Qatek izman mesîhra war.
Boy civîn sitar û êvar.
Hur hur hunandin duwar.
Çi rengîn e welatê min.
Eînqawe rengîna welat.
Civîna kirin boy xebat.
Kele mesîhra xelat.
Çi rengîn e welatê min.
Şagirt çun tev li ser rêy e.
Gotin îsa wek rojêy e.
Xelk ronahî sitandîy e.
Çi rengîn e welatê min.
Duyê Şagirta rahîbin.
Ji încîl qesîde xwandin.
Tim dan, dan çanê lêxistin.
Çi rengîn e welatê min.
Îsa lawê Meryemêy e.
Qîz bi dêra Enqaway e.
Mêr nekir xwa veşartiy e.
Çi rengîn e welatê min.
Îsmaîl lawê Brahîm e.
Deşta Ruhay melahîm e.
Kîhat xwa têda dihun e.
Çi rengîn e welatê min.
21.11.2001
Biservekir January 27th 2003
Nivîskar: Ali Cahit Kirac
Pûan: 




Hît: 2445
Ziman: kurdish
[ Vegere | Nirxandin binivîse ]