![]() |
![]() |
| |
|
![]() Xoybun >> Ansiklopedi
Xewna Shîlanê "Newroz"Shîlan keçeke 6 salî ye. Ew li Almaniyayê hatiye dinyayê. Dê û bavê Shîlanê bi roj diçin kar. Shîlan îsal nû diçe dibistanê. Kêfa wê ji dibistanê re zaf tê û ew ji mamosta xwe pir hez dike. Mamosta Shîlanê jî bi wê zaf kêfxwesh dibe. Shîlan dikane bi du zimanan baxive. Ew li mal bi Kurdî û li dibistanê bi Almanî dipeyîve.Shîlanê welatê dê û bavê xwe hên nedîtiye. Li wê derê dapîr, bapîr, ap, met, xaltî û xalên Shîlanê hene. Ew wan hên nas nake. Carcaran ewê fotografên xwe dishînin. Shîlanê ew li ser fotografan dîtine. Herçî bav û dayîka Shîlanê qala welêt dikin, ew tim bala xwe dide ser gotinên wan.Îro ji rojan rojek ji meha Adarê ye.Bavê Shîlanê got:"Sibe li ba me destpêka biharê ye û hem jî sersala me ye, yanê Newroz e." Shîlanê gotina bavê xwe birî û got: "Bavo, sersal pir demek e, ku derbaz bûye." Bavê Shîlanê kenîya û got: "Na, qiza min, ew li vê derê bû. Li ba me, yanê li Kurdistanê sibe 21ê Adarê ye û Newroz e. Sibe salake nû dest pê dike. Rojên zivistanê yên sar êdî qedîyan. Berfa serî çîyayên bilind dihele. Newal û çem cosh dibin. Çîya û zozan, desht û mêrg, her der shîn dibin. Der û dor bi bihn û rengên kulîlk û çiçekan tê xamilandin. Çi dar û ber, çi kurm û kêz, çi kulîlk û çîçek, çi çivîk û balinde; li her alî bi jîyaneke nû dest pê dike." Shîlanê dîsa pirsî: "Bavo, li Newrozê, wek li vir, pir bombe tên teqandin?" Bavê Shîlanê got "Na, keça min!" û domand: "Roja Newrozê her kes, jin, mêr, xort, qîz, keçik û lawik kincên pak û rindik li xwe dikin. Jin û keç xwe bi xeftanên rengîn dixemilînin. Li her derê rengên sor, sipî kesk û zer tên daliqandin. Li ser çîyan, giran û li deshtan agirên mezin ji bo Newrozê tên dadan. Shênî hemû li dora agiran dicivin, govend û dîlanê dikin û bi dehol û zurnê cejna Newrozê pîroz dikin. Keç û kur xwe di ser agir re davêjin. Her kes cejna Newrozê li hev pîroz dike û bi vê cejnê sha û dilgesh dibe. Ew ji bo sala nû kêfxweshî, tendurustî, ashitî ji hev re hêvî dikin. Li Kurdistanê shahîya Newrozê 3 rojan dom dike." Shîlanê dixwest, ku hên ji bavê xwe pir tishtan bipirse. Lê dayîka wê dest bi axaftinê kir û got: "Shîlan, qîza min a delal, rabe, dereng e! Diranên xwe firçe bike û here razê! Ezê sibe te zû hishyar bikim. Sheva tê ezê ji te re çîroka Newrozê hewaldim." Shîlanê bi dilekî xwesh dayîk û bavê xwe maç kirin û got: "Shev bash dayê! Shev bash bavo!" "Shev bash qîza min!" Shîlanê xwe xist nav nivînan, welatê dayîk û bavê xwe di ber dilê xwe re bir anî û pashê kete xeweke kûr û xewneke dirêj. Shîlan bi hevalên xwe re li baxçeyê dibistanê digerîya. Wê kincên xwe yên rengîn û pak li xwe kiribûn û porê xwe bi kurdeleke kesk û sor, sipî û zer xemilandibû. Hemû hevalên Shîlanê, yên ku ew didîtin, bawer dikirin, ku îro roja bûyîna Shîlanê ye û ji wê re digotin: "Roja bûyîna te pîroz be!" Shîlan her carê dikenîya û digot: "Îro ne roja bûyîna min e. Îro Newroz e. Yanê roja nû ye ji bo me Kurdan. Îro sersala me ye." Shîlan û hevalên wê li ezmên nêrîn. Li hêla wan leglegeka sipî ya mezin peyda bû. Carakê di ser dibistanê re firîya û pashê hat li baxçeyê dibistanê danisht. Hemû shagirt li dora leglegê kom bûn. Legleg berê li zarokan nêrî û got: "Roj bash hevalno! Newroza we pîroz be!" Ji Shîlanê bêtir tukes tê negihîsht, ku legleg çi dibêje.Shîlan bi pêshde çû û silav da leglegê: "Roj bash. Bila Newroza te jî pîroz be. Tu çawa dizanî, ku îro Newroz e?" Leglegê dest bi axaftina xwe kir û got: "Ez ji Kurdistanê têm. Îro li wê derê Newroz e.Hin leglegên din jî çûn welatên din. Em dixwezin zarokan ji hemû welatan bibin û bi wan re cejna Newrozê pîroz bikin." Shîlan hên nêzîkî leglegê bû û bi dengekî xweshik û nerm got: "Dayîk û bavên min jî ji Kurdistanê tên. Min hên Kurdistan nedîtiye. Dapîr, bapîr û hemû xizmên min li wir dijîn. Leglega delal û hêja, tu dikanî min bi xwe re bibî?" Leglegê got "Erê", û domand: "Tu dikanî du hevalên xwe yên din jî bi xwe re wînî." Shîlan carekê li dora xwe nêrî û bi destên Susî û Miryamê girt û hemûyan bi hev re xwe avêtin ser pishta leglegê.Legleg pir bilind firîya. Ew derket ser ewran, di ser pir çîyan, çem û welatan re firîya. Shîlan, Susî û Miryam pir kêfxwesh bûn. Carekê Shîlanê dît, ku li her derê agir hatine vêxistin û dû bilind dibe.Hewildana bavê Shîlanê hate bîra wê û pirsî: "Leglega delal, em gihîshtin, ne wisa ye?" Leglegê got "Belê!" û giran giran li nav shênî daket.Shîlan, Sûsî û Miryamê hemû sipasî leglegê kirin û bi çavên matmayî li dora xwe nêrîn. Li her derê agir hatibûn dadan. Kal, pîr, jin, mêr, qîz, xort û zarok ketibûn govendê û hinan jî xwe di ser agir re davêtin. Her sê heval bi vî tishtî pir kêfxwesh bûn û ew jî ketin govendê. Dema ku dayîka Shîlanê ew maç kir, wê çavên xwe vekirin û ji xewna xwe ya xweshik derket. Dayîka wê got: "Roj bash keça min a delal. De rabe, îro Newroz e! Ez Newroza te pîroz dikim." Shîlanê nexwest ku hishyar bibe. Wê dixwest, ku xewna wê hên bidome. Gavek derbas bû û wê jî ji dayîka xwe re got: "Newroza te jî pîroz be, dayê!" Shîlanê xwe ji bo dibistanê amade kir. Wê ji bo hevalên xwe tishtên xwerinê xistin tûrikê xwe. Dema ku Shîlan ji malê derdiket, got: "Dayê, em dikanin sala tê, li Newrozê herin Kurdistanê? Dayîka Shîlanê lê vegerand: "Êvarî, ku bavê te hat, em dikanin bi hev re li ser baxivin." "Bash e, bimîne di xweshîyê de, dayê!" "Here, bi xweshî, qîza min!" |
| PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |
PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
Email : xoybuncom@yahoo.de
Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...
Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...
This site is best viewed with Avant Browser...
Download !!!
This site is best viewed with Avant Browser...
Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...
Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...
Tesla
Tesla
Tesla
Tabacco
Tabacco
|
|