|
|||
|
Xoybun >> Ansiklopedi
Lêrênînek ji Rojnameya "KUDISTAN"ê yekem rojnameya Kurdî105 sal bi ser weþana yekem Rojnameya Kurdî dibihore. Ahenga xebata netewî û rewþenbîrî a 105 sal berî, ku bi xameya babê rojnamevaniya Kurdî Miqdad Midhet Bedirxan hatibû dest pê kirin, evro bi qasê xwe pêþve çûye. Kurd di bin siya teknolojiya nû de û di sedsala ragehandinê de ji hemû metodên rêxistî û na rêxistî ji bo gehandina peyam û merema xwe mifahê werdigire. Rojnameya "KURDISTAN"ê di çi rewþeke dîrokî, siyasî, rewþenbîrî, abûrî û civakiya gelê Kurd de hatiye weþandin û çima her qas em li rêkewta weþana yekem rojnameya Kurdî dûr dikevin biha û giringiya wê rojê zêdetir dibe? Ev þiroveye paçve kirinekî despêkî ye bi ser kakil, þêwaz û rewþ û dema derçûna rojanameya "KURDISTAN"ê.Rewþ û çaxê weþana "KURDISTAN"ê __________________________________ Di dawiya sedsala nozdan de, bîr û hizra Netewî ku piþtî Þoreþa Feranse li sala 1789an di welatên Ewrûpayî de ser hildabû, tuxîbên Impiratoriya Usmanî jî derbaz bû. Rewþenbîrên Ereb, Elbanî û Bulxarî di hizra kisayetiya netewiye xwe de bûn û ji bo destve anîna serxwebûna xwe ji bin sengiya Turkên Usmanî de xebat dikirin. (1) Rewþenbîrên Tirk jî ketine bin bandora vê seha netewî. Pêþengên hizra Pan Turkîsm, ku piraniya wan li welatên Ewrûpî dijiyan ji bo pêk anîna dewletekî Tirk hewl didan, ku hemû Tirkan bi hev re kom biket. Tirkan bi damezirandina rêxistin û weþandina kovar û rojnameyan hizra netewiye xwe belav dikirin. (2) Di rewþekî wisan de rewþenbîrên Kurd jî, ku piraniya wan ji malbatên bi rûmete mîrên Kurdan ên Miþextiyê Estenbolê an xurtên serok eþîretan bûn, dest bvi hilkiþan û geþ kirina hizra netewî kirin. Yek bûna xewna rewþenbîrên Kurd û Tirk di wê çendê de bû ku her du aliyan dixwast deshelata siyasiye serbixwe damezirînin, lê ferq û cudahia wan di vê çendê da bû, ku xewna Kurd destve hatina wê dijwartir bû. Rewþenbîrên netewa Kurd kêm bûn, aboriyeke jar û parvemayiye Cotkarî û pezdarî hebû, hevgirtina êl û eþîretan cuda cuda nedihate pêþmêze kirin. Miqdad Midhet Beg, rêveber û sernivîskarê yekemîn rojanameya Kurdî, li ser gotara yekeme rojanamaeya Kurdî de bi eþkere iþare bi vê xalê diket. (3) Miqdad Midhet Bedirxan _________________________ Yek ji pêþengên seha netewiye Kurd, "Miqdad Midhet Begê Bedirxan" kurê Mîrê Botan Bedirxan Paþa, bû. Malbata Bedirxan yek ji deshilatdartirîn mîrên Kurdam bûn, babê Miqdad Beg dijberî dewleta Usmanî þer hilda, lê dewleta Usmanî bi alîkariya Yezdanþîrê birazayê Mîr Bedirxan, þoreþa Bedirxan di sala 1847ê de ji nav dibe û di encamê de Miqdad Beg bo Qahirê paytextê Misrê tê dûr kirin. Di vî demî daye ku babê rojnamevaniya Kurdî yekemîn rûpelên ronamevcaniya Kurdî diveket. Rojnameya "KURDISTAN"ê ___________________________ Bedirxan di sergotara yekeme Rojnameya Kurdî de basê wê çendê naket ku çima navê "KURDISTAN"ê bo rojnameya xwe hilbijartiye. Lê ew nave dibe di çarçoveya geþ kirina seha netewiye wî çaxî de bihê disêp kirin. Xevna Bedirxan Kurdistaneke hevgirtî di dewleteke serbixwe de bû û hinek ji xwandevanên "Kurdistan"ê jî seh bi wê çendê kirine. Lewma yek ji xwandevanên wê rojnamê ki Demiþqê , ku xwe bi lawê Þêx Fetah dinasîne di helbesteke dirêj de seha xwe li hember "KURDISTAN"ê wisan beyan diket: Pîroz e ji te hezar cara Ev denge niho li nav yara Mizgîniya vê cerîdeya qenc Þabaþ tibîtin qa hebit qenc *** Ronahiya bab û kal û ecdad Payvê hunerê, te kir niho þad Beybûniya dewleta te geþ bit Qasê tu hebî, dilê te xweþ bit (1) Yekem hijmara "KURDISTAN"ê di roja pencþemî 22yê Nîsana 1898ê li Qahirê li Çapxaneya "El Hilal" hate weþandin. Di hijmara yekeme "Kurdistan"ê de li rûpela yekê bi Tirkî ev hevokê hatiye niv'sandin: "Vê gave ji bo handana Kurdan bo xwendin u hîn bûnê”. Di hijmara sêsêyan bi navê "KURDISTAN"hervoka jêrîn hatiye nivîsandin: "Pazde rojan carekê tê weþandin, weþaneke Kurdî ye." Ji hijmara 24ê wir de de guhertineke kêm bi navê "KURDISTAN"ê tê dîtin û bi Tirkî hatiye nivîsanidin: "Mehê carekê tê weþandin, rojnameyeke Kurdî ye". Ji hijmara 25ê vir de ev guhertine di zimanê Kurdî de jî tê dîtin. "Heyvê carekê tê weþandine, cerîdeyeka Kurdî ye". Lêrihênînek ji hijmarên "KURDISTAN"ê Xwediyê "KURDISTAN"ê Miqdad Midhet Bedirxan armanca rojnameya xwe di sergotara yekeme rojnama Kurdî de bi wî terzî beyan diket: "Li her cihekê fêrgeh û xwandingehên baþ hebin, ezê nîþanê Kurdan bidim (bo wan bas bikim), her þerek biqewme, dewletên mezin çi dikin, ezê basa hemûyan bikim. (3) Miqdad Bedirxan ji pûtedar bûna karê xwe haydar e û dizane serdemê wê ye, lewma di sergotara yekem de paþ ragehandina armancên rojnameya xwe bala xwandevanan bo wê çendê radikþîne, ku eva yekem rojnameya Kurdî ye: "Heya niha tu kesê cerîdeyeke wisan (bi Kurdî) der xistyiye, cerîdeya min yekem cerîde (a Kurdî) ye. Lewma pire ji kêmasîan, hêvîdarim kêmasiyên rojnamê ji min re binivîsin." Lê Miqdad Bedirxan mîna rêberekê dizane ku bê piþkdarriya xwandevanan serekvtî nabe, lewma dibêje: "Her tiþtê ku bi tazeyî tê çêkirin lêmasiyên wê hene. Lê piþtî wê, riya xwe peyda dikete." Zimanê "KURDISTAN"ê _________________________ Her çend "Kurdistan" rojnameyeka Kurdî bûye, lê ji ber tevlî hev bûna rewþenbîrên Kurd tevî rewþenbîrên gelên dinêye herêmê û ji ber wê çendê ku deshelatdaran zimanê Tirkî û Erebî bûye, "KURDISTAN" ne çar bûye bi wan zimanan jî binivîse. Tenê sê hijmarên yekeme "KURDISTAN"ê bi Kurdî hatine nivîsandin. Lê ji hijmara çar vir de nivîsînên bi zimanê Tirkî tê de cih girtin. Nivîsînên bi Tirkî di hijmarên 4, 5, 6 û 7 de bi terzê nameya vekirî (daxwazname) bo Sultan Ebdulhemîdê Duyem hatine nivîsandin. Hijmarên 9, 11 û 15 tenê bi Kurdî hatine nivîsîn û yên din bi Kurdî û Tirkî hatine weþandin. Her wisan du carsn jî nivîsîna Eerbî di "KURDISTAN"ê de hatiye belav kirin: "Ya yekê nameya "Elî kurê Husênê Amêdî ye ku ji Mardînê þandibû û di hijmara 8ê de hatibû belav kirin, eva din jî nameya "Þêx Hesen"e ku li Nablosa Lubnanê jê re þandiye û di hijmara 16ê de hatiye belav kirin. "KURDISTAN" bi zimanê Kurdî Kurmancî a jorîn hatiye nivîsandin, lê peyvên Erebî û Farsî bi terzeke berçav di rojnamê de bikar hatine. Di wî serdemî de di nava rewþenbîrên Kurd de tiþtejk edetî bûye, ku ji peyvên Erebî û Farsî jî mifahê wergirin û eva jî bi nîþaneya rewþenbîrî û pêþkevtinê hisêp kirine. Dijatiya Sultan __________________ Hukumeta Usmanî rê ji belav bûna rojnameya "KURDISTAN"ê li navxweye Kurdistanê digirt. Lewma di hijmara 4ê de yekem nivîsîna Miqdad bedirxan bi Tirkî hatiye bilav kirin, ku daxwaz ji Sultan Ebdulhemîdê Duyem diket, pêþiya belav kirina rojnameya wî li Kurdistanê negirin. "Nivîsîna serê [ku] min bi Tirkî nivîsandiye nameyeke bo Hezretê Sultan Ebdulhemîd Xan. Di wê namê de daxwazê jê dikim rê bide rojnameya min bi azadî bighîje Kurdistanê." (4) "Ji wan welatan ku rojnamê ji wan re diþînim, name bo min nivîsdandine, ku Hukumeta Usmanî rê nade rojnameyaa min bighîje destê wan, jiberku ew Kurdî nazanin, dibêjin rojname dijberî wan hatiye nivîsandin." (5) Cihê balkêþanêye, ku Miqdad Beg Sultan bê guneh dizane û kesên aqara wî gunehbar dike. Her wisan pê li ser wê diçeqîne, ku dijî dewleta Usmanî ye. Belkî devr û berê Sultan gunehbar dike, ku Kurdî nazanin, lewma wa dizanin ku rojname dijî Sultan e. Dibe mirov di wî serdemî de karê babê rojnamevaniya Kurdî bi pêrew kirin ji "Riyal Polîtîk"ê bîne hisêpê. Jiberku Sultanek ku deshilata wî di hemû Rojhilata Navîn û piþkek ji Ewrûpa de heye, dijatî kirina wî diroste û belke biba sedema wê çendê ku "KURDISTAN" ji yek hijmarê zêdetir nehê weþandin. Bi wî halî jî dewleta Usmanî berdewam dibe ji rê nedan bi belav bûna rojnamê di Kurdistanê de. Di bersiva nameya xwandevanekê de bi navê Seyd Tahirê Botanî ku ji Edenê jê re diþîne û daxwaza 50 hijmarên rojnamê dike (wî çaxî Kurd bo kar û dirûna dexl û danî koçberê wê derê dibûn.) Bedirxan dinivîse: "… Bi riyên hewce rojnameyên min bihên belav kirin, ez neçar im riyeke din peyda bikim bo wê çendê ku 50 dane, "KURDISTAN" bighîje destê te."(5) Eva eyan diket ku Bedirxan li ser belav kirina rojnameya xwe çiqas mukûm bûye. Çapxana "KURDISTAN ê " __________________________ Hijmara 1 hetanî hijmara 3ê ye "KURDISTAN"ê li çapxaneya "El Hilal" a Qahirê hatiye çap kirin û hijmarên 4, 5, li "çapxaneya cerideya "KURDISTAN"ê hatiye çap kirin. Bi wê çendêem dikarin bêjin, ku "çapxaneya cerideya "KURDISTAN"ê yekem çapxaneya "Kurdî" bûye. Lê ev çapxane jî her çapxaneya "El Hilal" bûye. Ji hijmara 4 vir de ku Miqdad Beg bi zimanê Tirkî nameyên siyasî dijî kesên devrûberê Sultan ji Sultan re nivîsandiye, wisan xuya diket ku çapxaneya "El Hilal" berpirsayetiya vê bi estuwê xwe negirtibe û hazir nebûye navê çapxaneyê ser rojnamê were nivîsîn. Bi wê çendê xwe ji girêpêçkan parastibe. Vegeryana Miqdad Beg bo Estenbolê Her çend ku ev dem welatê Misrê di bin deshelata Ingilîza de bûye, lê Dewleta Usmanî û hukmê Paþayê Usamanî gihiþtiye jî, bi awayek ku dikarî pêþiya belav bûna rojnameyeke opozisiyonê bigire. Sultan Ebdulhemîdê Duyem ev þole kir û pêþiya belav bûna "KURDISTAN"ê girt. Hukûmeta Usmanî înca ji bo wê çendê ku pêþiya belav bûna "KURDISTAN"ê bigire, Miqdad Midhet Xan vedigerîne Estenbolê, lê rojname ji weþanê nahê sekinandin û Ebdulrehmanê birayê Midhet Beg li Jinêvê dest bi weþan û belav kirina rojnameya biaryê xwe diket. Ebdulrehman di dirêjiya nivîsîna xwe de dibêje: "Min di wê cerîdê de nameyeke Romî (Tirkî) ji bo Sultan Ebdulhemîd Xan nivîsandiye. Di nameya xwe de dibêjim, ji ber wê çendê ku Sultan rê nedaye cerîdeya birayê min li mulkê Sultan bihête belav kirin, ezê vê cerîdeyê ji mulkê wî dertînim, hetanî ku bikarim ji riya vê rojnamê ji bo baþiya Kurdan xebatê bikim û basa ne pakiya kesên devr û berê Sultan bikim." Bi guhertina sernivîskarê "KURDISTAN"ê armanca "KURDISTAN"ê nahê guhertin. Her çend yekem rojnameya Kurdî bi terzê rojnameyên xwe serdemê deng û basan belav nedikir, lê li ser bûyerên cîhanê disekine û þirove diket. Nêzîk bi hemû gotarên "KURDISTAN"ê basa baþiya zanist û xwandinê dikin. Bedirxanan bi baþî ji wê çendê têgehiþtibûn ku derdê yekem e Kurdan nezanîn û "cehalete" e, lewma wan ev çende mîna yekem dujminê rastîne gelê Kurd didane xuya kirin. Rûpelek xasmanî ji bo þakara Ehmedê Xanî Mem û Zînê hatibû mizext kirin û hemû carê piþkek jê dihate belav kirin. Naveroka "KURDISTAN"ê tenê di dengûbas, ron kirin û babetên edebî de nahê kurt kirin, "KURDISTAN" wekî palderê seha netewiye Kurdan wezîfeya xwe bi cih anîye. Xebat dijberî Rijîma Ebdulhemîd, diroka Kurd û Kurdistanê û xasmanî dîroka Mîrê Botan, dijatî tevî þerê Kurd û Ermeniyan ji wan babetan bûn ku di 31 hijmarên "KURDISTAN"ê hatibûn belav kirin. Sedemên paþkevtina derçûna rojnameya "KURDISTAN"ê __________________________________________________ Hoþyar Kerîm Qeredaxî di gotarekê de bi sedema 100mîn salvegera weþana yekem rojnameya Kurdî dibêje: "Sedema serekiye paþkevtin ji weþanê guhertina cihê weþandina wê bûye". Xwediyê rojnamê ku nekariye li cihekê cihgir be û di wê nameyeya ku di hijmara 5ê de ji Sultan Ebdulhemîd re dinivîse, eyan dibe ku Sîxor û ajansên Usmaniyan gelek asteng û girêpêçk xistibûne ber derçûna "KURDISTAN"ê û jiyana babê rojnamevaniya Kurdî. Ji ber wê, Miqdad Midhet Bedirxan Qahire bi cih hêlaye û vegeryaye Estenbolê û birayê wî li Jinêvê dirêjî bi sernivîseriya vê rojnamê dade û "KURDISTAN" dubare ji Jinêvê berev Qahire û ji wê derê jî bo London û Folikstonê û cara dawiyê ji bo Jinêvê jî ku hijmarên 30, 31 lê vê derê hatiye weþandin diçe, koçber bûye. Sedemên dinêye paþkevtina "KURDISTAN"ê kêmî an nebûna çapxane xasmanî di welatên Ewrûpayî de bûye. Di hijmara 16ê de li 25.7.1899 ev astengene hatiye destnîþan kirin.wisan xuya naket ku astenga aborî bûye sedema paþkevtina weþana "KURDISTAN"ê. Jiberku hemû carê 2000 hijmarên wê bi belaþî ji bo Kurdistanê dihatin þandin. Ev qase piþtî hijmara 20an dibe 200 dane, bê vê ku çi têdîtinek têde bihê dîtin ku sedema vî aborî ye. Þêwaza "KURDISTAN"ê __________________________ "KURDISTAN" Li qewareya B4 (22,5 x 32.5 cm) di çar rûpelan de bi tîpên Erebî dihat weþandin. Formata B wê demê bedewtirîn þêwaza weþanê bûye û niha jî piþkeke zaf ji kovar û pirtûkên Emrîkayî û Efrîqayî bi vê formatê têne weþandin. Di nasnameya rojnamê de navê "KURDISTAN"ê bi pênosa Nesx (tîpên Erebî) hatiye nivîsanîn. Di bin de jî sala weþana yekem hijmarê 1315 (koçî) hatiye nivîsîn. Ev nivîsîne heya hijmara dawiya "KURDISTAN"ê, wekî nasnameya rojnamê di yekem rûpela "KURDISTAN"ê de hatiye çap kirin. Ji aliyê rastê navê "KURDISTAN"ê hatiye nivîsîn: "Her nameya ku tê hinartin, diwiya bi navê xwediyê cerîdê : Lawê Bedirxan Paþa - Miqdad Midhet Beg bo Misrê bihê þandin. Her carê 2000 daneyn bi belaþ ji bo Kurdistanê diþînim, ku ji bo xwandinê bi xelkê bihê dan. Ji aliyê raste "KURDISTAN"ê bi irkî ji bilî zanyariyên serê, ev hevoke jî hatiye nivîsîn: "Bo dervey Kurdistanê bi sal 80 Quruþ e, bo navxweye Kurdistanê ji bo daxwazkaran bi belaþî tê þandin." Ji hijmara 16ê vir de navê "KURDISTAN"ê li rûpela yekem bi tîpa' latînî jî tê nivîsîn ku þêwaza Fontogirafiya vê 3 car guhertin bi ser de hatiye. Di bin navê latîniye "KURDISTAN"ê de nav û nîþanên "KURDISTAN" bi Latînî hatiye nivîsîn. Di bin navê "KURDISTAN"ê de bi Tirkî hevoka jêrîn hatiye nivîsîn: "Di oxira haydana Kurdan ji bo xwandin û Zanistê." Rêkevta belav kirina rojnamê di navbera sê hêlên 1 bi estûriya yek xal (Point) ku du ji wan li xwarê hatine nivîsîn: Roja Pêncþemî 30ê Zîlqeda sala 1315 e Koçî, pêncþemî 4ê Nîsana 1314e Romî hemberî 22ê Awrîla 1898e Zayînî. Bi giþtî "KURDISTAN"ê ji yek terzê nivîsînê mifah wergirtiye. Ev kare ji dîtingeha zanista girafîk û çapemeniyê ve mîna xaleke bi hêz ji bo afirandina istandardeke fontogiragî û darêtinê tê mêze kirin û mîna yekem pêngav di rojnamevaniya Kurdî de bi mezintirîn pêngav jî tê dîtin. Ji aliyê din ve jî nîþana wê çendê ye ku xwediyê "KURDISTAN"ê pisporî û karnasiyeke baþ ji hilbijartina metodê gehandina peyaman de hebûye, her çend di wî serdemî de zanista Girafîk di zanîngehande nedihate xwandin. Ji hijmara þeþê veir de þêwaza yekeme rûpela "KURDISTAN"ê pîçet tê guhertin û qasê hêla bin rêkevta weþana "KURDISTAN"ê ji yek Poînt dibe 2 Poîntên cut hêl. Her wisan hêlên servey rûpelan ji yek poînta cut hêl ve dibe bi du Poînt. Ji bilî hijmarên 20 heya 22 yê ku sê stûn bûn, hemû hijmarên dinêye "KURDISTAN"ê bi terzê du stûnî hatine darêtin ku hêleke nazik stûnan ji hev du cuha diket. Rûpelên ku vehandin tê de hene bi sê an çar stûnan hatine weþandin. Bi giþtî dibe "KURDISTAN"ê wekî rojnameyeke pêþkevtî di warê kakil û þêwaza darêtinê de bihê mêze kirin. Vekolîna babet û taypogirafiya "KURDISTAN"ê bo wê çendê dibe bibîte serevaniyek ji bo danana xîmekî istandare Zanistî di belav kirina rojnamevaniya Kurdî de, xasmanî di sed sala pêwendiyan de. -------------------------------------------------------------------------------- Jêder 1.Midhet Emîn Boz Erselan, "KURDISTAN" rojnameya Kurî ya pêþîn, 1898 – 1902, wergêran ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî, berga yekem, çapa Siew'dê 1991. 2.Dr. Seîd Þerefkendî, kurte Dîroka bizavên netewiye Kurd, wergêran bo Kurdî, Teha Etîqî, Agêk, Siwêd 1995. 3.Miqdad Midhet Begê Bedirxan, "KURDISTAN", sala ewelê, eded 1, rûper 1, roja pêncþeme 30ê Zîlqeide, Sine sala1315. 4. "KURDISTAN", hijmar 3 5. "KURDISTAN", hijmar 4 6.Hoþyar Kerîm Qeredaxî, ji bîr anîna sedsal bi ser derbaz bûna weþana yekem rojnameya "KURDISTAN"ê di cîhanê de, "Tîþkî Rojname" hijmar yek, London, Havîna 1998. www.dengekurd.com |
| PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |
PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
Email : xoybuncom@yahoo.de
Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...
Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...
This site is best viewed with Avant Browser...
|