Zimanê me hebûna me ye – 3 –



"Zimanê me hebûna me ye" / Nimûneya Kurdên Binxetê /

Durv û nîþanên navan di civaka Kurdî de *

Navlêkirina zarokan ( çi nêr û çi mê ) di civaka Kurdî de, li " Binxet " ê, wilo jî li hemî parçên Kurdistanê, di gelek êtapên dîrokî re derbas dibe. Lê, mirov dikare sê êtapên bingehîn ji wan bibijêre û berçav bike û , li gorî vê parvekirinê,berxwedanên civakê dorpêç bike :

I. Êtapa bandora Misilmaniyê di lêkirina navan de :
Bi ser ko min ti pirtûk û lêkolîn, di vî warî de, ne pelandine, lê ev war hêjayî rawestan û lêkolînê ye. Ji ber,dema mirov koka guhertinên civakî / di çi warî de be / ji hev vewejêre, mirov desthilatê nasîn, nîþankirin û binavkirina êþ û janên civaka xwe ye. Hinga, mirov dikare destê xwe deyne ser birînê, derman binase û saxlemiyê biçesipîne.

Bi ser, ko ti pisporiya min, di vî warî de, nîne. Lê, ez dixwazim, bi vê hewildanê, vê mijarê di bîra pisporan de bînim. Ji ber ev mijar, di behweriyên min de, piraniya guhertinên civakî, di warên hizirdarî, ramyarî, psîkolojî... û yd. dorpêç dike. Lewra, nasîn û vekirina razên vê yekê wê dergehekî fereh li ber me veke, ko mirov bigihîne serê nexê regeznasiyê, tanî mirov bi êtapên dîrokî re xwe bigihîne destpêka demên gelnasî û miletperweriyê.

Belê, dema Kurdistan ji hêla leþkerên Misilmanan ve hate dagîrkirin û Kurdan / bi piraniya xwe / Misilmanî pejirand, gel kete bin bandora ola nû de. Vê olê jî, li ser bingehên ko li ser hatibû avakirin, dest avête hemî movikên hebûn, behwerî û jiyana civakê. Wilo, sinc û rewiþtên civaka Kurdî, li gorî ayîna nû, ketin bin barê guhertinan û hatin talankirin. Bi vî rengî, nav jî, xweber, ketin ber talanê û kirasê ola nû bi ser xwe de berdan.

Ev kiras jî, di warê navlêkirinê de, li gorî pergalên ola nû hate fesilandin. Pergal jî dibêje : " خير الأسماء ماحَُِّّمد وعُبد". Ango, pîroztirîn nav ew in, yên li Pêxember û Xwedê vegerin. Kurdan jî ev kiras, bi kêfxweþî, bi ser bejna xwe de berdan, bê ko ji xwe bipirsin, ka li wan tê yan na. Lê, diyar e, ko wê demê, vî kirasî, xwe li bejna civakê dixwar.

- 1 -
Bi vî rengî,û di bin bandora ola Misilmaniyê de, çend grûpên ( komên ) navan li civaka Kurdî bar bûn û, hin bi hin, navên gelêrî ji civakê, bê ko hest bike, hilatin.

Bi hilatina navên gelêrî ve, civakê durv û nîþanên xwe, di warê navlêkirinê de, roj bi roj, winda kirin. Wilo, ziyan gihiþte tevaya kelepora gelêrî, dema sînor di navbera kelepora gelêrî, berî û piþtê Misilmaniyê, nema hatin cudakirin û mane nebîna. Hinga, çîrok, çîvanok, metelok, serpêhatî, sinc û rewiþtên Kurdî, bi tûnca Misilmaniyê hatin kutan û çîsandina gelêrî, di wan de, melûl bû. Lê, dema mirov bi hûrbînî guloka rîsê dihevalayî bipelîne, diþê serê nexê vê gulokê bigre û þopa gel û kelepora wî, di hemî êtapên dîrokî de dorpêç bike.

Navlêkirin, di civaka Kurdî de, li "Binxet" ê wilo jî li piraniya herêmên Kurdî, di gelek pêpelûkan ve derbas dibe. Lê, mirov dikare, ji wan, li ser çend êtapên bingehîn raweste û li gorî koma navan van êtapan berçav bike :

1. Navên pîroz :
Koma van navan bi destpêka dagîrkirina welatê Kurdan ve tê girêdan. Di vê demê de,navên þêrîn, pîroz û yên ko ji hêla gel ve dihatin pejirandin, navên Xwedê û Pêxember bûn, ew navên ko Kurdên nû derbasî vê olê bûyî, hîna ji wan ne ditengijîn û, bê dudilî, li xwe dikirin :

a. Navên Xwedê : El-Ezîz ; El-Kerîm ; El-Mecîd.......û y.d.

Ji ber ko ev navên pîroz tenha pesn û nîþanên Xwedê ne, gerekbû mirov bi koletî wan li xwe bike. Lewra navên mirovan, li gorî vê rêzkirinê, bûne : Ebdilezîz ; Ebdilkerîm ; Ebdilmecîd ....... û y.d. / "Ebid" bi Erebî "kole" ye /.

Bi ser ko ev nav, di êtapa pêþî de, ji belavbûna ola nû, dihatin pejirandin, lê civaka Kurdî ev formên nû li van navan, li gorî zimanê xwe, kirin. Wilo, ev nav bûne : Ezo ( Ezîzo) ; Evdê ( Evdiyo ) ; Mico ( Mecîdo ) ..... û y.d.

b. Navên Pêxember : Muhemed ( محمد ) ; Ehmed ( أحمد ) ; Mustefa ( مصطفى ) .....û y.d.

Ev nav jî, di civaka Kurdî de, nenas bûn, lewra Kurdan ew jî li gorî zarê xwe û pêwîstiyên bilêvkirinê guhertin. Wilo, ev nav bûne : Miho (Mihê) ; Hemo ( Ehmê) ; Misto (Mistê).... û y.d.

2.Navên rûmetdar :
Belê, piþtî ko ola nû ( Misilmaniyê ) di civaka Kurdî de rehên xwe berdan û

- 2 -
dara Misilmantiyê bû bi þax û pel, civaka Kurdî kete bin bandora guhertinên nû de ji navlêkirinan. Ew jî, pejirandina beþekî nû ji navan bû :

a. Navên serkanên ola nû :

Navên nifþê pêþî, ji hilgirên ola nû jî, cihê xwe, hin bi hin, di civaka Kurdî de girtin, û di demeke kurt de belav bûn, weku : E`lî (علي ) ; O'thman ( عثما ن) ; O'mer ( عمر).... û y.d.

Lê, Kurdan ev tîpên zengelorkî û gezderîn / yên ko tenha perdên zengelorê di derênana wan de dikevin kar ( ع ) û yên ko dinan serê zimên gez dikin,da bi lêv bibin ( ث ) / sirt û giran dîtin, loma ew jî li gorî zar û zimanê xwe bi kar anîn. Êdî ev nav bûne : Elî ( Elo ) ; Osman ( Etman ) ; Emer ( Emo ) .... û y.d.

b. Navên navdar û lehengên ola nû : Hemza ( حمزة) ; Xalid ( خالد) ; E'bbas ( عباس) ..... û y.d.

Erê, civaka Kurdî, di riya dîndarên xwe re, fêrî jînenîgariya van navdar û lehengan bû, wilo jî sinc û rewiþtên wan giranbuha dîtin, lê ev nav jî li gorî pêdiviyên zimanê xwe guhertin. Ango, navên avra, li ba Kurdan, bê destavêtin, cih negirtin.

Piþtî vê yekê, Kurdan navên dumil ji van navan afirandin, da ji nav û pesnekî, navekî nû saz bikin. Ev afirandinên nû jî taybetmendiyeke Kurdî ye û diyardeya biþaftina ( helandin ) civaka Kurdî di ola nû de ye.

3. Navên afirandî :
Dema van navlêkirinan bû dema cihgirtina ola misilmaniyê di civaka Kurdî de. Belê, di vê demê de, Kurdên zanyarên ola nû peyda bûn û bûne xwedî bandor di afrandina navan de. Wilo jî, bûne bilîmentên navlêkirinan. Hinga, kurmê ola nû, ji dil, kete giyanê civakê de û demeke dûvdirêj tê de þolivî û bi xwe ve girêdayî hiþt, tanî nasnameya navên herêmane, bi carekê, ji holê hate rakirin û durv û nîþanên vê nasnameyê, di riya navên nû re bi mij û moranê hatin pêçan. Êdî, civakê parçekî giring ji taybetmendiya hebûna xwe bi der da :

a. Navên pesindar : Muhemedxêr ( محمد خير) ; Muhemedemîn ( محمد أمين) ; Muhemedreþîd ( محمد رشيد ) .... û y.d.

- 3 -
Ji ber ko bilêvkirina van navan, bi civaka Kurdî giran bû, ew li gorî zarê xwe bi kar anîn. Loma, ev nav, li gorî rêzkirina jorî, bûne : Xêro ; Emîno ; Reþîdo .... û y.d.

b. Navên hêzdar :

Koma van navan hêz û xurtiya serkanên ola Misilmaniyê berçav dikirin : Seyfeddîn ( سيف الدين) ; Þihabeddîn ( شهاب الدين ) ; Necmeddîn ( نجم الدين )...û y.d.

Ev nav jî weku hemî navan, li ser zimanê Kurdî ne þêlan û, bi asanî, nehatin binavkirin. Loma di axaftin û navhildanan de bûne : Seyfo ; Þihabo ; Necmo ... û y.d.

Ne tenha wilo, lê Kurdan, berevajî miletên din, di desthilatdariya xwe de / nimûneya Selaheddînê Eyûbî /, ti qezencên netewî bi dest nexistin, lê tenha bizav di ber ola misilmaniyê de kirin û bi çespandina desthilatdariya vê olê, ne ya xwe / weku gel / kêfxweþ û þad bûn. Hinga, ev ol kete hemî movikên jiyana civakî de û berevajî destpêkê, navên nû, ne tenha hatin pejirandin, lê hatin afirandin û, di civaka Kurdî de, bûne beþek ji kultûra navlêkirinan.

Kultûra navlêkirinê, ne tenha ziyan gihande jiholêrakirina navên Kurdî, lê ziyan gihande hemî movikên jiyana gel, tanî nasnameya navan hate windakirin. Ne tenha wilo, lê hizr û ramanên Kurdî di meþka Misilmaniyê de hatin keyandin û nîviþkê vê meþkê kete hîzê zimanê pîroz ( zimanê Qur'anê ) de. Ango, kar û westana zanyarên Kurd, di hemî waran de ( zanistî, fîlosofî, astronomî, toreyî, hunerî, dîrokî, kultûrî .... û y.d. ) bi zimanê ola nû hate weþandin û di bin sîwana zimanê pîroz de hate tapokirin. Wilo, di riya windabûna nasnameya navan re, hizr û ramanên Kurdî jî hatin windakirin û biderdan. Lê, di dawiya vê êtapê de çiroskên regeznasiyê, ji hêla hin zanyaran ve, hatin vedan û dora xwe ronî kirin.

II. Êtapa regeznasiyê di bijartina navn de :

Piþtî demeke dirêj, ji behwerpêanîn û xwesipartina ola nû, beþekî ji zanyarên Kurd nema keda xwe li ser navê regezeke din tapo kirin. Bi kurtî, nema hizr û ramanên xwe di meþka Misilmaniyê de keyandin û nîviþkê bidestxistinên xwe nema xistin hîzê regezeke din de. Ango, regeza xwe ji regeza zimanê pîroz cuda kirin û bizava xwe, bi zanebûn, Bi zimanê xwe kirin. Diyardeya wan jî, di vî warî de, taybetmendiya navan bû.

Wilo, di destpêka sedsala yazdehan de, navdarên weku Elî Herîrî ( 1009 ), Baba Tahir ( sedsala XI ), Cizîrî ( dawiya sedsala XI ), Feqihê Teyran ( 1302 ), Bateyî ( destpêka sedsala XV ) ... û y.d. xwe bi herêmên xwe dane binavkirin û bandora navlêkirinên olî sar kirin.

- 4 -
Bi vî rengî, vê þopa nû,kulorîkek di dergehê gelnasiyê de, li ber nifþên li pêþ, vekir û ew agadar kirin,ko nav yek ji bingehên nasnameya mirov in / ji ber ev mijar tenha li ser bandora navan e, em tê de nahingivin zimên û hêmanên din / û kar û xebat ji danasîna vê nasnameyê re gerek in. Ev danasîn jî, di pêpelûka pêþî de, di riya þûn û waran ve hate diyarkirin. Êdî navên pêþî nema hatin hildan, lê paþnav bûne cih û war ( Herîrî ; Bateyî ; Cezîrî...), bûne xak û erdnîgarî, bûne welat, bûne Kurdistan.

III. Êtapa gelnasiyê di vejîna navan de :
Dema hêza desthilatdariya Misilmaniyê / piþtî desthilatdariya Eyûbiyan / kete destên miletên din de, ev ol ji xwe re kirin pir, da di ser ve derbasî gêra bidestxistina qezencên netewî bibin. Wilo, piþka gelê Kurd, ji vê olê, li gutê ket. Êdî, gelê me, ne tenha baca vê ligutêketinê, tanî îro roj, dide, lê baca biderdana durv û nîþanên civaka xwe jî dide. Belê, windakirina nasnameya navan jî, yek ji van bacan bû.

Di vê rewþa nû de, û di bin bandora kela gelnasiyê de, nifþên jîndarên vê êtapê bi kar û barekî giran rabûn.Ew jî eþkerekirina gelnasiyê, di riya navan de, bû. Vê êtapê di dawiya sedsala þazdehan de dest pê kir û zanyarên wê li gelnasiya xwe hay bûn û xwe bi vê yekê serbilind didîtin.

M. E. Xanî ( 1591 ), ko xwe bi durvê "Xanî " da nasîn, serkêþiya vê êtapa nû kir. Wilo, ronakbîrên Kurd hewildanên xwe di ber parastina gelê xwe de, ji windabûnê, kirin û xwe ber bi doza bidestxistina taybetmendiyên gelê xwe ve kiþandin, da hin bi hin ev doz, di çarçeva mafên netewî de formule bibe.

Ronakbîrên Kurd, bi þiyan, bandora xwe li vê qûnaxê, di hemî waran de, kirin. Yek ji vê bandorê jî bicihkirina taybetmendiya vejiyandina navnê gelêrî bû. Belê, di prosesa vejiyandina navên gelêrî d, ristikeke bê dawî ji ronakbîrên Kurd da pey þopa M. E. Xanî û civaka Kurdî li navlêkirin û pêwîstiya wan, di durv û nîþanên gelêrî de, hay kirin.

Navdarên vê qûnaxê Nalî ( 1797 ), Pertew Begê Hekarî ( 1802 – Dîwana wî hatiye nivîsîn ), Pîremêrd (1807 ), Hacî Qadirê Koyî ( 1815 ), Wefayî ( 1838 ), Þêx Riza Talebanî ( 1842 ) .... û y. d. bûn .

Lê, roniya qûnaxa bicihkirina navên Kurdî, di civakê de, bi gêrvedaneke gelêrî, di destpêka sedsala bîstan de, gur bû û roniya xwe berda her maleke gelperwer. Navên vê qûnaxê jî pir in û karên wan eþkere û pelandî ne. Ew jî yên weku Bêkes
( Faiq ), Goran ..... û y.d. bûn.

Giringiya navlêkirinên Kurdî, di nav Kurdên "Binxet" ê de, bi saya zanyar û hiþmendên weku Mîr Celadet Alî Bedirxan, Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî, Namî, Reþîdê Kurd .... û y.d. hate berçavkirin û bû zîlana gelperwerî û serbilindiyê. Ne tenha wilo lê bû durvê kurdewariyê jî. Wilo, di encama kar û xebata vî nifþî de navan cihê xwe, di civaka Kurdî de, bi tundî girt.

- 5 -
Belê, nav bûne durvên civakî û siyasî. Êdî, di riya navan re, kes û malbat / car caran êl û eþîr jî /, bi van durvan, dihatin nîþankirin. Tanî dîroka kurdewarî û gelperweriya her mirovekî, li navê wî vedigera, dihate pîvan, dihate nirxandin û dihate destnîþankirin. Bi kurtî, li "Binxet" ê, nav bûne nasnama her mirovekî û bûne neynika girêdanên oldarî, siyasî û kurdewarî. Belê, dema mirov navên : Azad; Berzan ; Serbest ; Serdar....û y.d. dibîne, dikare qûnaxên van navlêkirinan binase û pileya kurdewariya vê malbatê, di riya wan re, bipelîne. Lê, gava navên : Nehro; Fîdil ; Îvan ; Meksîm....û y.d. di ber çavên te re, di malbateke Kurdî de, derbas bibin, nasnameya vê malbatê ji te ve diyar dibe.

Wilo jî, qûnaxên navên weku : Selam ; Cemal ; Xalid ; Fêsel ... û y.d. ji herkesî ve diyar û nas in. Ne tenha di van waran de, lê malbatên olperest jî, bi durvên navan têne çarçevkirin û pileya sistî û hiþkeoldariya wan berçav dibe .

Ne tenha wilo, lê Kurdên "Binxet" ê, di riya nasnameya navan re, bûne parçek ji erdnîgariya welatê xwe, bûne sînor û bi hev re, bûne giyanek. oma, av û welat, li ba wan, ji hev par û parçe nabin. Wilo, navên deþt, çiya, çem û hêmenên xwezaya welatê xwe, ji xwe re, kirin nav û nîþan, weku : Aras; Dicle; Ferat; Sîpan ....û y.d.

Navan, bi vî rengî, bandora xwe li Kurdên "Binxet" ê kir, tanî bûne nasnameya girêdanên her mirovekî di destnîþankirinên kurdewarî, siyasî û oldarî de. Wilo jî, yên erdnîgarî de. Lê, çawa be, prosesa navlêkirinan li "Binxet" ê kete warê xebat û berxwedanên siyasî de û bûne nîþana miletperweri yê. Belê, ev nîþan bi þiyan û serbilindî hate çesipandin û hate hildan.


* * *

/ berdewamiya babet,di xeleka bê de : " Ziman û berxwedanên parastinê " /.

_________________________________________________

· Min , di vê lêkolînê de , navên " mêza " di ser guhên xwe re avêtin û tenha li ser navên "nêrza" rawestam.Lê,navên "mêza",nemaze di qûnaxa nû de, kulîlkên rengereng in di nasnameya navan de.




Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo

Dema nivisandina nivîsê : 18. 09. 2005
Dema weþana nivîsê : 06. 05. 2008



Rezoyê Osê

Serif.muestak@gmx.de


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=612