» Berî kitêban çîrokbêj hebûn ko me guhdariya wan dikir
STOCKHOLM, 7/12 2019 — Her benderihekê ko têt ser rûyê vê dinyayê, ji roja ko çêdibe heta ko diçe gorê çîrokekê dijît. Jiyan ji çîrokekê pê ve ne tişteka dî ye. Çîroka jiyana her kesekî ji ya kesê dî cida ye lê belê her çîrok e û ne tişteka dî. Bibe çîrokbêjê jiyana xwe. »Bixwîne
HEWLÊR, 2/8 2018 — Rêberê miletê kurd serok Mesûd Barzanî îro bi daxuyaneyeka nivîskî pîrozbahiyeka jidil û germ li profesorê kurd Koçer Bîrkar kir û got ew jî ”yek ji wan çil milyon kurdan e ko bi biserketina” Koçer Bîrkar kêfxweş bûye. »Bixwîne
STOCKHOLM, 31/7 2018 — Bi salan xelkê bawer kiriye erda ko em li ser dijîn ciheke rast e, stêr, heyv, dinya hemî li dora erdê dizivire, heta ko Nicolaus Copernicus û Galileo Galilei piştî xebateke dûrûdirêj ev bawerî guhort, rastiyeke dî li şona wê bi cih kir. »Bixwîne
STOCKHOLM, 21/8 2017 — Nivîskarê rûs Ivan Turgeniev dibêje her feylesofek nabe romannivîs, lê belê divêt her romannivîsek bi awayekî feylesof be, an jî bi kêmanî nêrînên wî yên kûr di asoyên felsefeyê de hebin. Turgeniev dibêje: Roman bi felsefeyê dewlemend dibe, romannivîs nikare wêneyekî jiyanê şêwe bike bêyî ko wî wêneyî bêxe çarçeveyeke felsefî de. »Bixwîne
» Arif Zêrevan behsa helwêsta ewropiyan ya 200 salan dike
STOCKHOLM, 5/8 2017 — Dema ko kurd behsa dijayetiya Ewropayê li hemberî hikimdariya miletê kurd li ser axa Kurdistanê dikin gelek caran yekser behsa peymana Sykes-Picot yan peymana Sevrê û Lozanê têt kirin û paşê mijar têt ser serhildanên kurdan yên di destpêka sedsala borî de. »Bixwîne
STENBOL, 6/7 2017 — Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, duhî di hevdîtineke digel kanala France24-ê de du beyanên balkêş dan. Got “heger Qeter bixwaze em dê binkeyê xwe yê leşkerî bigrin” û di heman hevpeyvînê de jî got “dê kurdên Iraqê jî referandumê poşma bibin”. »Bixwîne
HEWLÊR, 8/6 2017 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî digel partiyên siyasî yên Kurdistanê û berpirsên hikûmî civiya û biryar hat dan ko 25-ê îlona 2017-ê referanduma serxwebûna Kurdistanê pêkbêt. »Bixwîne
DIYARBEKIR, 7/6 2017 — Mewlanzade Rifat; xwedîyê îmtiyaz û midurmesûlê rojnameya Serbestî bû. Ew kesayetekî namdar û têkoşerekî aktîf ê milletê kurd bû; bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête nasîn. Mewlanzade Rifat, kurê Abdurrehman Nacîm e û di sala 1869an de li Stenbolê ji dayik bûye. »Bixwîne
» Arif Zêrevan analîza netîceya referanduma Tirkiyeyê dike
BRUKSEL, 18/4 2017 — Di referanduma guhortina 18 madeyên qanûna esasî ya Tirkiyeyê de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî AKP-ê bi xêra ”nîv mîlyon” dengên nû yên kurdan xwe xelas kir û encama referandumê bi % 51.4 erê û bi % 48.6 nexêr xelas bû. »Bixwîne
STOCKHOLM, 12/3 2017 — Heta berî salên pênciyê yên sedsala borî hemî xebat û têkoşînên ko li Rojhilata-nêvê diqewimîn bi rengekî dînî bûn. Prosesa cidabûna dîn û siyasetê di salên pênciyê de, dema ko ramanên sosyalîzm û lîberalîzmê di nêv miletên rojhilatê de belav bû û partiyên siyasî li ser bingeha îdeolojîyên cida ava bû, despê kir. »Bixwîne