Bi şal şapik leşgerê zaroka.
Wek gula, şabuna dilê dayika.
Dayik got, biv e çîya van berxika.
Hey Kaway nemir, me te ji bîr nekir.
Te zincîrê koledarî çirandî.
Zarok, bi şirê dayika da mijandî.
Xuna dujminê xunmij rijandî.
Ew tubu balyozê rizgarî rakir.
Qet nemir serokê bîr û bawerî.
Yek caran Kurd rabu bi cengawerî.
Agirê Newrozê tu qet venemirî.
Kaway jîr Kurda ji xewê rakir.
Ji Kurdanra, kalikê şev û rojê.
Agirê cejn vêxist, wek şevla rojê.
Newroz bu şan û nîşan, wekê rojê.
Xofa dihekê mirdar,ser me rakir.
Ava me diherik e şev û rojê.
Qîz û xort gişt derket serê berojê.
Wan teqandin tifing û mînevrojê.
Zarê Kawa hember dujmin dest rakir.
20. 10.2000
Biservekir January 27th 2003
Nivîskar: Ali Cahit Kirac
Pûan: 




Hît: 6424
Ziman: kurdish
[ Vegere | Nirxandin binivîse ]