BILA TIRK BI EDEB Û MEDENÎ BIN! ( I )
Rojnameger Fatih Altaylý di her derfetekê de êrîþ dike ser kesên ku Tirkiyeyê rexne dikin û bi her awayî di nivîsê xwe de ji wan kesan re tiþtên pir xerab û gotinên jêrdoxînî dibêje. Bi vî awayî dixwaze xelkê piçûk bixe, laqirdî û henekên xwe jî bi wan dike. Fatih Altaylý êriþê dibe ser kesan û di vir de tu sînoran nas nake. Ew zimanê xwe dirêjî dewlet, serokomar û berdevkên dewletan dike. Ez naxwazim bêjim Fatih Altaylý kî ye? Eslê wî çi ye? Ji kuderê ye? Ev min eleqedar jî nake. Tiþtên ku min elaqedar dikin gotinên wî ne. Ne ku gotinên wî baþ in, ji ber ku gotinên wî pir xera bin. Gelek mirovên wekî Fatih Altaylý li Tirkiyeyê wekî mirovên þareza! têne dîtin ji ber ku ew di rojnameya Hürriyetê de qunciknivîs e. Her wisa Gerînendeyê Giþtî yê Nûçeyan yê Kanal D’yê ye( Haber Genel Yönetmeni) û di kanal D’yê de bernameya Yek bi yek (Teke Tek) çêdike. Li Tirikiyeyê di nav tirkan de wekî kesekî bi rûmet tê naskirin? Hürriyet û Kanal D Çapemeniya Doðan Medyayê ye.
Fati Altaylý dîsa di rojnameya Hürriyetê de di nivîsa xwe ya roja 07.01.2003’yê de henekên xwe bi leþkerên Amerîkayê dike û wiha dibêje: “Gelo wê li bakurê Iraqê leþkerên tirk û Conî bêne hemberî hev?” (Mehmetçik’le Coni Kuzey Irak’ta karþýkarþýya gelir mi?) Û di hundirê nivîsa xwe de wiha berdewam dike û dibêje: “Min ji Serokomar pirsî: “Gelo heke sibê du sibe li bakurê Iraqê hin bûyereke ku li diji berjewendiyên Tirkiyeyê be biqewime û ji hêla Amerîkayê ve jî bê destekirin û piþtgiriyê bidin vê yekê, wê çaxê dê di navbera leþkerên tirk û leþkerên DYA’yê de ku wê li herêmê bi cih bibin, nakokî û þerê bê rojevê?”
(BAÞBAKAN’a sordum: (Yarýn öbür gün Kuzey Irak’ta Türkiye’nin çýkarlarýna ve þartlarýna aykýrý bir geliþme olursa ve bu geliþme ABD tarafýndan desteklenirse, Türk askeri ile bölgede konuþlanacak ABD askerleri arasýnda bir çatýþma söz konusu olabilirmi?)
Û wiha berdewam dike û dibêje: “Dê li bakurê Iraqê yan jî li Kurdistana Iraqê leþkerên Tirk û Conî bêne hemberî hev?” (Kuyez Irak’ta ya da Irak Kürdistaný’nda Mehmetçik ile Coni karþý karþýya mý gelecek?
Fati Altaylý di gotareke xwe ya din a roja 15.10.2002’yan a di Hürriyetê de li ser mesela Coni disekine û wiha dibêje: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku þeþ sal berê ji bakurê Iraqê hin ‘Coniyên Kurd’ biribûne Garava Guamê niha jî van vedigerîne bakurê Iraqê.”
(AMERÝKA Birleþik Devletleri, 6 yýl önce Kuzey Irak’tan alýp Guam Adasý’na götürdüðü ”Kürt Coniler”i Kuzey Irak’a geri yolluyor.)
Ez dixwazim berê vê gotina Coni zelal bikim û paþê werim ser gotinên Fatih Altaylý yên din. Coni gotinek îgîlîzî ye. Ji ber ku min nexwest ez þaþiyekê bikim, min ji hevalekî xwe pirsî. Ji ber ku ew ji min baþtir bi zimanê îngîlîzî dizane û wateya Coni wiha rave kir: “Coni peyveke argo ye ku ji John’ê tê. Di zimanê îngilîzî de bi piranî wekî johnny, johny an jî jonie tê nivîsîn û wekî coni tê xwenin. Ku di zimanê argoyê de wateya wê ‘avdestxane yan tewalet’ e.” Niha li vir tiþtek din jî heye, hewce ye ku ez li ser biskinim. Ne tenê Fatih Altaylý piraniya rojname û nivîskarên tirkan pir caran dema ku qala kurdên Baþûr dikin û nerazîbûna xwe tînin zimên û wiha dibêjin: “Amerîka kurdan bi kar tîne yan jî Coniyên kurd wekî li jor Fatih Altaylý jî dibêje ‘Kurdên Conî’ (Kürt Coniler) û her wekî din.” Yanê tînin vê maneyê ku kurd leþkerên Amerîka yên bi pere ne û xwe firotine. Ez li jêr bersiva vê pirsê didim ka kî ji despêka Komara xwe ve heta niha hatiye firotin û kî leþker û koleyê Amerîka yê bi sadiq e!
Fatih Altaylý di nivîsa xwe ya di Hürriyet de di roja 20.03.2002’yan de li ser siyaseta Amerîka û Iraqê disekine, rexneyên xwe dike û wiha dibêje: “Vê kabûsa Iraqê koka min qeland!” (Býktým bu Irak kâbusundan!) û wiha berdewam dike: “Zilamê li ser Serokomar re û yê birêveberiya DYA’yê ”Dick” Cheney, di gera xwe ya li Rojhilata Navîn de hate Tirkiyeyê jî.”
(ABD yönetimininin, Baþkan’ýn da üzerindeki adamý ”Dick” Cheney, Ortadoðu turunda Türkiye’ye de geldi.) Û di dawiya gotina xwe de wiha dibêje: “Nîþe: Dick di zimanê argo yê îngilîzî de tê wateya aletê mêraniyê.” (NOT: Dick, ingilisçe argosunda erkek cinsel organý demektir.)
Di malpera înternetê ya Hürriyetê de dibêje: “Di argoya Amerîkayê de” (Amerika argosunda) û dîsa di Hürriyeta roja 11.05.2002’yan de Fatih Altaylý vê carê jî êriþê dibe ser Serokomarê Fransayê Jacques Chirac û wiha dibêje: “Min li ser reaksiyona Serleþker a li ser ‘Rojnamegerên Sînornenas’ nenivîsî ku ez reaksiyonê jihederketî û mezin dibînim.”
(GENELKURMAY’ýn ‘Sýnýr Tanýmayan Gazeteciler’e gösterdiði tepkiyi abartýlý bulduðumu yazmadým bile.)
Û di nava nivîsa xwe de wiha berdewam dike: “Tenê bi ya min li Tirkiyeyê divê wekî bersiv ‘Tevgereke Sivîl a Civakî’ çalakiyekê li dar bixe. Di destpêkê de jî kar dikeve ser milê ‘Xebatkarên Komeleya Tewaletên Giþtî’.
(Fakat bence Türkiye de buna karþý misillemeyi bir ”sivil toplum hareketi” olarak yapmalý. Ýlk iþ Umumi Tuvalet Ýþletmecileri Derneði’ne düþüyor.)
Û berdewam dike: “Li her tewaletekê wêneyekî Chirac bi cih bikin. Yê ku dilê wî dixwaze bila bi ser de ‘bimîze’ û yê ku dilê wan dixwaze bila bi ser de ‘bir...’ Bila Komeleya Xweþikirinê ya Beyoðlu wêneyekî Chirac mezin bike û li hemberî Baylozxaneya Feransa li dîwar ve daliqîne. Bila bi tîpên biçûk li ser binivîsin ‘Kî li vir bimîze’ û bi tîpên mezin jî li jêrê binivîsin ‘Ker e’. Bila baylozê Feransa kengê derkeve wî wêneyî bibîne. Heta bila yeke wekî wê çê bikin li Enqereyê danên hemberî Qasidxaneya Feransayê. Ji bo ku firansevî dizane Dewleta Tirk xwe têkilî ‘Tevgerên Sivîl ên Civakî’ nake, lewre dengê xwe nakin.
(Bütün tuvaletlere birer Chirac fotografý. Dileyen üzerine ”iþesin”, dileyen biraz daha ”büyüðünü” yapsýn Beyoðlu’nu Güzelleþtirme Derneði tam Fýransýz Konsolosluðu’nun karþýsýndaki duvara bir büyük boy Chirac fotografý koysun ve üzerine küçük harflerle ”Buraya iþeyen” altýna da dev harflerle ”Eþektir” yazsýn. Fransýz konsolos her çýkýþýnda bu fotografý görsün. Hatta aynýsýndan bir tane de büyükelçilik karþýsýna Ankara’da yapýlsýn. Fransýzlar ”sivil toplum hareketlerine” Türk hükümetinin karýþmayacaðýný bildiði için seslerini çýkarmazlar)
Wekî din Fatih Altaylý der heqê Parêzera Seroka Komeleya Mafên Mirovan Þaxê Stenbolê Eren Keskîn de jî di gotinek xwe de di radiyoya Kanal D’yê de tiþtên bêedeb gotin û li ser vê yekê Konseya Çapemeniya Tirk, Fatih Altaylý hiþyar kir. Ez bawer im, ne hewce ye ku ez van gotinên Fatih Altaylý binirxînim, ev gotinên wî, erzanî, dexezarî û hovîtiya wî, wî baþ dide nasîn. Zimanê wî pir dirêj bûye, ew vê cesaretê ji ku digre, ezê di dawiya nivîsa xwe de bibêjim.
Dewleta Tirk û devrûtên (çekdarên wê yên çalak) ‘sîlahûþrên’ wê her dem gava qala Amerîka û kêþeya kurd dikin û dibêje; Amerîka dixweze Dewleteke kurd ava bike û bi vî awayî rexneyên xwe yên tûj li Amerîka dikin. Lê qet qala xwe û Amerîka nakin. Gelê xwe bi derewên pûç dixapînin û hêrsa xwe ji Amerîka re tînin. Lê nabêjin îro di Tirkiyeyê de çiqas bargehên Amerîkayê hene. Li Tirkiyeyê sih û heft (37) bargehên Amerîkayê hene. Dewleta Tirk koleyê Amerîka ye û bêyî gotina Amerîka qet nikare tu tiþtekê jî bike. Amerîka çi bêje, ew mecbûr in wisa bikin, ji ber ku ew deyndarên Amerîkayê ne û dizanin eger Amerîka li piþta wan nebe, çi tê serê wan. Çumkî wan birînên pir kûr li ser xelkê hîþtine.
Fatih Altaylý jî baþ dizane piraniya sûbayên Mehmetçikên wan li Amerîka dixwînin û li wir mezin dibin. Baþ e, bes ew leþkerên tirkan ên ku li Amerîkayê dixwînin çi ne? Mehmetçik in? Yan Conî ne? An jî ew leþkerên tirkan ên li Afganisatnê û li dewltên din in çi ne? Mehmetçik in? Yan Conî ne? Lê ew leþkerên ku bi daxwaz û gotina Amerîkayê çûne Koreyê û li wir qir bûn, ew çi ne? Mehmetçik in? Yan Conî ne? Dewleta Tirk û devrûtên wê ji paranoya Dewleta Kurdistanê xelas nabe. Ji ber ku birîna wan heye. Kesên birîna wan hebe ditirsin. Tirk bi xwe dibêjin: “Kesê ku sûcê wan heye li xwe dikevin þikê.) (Yarasý olan gocunur” niha ev jî meseleya wan e. Ne tenê Fatih Altaylý piraniyan rojnamger û nivîskarên tirk dema ku mesele tê ser kurdan li cem wan çem û av disekine, tê miçqandin. Tahmûla navê kurd û Kurdistanê nakin. Ew li ‘Akademiya Ewlehiyê ya Neteweyî’ (Milli Güvenli Akademisi) hatine perwerdekirin.. Ev Akademî girêdayî ‘Serleþkeriyê’ (Genelkurmay) ye û ev Akademî ne telefon, ne faks û ne jî cihê wê diyar e. Ev Akademî, Akademiya Dewleta Nehênî (kûr) ye. Di vê Akademiyê de mêjiyan bi îdeolojiya Kemalîzê diþon û siyaseta li ser dijminatiya kurdan û yên din dikin. Fatih Altaylý jî þagirtê vê Akademiyê ye. Ji ber ku Fatih Altaylý, þagirtê vê Akademiyê ye, lewma zimanê wî ew qas dirêj e. Ew quwet û hêza xwe ji paþayên xwe digre. Lê bila Fatih Altaylý û yên din tiþtekî ji bîr nekin.
Gotinek me kurdan heye: “Dinya bi dor e, ne bi zor e” her çiqwas ew îro bi zorê bandora xwe dimeþînin, wê rojekê bibe dora me jî, ku dem bibe dora me, em dîsa jî wekî kesên mîna Fatih Altaylý û yên din bêesiliyê nakin. Em gelekî bi þan û þeref in. Me heta niha çav nedaye malê xelkê û bi zorê erdê xelkê ji destê wan negirtiye, welatê wan nexistiye bin bandora xwe û ew ji xwe re nekirine wekî kole, wekî gog pê nelîstiye. Em her dem serbilind in û ew jî dê her dem sernixwûn bin.
Serokomarê Fransa Jacques Chirac di meseleya YE di meha dunzdeh a sala du hezar û duyan de li Kopenhagê, ji ber ku ew qas ji gotinên tirkan aciz bûbû lewre der heqê Tirkiyeyê de tiþtên pir balkêþ tîne zimên û di dawiya gotina xwe de dibêje: “Bila tirk bi edeb û medenî bin.” Çi dibe bila bibe mirovên nivîskar û rojnamger ên di meseleyan de baþ difikirin û analîz dikin, dibe ku di gotinên xwe de rexneyan bikin lê ne bi çêr an jî bi xeberê ne baþ û yên jêrdoxî.
Li Ewropa û Amerîka Azadîya Çapemenîyê pir fireh e, her kes dikare rexneyên xwe bike û fikir û ramanên xwe bîne zimên. Lê belê tu rojnameger an jî nivîskarekî’ê heta niha tenê rojekê nekariye gotinên jêrdoxî û xerab ji xelkê re bibêje, laqirdî û henekên xwe bi wan bike. Ji kesên wiha re di nava civakên medenî de tenê rojekê jî cih tuneye. Înþalah Fatih Altaylý û yên din, dê ji îro û þûn de bi terbîye, bi edeb û medenî bin.
FATÝH ALTAYLI NE ZAMAN ADAM OLUR?
TERBÝYELÝ VE MEDENÝ OLDUÐU ZAMAN.
Fatih Altayli dê kengê bibe mirov?
Kengê bi edeb û medenî bû.
FUAT AKPINAR
Bielefeld, 16.02.2003
|
|
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com
Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=61
|