 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |

Bîranînek li ser jiyana Mîr Xêrî BegMîr Xêrî Beg, kurê Se‘îd Beg, kurê Alî Beg, di sala 1930î de li Ba‘edra Mîran - Mîrgeha Þêxan - hatiye cîhanê û ronahiya vê dinya gewrik dîtiye. Di sala 1944an de, piþtî mirina Mîr Se‘îd Beg, gelê Êzîdî û civata wan ya rûhanî Tehsîn Beg, birayê Xêrî Beg hilbijartin û wî danîbûn þûna bavê wî. Mîr Xêrî Beg þêwirdarê birayê xwe bû û milê wî yê rastê bû. Heke Mîr Tehsîn Beg ji bo pêkanîna kar û barên Êzîdiyan ji Mîrgehê dûrkete, Xêrî Beg ciyê wî digirt û Mîrantiya Êzîdiyan dikir. Ji sala 1975an û heya 1991ê, dema ku Tehsîn Beg ji ber rêcîma Îraqê reviyabû Ewropa, Xêrî Beg ciyê wî girtibû. Di dema wî de komîta ji bo çareserkirina pirsgirêka xêr û xêratên Êzîdiyan li Laliþa Nûranî hatibû damezrandin. Ew jî serokê vê destekê bû.
Di sala 1991ê de dema serhildan û berxwedana gelê kurd li dijî rêcîma Bexdayê, Mîr Xêrî Beg xwe tevayî vê serhildana gelê xwe kiribû. Ew û rola wî di navbera rêxistinên kurd de pir bi rûmet û nav û deng bû. Mîr Xêrî Beg niwênerê perlementa kurdî li Kurdistana-Îraqê bû. Bi mirina Xêrî Beg, mirovekî me yî pir hêja û bi rûmet ji nava me diçe. Em giþt bi mirina wî dêþin, lê belê jiyan û mirin bi destên Xwedê û Tawisî-Melek in. Em dibêjin: "Sed rehmet li rih û canê wî be, Xwedê û Tawisî-Melek wî bi rehma xwe þah bike."
|