
Mehîr
Mehîr -1-
Di serboriyeke folklorî de, dîkę malikeke gundî winda dibe. Bav ji xortęn malę re dibęj e : "Li dîkę xwe bigerin !". Lę, xort ji xwe fedî dikin. Gotina bavę xwe di ser guhęn xwe re tavęjin ű li dîk nagerin.
Piţtî demekę, kerę malę winda dibe. Bav dibęje : "Li dîk bigerin !".
Wilo, çęlek jî winda dibe. Bav dibęje : "Li dîk bigerin !". Dema hesp winda dibe, dîse bav dibęje : "Li dîk bigerin !".
Hinga, xortęn malę bi zivęrbűn bersiva bavę xwe didin : "Em dibęjin, hespę me gormendî bűye, tu dîk di bîra me tînî. Ma em ę li dîk siwar bibin ! !". Bav bi nermî li wan vedigerîne : " Roja dîk gormendî bű, we dest nehiland. Eger hinga hűn li dîkę xwe bigeriyana, ne ker, ne çęlek ű ne jî hesp gormendî dibűn ! ".
-2-
Me, di sala 1962 an de, nasnameya xwe winda kir. Me nizanî çawa ű li kű lę bigerin. Em li vir ketin, li wir ketin, lę kesekî guh li me nekir. Wilo, ji bęçarî, nav ű zaravęn me hatin guhertin. Me, li gorî zanebűna xwe, bizav kir. Loma, me sloganęn "Yekîtiya bęnasnameyęn cîhanę" rakirin ű xwe bi wan mijűl kir.
Me, di sala 1973 an de, gundęn xwe winda kirin. Me nizanî çawa ű li kű li wan bigerin. Em li vir ketin, li wir ketin, lę kesekî guh li me nekir. Wilo, ji bęçarî, navęn gundan ű rengę xaka wan hatin guhertin. Me, li gorî zanebűna xwe, bizav kir. Loma, me sloganęn "Yekîtiya birçiyęn bęxak" rakirin ű xwe bi wan mijűl kir.
Me, wilo jî tűrikę salan da milę xwe ű bizava xwe kir, tanî dem ű sal ű reng jî li ber me winda bűn ű hatin jibîrkirin. Lę, me ji bîr nekir, ko em mirov in. Me siloganęn "mafę mirovaniyę" rakirin ű xwe bi wan mijűl kir. Lę, ne kete bala me, ko hinga wę jimara mirovan li ser gokeze mînę pir dibe ű em dę bibin guneh karęn hevpar kirina gepa nanę mirovin din. Me qîma xwe bi birçîbűnę anî ű siloganęn xwe di ber xwe de berdan. Lę, dem gelek triţtęn ko ne li bala mirov in jî tîne bala mirov.
-3-
Dibęjin, Smaîlę dîn, beręvarekę giha gundekî. Xwe li odę girt ű bű męvan. Axę zanîbű, ko Smaîlo ji hękęn qelandî hes dike. Lę, qewętiya ţîva męvanę xwe, bę ko bi nav bike, kir. Gava ţîv hat, dît va mehîr e, got : "Law,hűn zanin, ko Smaîlo ji hękęn qelandî hes dike. Ev çi mehîr e,we li ber daniye !. Ez di ţűna wî de ba, min ę mehîra we di ser dikę re kup bikira ! ! ".
Smaîlo, bi vę gotinę re, yek nekir dido, rahiţte mersefa mehîrę ű di dikę re kup kir, got : "Xalo, tiţtę ne li bala mirov jî, tu di bala mirov tînî..!".
Rezoyę Osę
Rojava yę Kurdistan
Bajarę Qamiţlo
Dema nivisandina nivîsę : 10. 12. 2003
Dema weţana nivîsę : 06. 05. 2008
Serif.muestak@gmx.de
Fermo, li vir mizeke !
Fermo, li vir mizeke !
|
|
Navnîţana ev nűçe ję hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ű Kurdistanę daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyęn Aborî ű Avakirin, Pirojeyęn Cand ű Huner, Lękolîna Dîroka Kurdistanę, Perwerdeya Zimanę Kurdî, Perwerdeya Zanîn ű Sîyasî, Weţana Malper ű TV yęn Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vę nűçeyę navnîţan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=607
|