 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1974 Komara Tirkiyê cara diduyê êriþ bir ser Devleta Qibrisê.2007 Li nahiyeya Kahtaniye ya qezeya Þengarê ya giredayî Musilê de, di encama teqîna 2 otomobîlên barhilgir de zêdetir ji 1000 kes þehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bun.
2007 14.08.2007 — Em Fermana Êzîdîyan, ya cara 73 an, ya tevkujîna Nahîya Kahtaniye, Ya Qezeya Þengarê, Þermezar Dikin û Þehîda bi bîr tînin ! Þehîdên Þengarê Wekê Her Þehîdên Kurdistanê Di Dilê Meda Dijîn.
|
|
|
 |
| |

Heyamo ji wan re bibêje ! Konê Reþ
Çi havîneke dirêje
Tu dibêjî qey heyam
Xwe xuz kiriye û dem
Hûrikên xwe di nav tozê de
Didêre..
Waweylê !
Çilo sal pîr dibin û
Mîrneþîn pîr nabin ? !
Herdû bestên li dor gundê min Doda
Gelek çerx û dewran dîtine ta ku
Derbasî dîrokê bûne
Dîroka ku bi bê deng zêrevaniya
Rêwiyan dike û
Hin caran bi wan re
Di kene, hin caran digirî
Lê qet diyalogê bi kesên rawestyayî re
Li ser peravê demê nake..
Va ez ketime payîza temenê xwe de
Rojan dispêrim hev û
Bê deng xwe ji wan re xuz dikim
Pêre-pêre sosretmayî dimînim û
ji xwe dipirsim:
Va ez pîr dibim,
Gelo çima desthilat û
Berpirsyar pîr nabin ?!
Derewan dikin û
Tu bi wan zanî
Pêre jî ev gotin tê hizra mirov:
(Xwe bi parêze ji þerê wan kesên ku
te qencî bi wan kiriye)
An:((ku te qencî bi merdan re kir
Te ew ji xwe re kirîn û
Te qencî bi nemerdan re kir
wê rojekê li ber te rabin û
berberiya te bikin)
Dibêjin:
Ji bo rastî bê gotin,
Dîrok xwe vedigerîne
Gelo ! Ji bo vejandinê
Evîn jî xwe vedigerîne
Heyamo ! ji wan re bibêje !
Qamiþlo, Tebaxa 2004
Konê Reþ
|