![]() |
![]() |
![]() | |
|
![]() Xoybun >> Ansiklopedi
Çend Helbestên / Çerkesê REŞDENGÊ RÊ :_______________ Ez diçime Kurdîstanê, Çavê min jî, we jî ronik, Rêketina vê destanê Her gurr dike hestê tenik. Hêdî-hêdî rê min dibe, Lê dil û hiş idî wirin, Ruhê minda qibeqibe Awazeke dûr û şîrin. Û nizanim-rê distirê, Yan ev xûna mine gevez, Ez nizanım... Lê min tirê Tava zengil bi hub û rez Zinge-zinge li erş-ezman, Û hewardor dibarin zêr, Wek bext, xiyal, xewn û guman, Wek bawerî, wek surr û sêr. Û ez diçim... Roja sayî Bêhed kûre û jibare. Aso-aso-sût û şayî, Her tişt qey bêy kaş û bare. Teyr û tû va çawa rêber, Sewta digrin ji buluştê, Perwaz didin bi eşq dor-der, Dua dikin bi niviştê. Daristan bi hezar destî Silav dikin va hewardor, Vediresin dîrok, rastî, Bûyer dertên ji kuncên kor. Vedbeşirin kanî û çem, Diteyîsin şaristanî, Hev diqetin kulîlk û xem, Dil lêdixe baristanî. Dil lêdixe baristanî, Ez gihîştime İtaka xwe, Qurbetiyê qey serî danî, Heyecanî va min dixwe! Çerkesê REŞ **** RİCAFÊN XWEDîTİNÊ : ________________________ Ev çi to çiyane, ev çi to gelî, Cîhan qey nûva diefire vir, Bi nirxên sivte dikenin gilî, Paşla hevdanin hê xwelî-kevir. Dîroka xûna xwe dihesim ez, Weldgerînim rûpel bi rûpel, Dibme dabîrê Rojhilata rez, Ber min vedibin hezar zer û çel. Ez hatime, ku kûr biqacqicim Navbera dîtin-nedîtinêda, Ku berbi berga eslê xwe biçim, Û rûreş nebim ber mîr û xweda! Kurdistane ev... Xewnerojk, rastî Hevdu radmûsin, dibine karwan, Ez xwe hes dikim çawa berdestî Û dikevime nav xizmeta wan! Kurdistane ev... Çavkaniya şûna Xûna heyetiya minda tim hişiyar, Li hev dikevin tawê hesîna, Ez dîhar dibin ça peya û siyar. Hevdu dialin hêvî û keser, Dûrva diqûje saweke qîçik, Ax, ev çi doze û ev çi heşer, Ku ha diteqin her qundax-qulçik! Dûxan dikele ruhda wek decal, Li ser bîvkê min tê-dibe risas, Aca taw-têwiyê vedibe mecal, Têk diçin qey bêy hemû tîn û baz. Kurdistane ev... Xwe digerim ez, Hundurê minda dihilşin dîwar, Çemek dipeke, dişûlike bez, Tesele dibin gazî û hewar. Gelo kû bû ew pêşiyê minî kal, Ku xwest peydake warekî mayîn? Nepejirandiye tu şer-dew û qal, Temûl nekiriye hicûmên xayîn. Çi qewimîye gelo wê demê? Li ser çi hevdû vir bûne dijmin? Dilsariya kûr-dûr ça bûye qeme? Çima undabû lêzimtiya amîn? Li wî kalkê min ne risme, ne nav, Ne gilî-gotin, ne temî û soz, Her tek bîranîn wê didine nav, Ku betreng bûne, bi tewqin û toz. Kê bû gelo ew pîrka mine dûr, Ku rex kalkê min sekinî tivdîr? Sifre raxist ber cîranên xemxur, Ber dilê wanda hat bi qand û jîr. Rebê min, kê bûn malbavanên wê, Ku hatin zeya xweyîng verêkin? Bilind kirin ew fîncanên qawê, Kîjanada bext, rehm hebûn hertim. Çaxê ew malbet rêdiket ji vir,- Kê jêra oxir, xêr û bext dixwest? Kê recadekir axirîke çivir? Kê direqisand ceni û helbest? Gelo nusletê wan kîne îro? (Çişk jî omidin, rûken, dilşewat), Kî wê karibe gilîke gelo? Kî wê bûyera rêzke wek xelat? Mejûyê minda ha nikdibin pirs, Lêye hişyarbe xûnêda dîrok, Tarî diherike bêtîn, tirse-tirs, Vedgerime ser binga wek çîrok. Çerkesê REŞ **** BERBİ BERBANGÊ : _______________________ Kal-bavê min ji war-miskenê xwe Firîn-dûrketin bi xem û xiyal, Li welêt histin girî-kenê xwe, Li welêt hiştin risqet, bext û tal. Begeryame ez... Ax, dîhar dibin Kulîlkê mirziyên enzele bi qal, Li gîyanêda dîsa siyar dibin Çendik-çend bav û pîredê û kal! Tamar distirên...Vedigerim ez Li ser bilqîna jîyaneke nûr, Dinê tunene idî rev û bez, Baraneke rêj dibare hûr-hûr. Wê vegirtine li zozana kon, Tevn darxistine kinêz-zibara, Berxvan kaw-kubar berxika dişon, Şabûn dibare ji tet-zinara. Li hev civyane mêrê eşîrê, Qey bûye dîwan quça pêş mala, Dixwezin hilkin dirrya bi sirê? Yan dîsa rabû aca ceng-qala? Ez xwe nêzîkî wan dikim hêdî, Lême sêr-surra wan pê bihesim. Rasthatina xewn!.. Temûlke, gidî! Çirçirk û kalik berbi hev dibezin! Baran gurr dibe... Lêyîye, lêmist, Sêlav radibe...Berxvan û berxik, Ax, diqulibin...Wêrane buhuşt, Her tişt qey bêjî xalîye û xik. Beta vedibin kinêz-zibare, Ezmîn şadibin kon, çît û guhêr, Hewardor, gidîyo, agir dibare, Xwe unda dike roja berbihêr. Diçine rûyê hev çirçirk û bapir, (Rastî vir hiltê, xewne hişyarî), Germ dua dikin hezar şêx û pîr, Temene dibin bejin-bal û serî. Şilîye, şoyî... Berxwe nade dil, Û kake-kaka çavaye gef-gurr, Berbi bilbila difirin sorgul, Kevir û kuçik dibine lal-durr. Mukuriyê xûnê dihesin hevdu, Û dibirîqe beyta warê şîn, Xweda diteqin neyar û edû, Şûnda vedikşin her merez û şîn. Û rê dikevin çirçirk û kalik, Dilivîn berbi berbanga şemal, Dihilşin hemû sûr-sînor û rik, Qewîn dimînin avayî û mal. Em didine ser rênga Rihayê, Warê qehreman û pêxembera, Tarîstan vaye-idî tê rayê, Lê kalik nake gilî-xebera. Nişkêva dengê Dewrêşê Evdî Me herdu rêviya tesele dibe, Tê zare-zara Edûla cindî, Û zar-ziman li kalik vedibe! -Muhbeta welêt vir dibişkive, Ro nedîr dide bi ewê eşqê, Çiqa jî dor me tarî bicive, Ji wê tîrênjê sile bi heqî. Em ser durryana delyan û helyan, Dendkê ûrta me pekyan çep û rast, Welat me bû kûp- em têda kelyan, Tu kesî ji der roj me neparast. Agirê xûna Dewrêşê Evdî, Tamarê teda vêsyabûn ese, Hêvya bulurtî dixeyrî idî, Tu kesî nedgot: “Dûrketin bese!” Hezarê mîna Dewrêşê Evdî, Hezarê mîna Edûla narîn Her bûne destan, bûne serhatî, Û li cihanê hiştin tek zarîn. Me bîrkir-çîye jîyana bêy jer, Me bîrkir-kêye bavê meyî esl, Me tenê dîtin doje û heşer, Bê rêç û şop man her rehên husl. Lê belkî Xwedê bi çavê rehmê Rokê jî gere li me binhêrya, Em jî bibyana xwediyê zîn-gemê, Ku cenya vede siyarbiyana awa! Em va diçine Qulba ziyaretî, Li ku xuliqî dewra bextê çê, Berbang jî vaye-nêzîke idî, Berbi Amarayê diçin hemû rê. Sterka serê sibê va dertê, Û bakî hênik dilîze der-dor, Hewake paqij radmûse erdê Ewqas buhurtî, eqas rikinzor! Nav toremora sibêda teyr-tû Beyta efrîna cihanê distrên, Her tişt tê kivşê hê ça qeretû, Nûva distîne celeb, terz û zên. Sewta heyetya heta-hetayê Nav hewa terrda dike zinge-zing, Zeman sivteda vir dibe dayê Bo çaranûsa gelekî piling. Çerkesê REŞ ***** DENGE Jİ WELÊT : ______________________ Ez gihiştme Kurdistanê! Çavê min jî, we jî ronik! Geşin sewtê vê destanê, Binva gurrin hestên tenik! Vegeryame nav hoza xwe, Û bêy şeke berdewamî, Vegeryame nav doza xwe, Xwe dibînim bi temamî. Ruhê minî cîderketî Leqya, kewya û cebrî, Diperite va qurbetî, Ditemire roja qebrî. Ez gihiştme vê berbanga Kurdistana xewna şeva, Û roj dibe xana denga, Wek ecêba zara sava... Çerkesê REŞ |
| PDK-Başur | PDK-Başur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |
|