Çi delal e çi delal e.
Bin pêpîrikav zelal e.
Li ber çîyay bi xezal e.
Xwaş hunandin pira delal.
Berê bêrîvan li mal e.
Sar diçe nalbend boy nal e.
Tilî şikest nal e nal e.
Xwaş hunandin pira delal.
May e li mal pîr û kal e.
Hawar ji çîyay şengal e.
Gazînda tê ap û xal e.
Xwaş hunandin pira delal.
Hat tiştek rengîn ew al e.
Ser buk xêlî û dismal e.
Kurd îdî bi gund û mal e.
Xwaş hunandin pira delal.
Li zenda niga xirxal e.
Zêr û zîv li bejn û bal e.
Kinc û xirbe ne xirxal e.
Xwaş hunandin pira delal.
Xewar rabu çav şîqal e.
Hat bi şimik û şekal e.
Wek leheng ne xort û kal e.
Xwaş hunandin pira delal.
Leheng hatin dor lê hol e.
Gava dîtin perew pol e.
Despêk avabunli çol e.
Xwaş hunandin pira delal.