, bi hêz û hêrz û dengbilindî fermanek da, got : " Çend kesan bi xwe re bibe û herin wî segî, li pey terembêlê, bixiþiqînin, da ticaran zimandirêjiyan neke..! ". Wilo got, lê hîna jî berê xwe nedaye min.
Min, di vê kêlîkê de, rewþa xwe ji bîr kir. Tenha ew mirov ( seg, weke wî gotî ) dihate ber çavên min. Çawa wî girêdidin, çawa wî dixiþiqînin, çawa çekên wî diherhilin, çawa laþê wî diþeride û birînên xwînda di laþê wî de vedibin. Lê, ya ez tê de mame behitî ew bû, gelo wê sax bighe,yan na !. Wilo, ez di nav xeyalên xwe de winda bûm. Ez hinga li xwe hay bûm, dema ko dîse zengilê telefonê lê da.
Dîse rahiþte destik, bi giranî da ber guhê çepê û bêdilî xwe " alooo" Ji nav lêvan derxist.
Piþtî " alo " ya xwe gazin kirin, got : "Tu dibê qey ez van rojan, di psîkolojiya xwe de, nexweþ im. Ez nizanim çi dikim, çi dibêjim..., weke dînan li min hatiye. Piþtî ez bi hiþ xwe têm, ez li kirdarên xwe poþman dibim...".
Ew her gotinên xwe berdewam dike, lê dilê min pê þewitî û min nema guhdariya wî kir, ka çi dibêje. Lê, ji ber ew ketibû sirên xwexapandinê, rabû ser xwe, bi bestika kurkê xwe girt û ew virand, da dînîtiya xwe bi min bide nasîn. Wilo, kurk ji hev vebû û weke paraþûtekê firî... firî... firî û li kuncikekê hate xwar, bû komik.
Min ev kirdar ji xwe re nekir bar, ji ber min dengê tût... tût... tûta telefonê dibihîst, bê ko telefona xwe daxe, yan jî axaftina xwe bibire. Ango, min nasî ko ev ne dînbûn e, lê xwedînkirin e. Wilo jî, min nasî ko ev xwedînkirin xapandineke nebiserketî ye.
Belê, min dinasî ko virandina kurkê vî mirovî di rengê virandina Kurkê þivanê berxên gundê me de ye. Lê, min zanî bû, ko wî bacê nexwariye, lê wî nizanîbû ko min bi çendê caran bi virandina kurk re berx gov kirine.
Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo
Dema nivisandina nivîsê : 09. 01. 2004
Dema weþana nivîsê : 03. 05. 2008
Fermo, li vir mizeke !
Fermo, li vir mizeke !
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=604
|