Rûmet !
(1338 gotin) (4590 car hat xwendin)
Rûmet ! – 1 –
Ez wî bi nav nakim, wilo jî bi durv û nîþan nakim ... Belê, mirovekî navdar bû, ji malmezinan bû,destevîl û nanda bû, ne kar kiribû, ne mal li ser hev dana bû. Lê, dek û dolab lê geriya bû û minaþe, di malê de, ne ma bû. Lewra, beza wî bûbû dewletên pengavê / dewletên Xelîc /, da li wir bizavekê ji xwe re bike û rewþa xwe ya eboriye xirab, bi vê bezê, serrast bike... Bila rûmeta xwe, li wir, binpê bike, da vê rûmetê, di civaka xwe de, li ber çavên dost, heval û hogiran, biparêze û bi kiras bike.
Car – caran, li pêþ dostên nêzîk, gazind ji zarok û maliyên xwe dikirin, digot : " di gomanên wan de, ko xezîneyên min li wir henin... Ew nizanin, ko çavên min li ber desta ne ... Ew nizanin ko bi mehan ez xwe di koçik û serayên Emîran de pal didim, xwe divezîlênim û xwe xilmaþ dikim, da dilê wan bi min biþewite... da ji seqda serê tawîkî, bawîkî, ji zikata xiþr û malê jinemîrekê, yan keçemîrekê, ko sal lê vegera ye.Wilo jî, ji xêra mirîkî, rêwîkî bi ser min de bibarînin. Erê, bi vî rengî, ez malê parsê dicivînim..... Lê, van zarokan, vê jinê, ez kezebqulî kirime. Li min bûne serad,av xwe tê de nagire...!!".
Vî mirovê malmezin rûmeta xwe, bi vî rengî, diparast û gunehê rewþa xwe li zarok û maliyên xwe dikir bar. Lê, ya rast, wî zarokên xwe bîkêr, tembel û çav li ber mistan rakiribûn... devên wan weku devên çêlîkên peresrêlekan ( dûvmeqeskan ), tim li ber gepekê vekirî bûn.
– 2 –
Ez wê bi nav nakim, wilo jî bi durv û nîþan nakim... Belê, partiyeke navdar bû, ji partiyên Kurdan bû, xwedî dîrok û peyman bû. Lê, carekê dek û dolab lê geriya bû û çare ji civîneke rewþenbîran pê ve, li ber, ne ma bû... civîn jî cihê gilî û gazinan bû...
Rojekê, em 30 - 40 mirovên xwenda, yên bijartî, ji hêla vê partiyê ve vexwendî þevbuhêreke siyasî bûn. Lê, em nizanin mijara þevê çi ye. Belê, em tev li odekê, li gorî dema binavkirî, kom bûn... û ji ber tengiya cih, em li ser çokan ixya ( mexeltina devehan ) bûn.
Serkêþê vê partiyê, bi axaftina xwe, þev xiste çerxa wê de, got ... got ... û got, tanî xumariyê xwe berda ser çavan û nema bi ser gotinên xwe ve bû !!. Wilo, þev dirêj bû û zîlana wê rûmetparastin bû.
Bi kurtî, hin partiyên ko tanî doh, bi vê partiyê re, di hevbendiyê de bûn, îro xwe jê diþon, nikilan jê didin û hewl didin kowê bixin benîþt di devên qenc û xiraban de, da rûmeta wê binpê bikin ... Lê, ev gotin, li gorî dîtinên vê partiyê, bêbextî ne, rastî di wan de nîne û li ser bingehên rikgîriyê avakirî ne. Wilo jî, serkêþê þevbuhêrka me hêvî, ji me, kirin ko em nekevin bin bandora "gotinên kolanan " de... û, weku rewþenbîr, rastiyê bi kar bînin.
Min, di vê çavsistiyê de, da xwe û ez rabûm. Li rabûnê, min got : " Eger hûn ji xwe re, ji bêkarî, li wensekê digerin, lê ev kesên vexwendî þevê ne bêkar in... kesên di zanîna wan de desthilatê avakirina dewletan in... Ma rûmeta partiyan di ixyakirina rewþenbîran de ye !!!.
Bi rabûna min re, xortekî din jî da xwe, da bi min re derkeve. Lê, rabûna me ji hêla koma vexwendiyan ve hate protestokirin, da em behweriyên xwe, derbarî vê rewþê, bînin zimên. Ango, em weku rewþenbîr, di þevê de aktîv bin, ne pasîv bin. Me jî ev yeka pejirand û em, ji nû ve rûniþtin.
Erê, em ji nû ve rûniþtin, lê ez mame di bin bandora hêrizên rabûnê de.. Û bê ko ez bihizirim, min got :
– Em rûmeta xwe gorî rûmeta gel û serkêþiya gel dikin, lê " nan bi xwê û xwê bi tamî "... Ma gelo, rûmeta rewþenbîran ew e, ko partiyên me wan her demekê, li hev kom bikin û li pêþberî xwe ixya bikin, da ji wan re bêjin : " Em di tengasiyeke navxweyî de ne !!"... û piþtî demekê, dîse wan li hev bicivînin, da bêjin : " Me tengasiya xwe derbas kir !!"... Ma ev e, rûmeta rewþenbîr û rewþenbîriyê ? ! !.
Hinga, min serboriya wî mirovê malmezin, serboriya " Bavê flankes" hewil da... Belê, her ko ev mirov li girikê, li zenga dinanan,d ima û dipeland ko rûmeta wî, di civaka wî de, kêm dibe, çend berxên salê, bi deyn, tanîn....
konek jî, li pêþberî mala xwe, di kolanê de, vedigirt. Berxên xwe digurandin, xwarina xwe dikeland û dost, nas, gundî û cîranên xwe vexwendî ser xwarinê xwarina xatirxwestin û rûmet parastinê dikirin.
Dema xwarin dikiþande bin kon, qebe qeb ji bin konê xwarinê dihat. Lê, ko xwarin dihate xwarin û hestû bela-wela dibûn, kon ker dibû, û mirovên vexwendî radibûn,da destên xwe biþon... Li destþûþtinê ,ji hev re, digotin : " Bavê filankes di tengasiyeke aborî de ye ... Ev xwarina rûmetparastinê ye... Xwedê rûmeta wî binpê neke...".
Ev xwarindan, li ba herkesê vexwendî, nîþana penaberiya "Bavê flankes " bû... nîþana jidestçûna wî ya eborî bû , û destpêka bizaveke nû ji rewþa wî re bû .
Piþtî çend mehan " Bavê flankes " ji penaberiya xwe vedigera. Li vegerê dîse çend berx dikirîn, lê vê carê ne bi deyn bûn, û konê xwe li wê þûna berê vedigirt ... Vexwendiyên xwarinê jî her yên berê bûn. Piþtî destþûþtinê ji hev re digotin : " Bavê filankes ji tengasiya xwe derket ... xwedê rûmeta wî parastî bidomîne...".
Wilo, me þevbuhêrka tengasiyê, bi qerf û tinaz, qedand ... û em mane li benda þevbuhêrka ferehiyê.
Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo
Dema nivisandina nivîsê : 15. 02. 2004
Dema weþana nivîsê : 06. 05. 2008
Serif.muestak@gmx.de
Fermo, li vir mizeke !
Fermo, li vir mizeke !
|