Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    MEM Û ZÎN - 1 - / Ahmedê Xanî





    MEM Û ZÎN - 1 - / Ahmedê Xanî


    Di dema berê de padîþahek hebû, navê wî Mîr Zeyneddîn bû û jê re digotin "Mîrê Botan". Emîrê Kurdan bû û paytexta wî jî bajarê Cizîrê bû. Mîrekî gelek bikêrhatî, di îdara xwe de xwedan hêz, edalet û merhamet bû. Bi merdî û camêriya xwe ji Hatemê Tayî merdtir, bi mêrxasiya xwe ji Rustemê Zal pêþdetir bû.

    Xwedê dewlemendiyek û navdariyeke mezin dabûyê. Xezînên wî bi zêr û mucewheran, qesr û haremên wî bi xulam û cariyên wekî horiyên buhuþtê tijî bûn.

    Wî Mîrî du xuþkên ji hev sipehîtir hebûn ku navê yekê Zîn û ya din jî Sitî bû. Zîn zeriyeka weka horiyekê û Sitî jî esmereka weka periyekê bû. Ew her di haremê de bûn, ji dervayî haremê kesî ruyê wan nedîtibû, lê nav û dengê sipehîtiya wan bûbû daxa dilê herkesî.


    MEM Û ZÎN


    Di dîwana Mîrê Botan de wezîrên wî û gelek xulam, xizmetkar, fedaî û emirber hebûn. Hemî di xizmeta wî de bûn, sadiqên wî bûn û li ber emr û fermana wî bûn. Lê di nava wan de du meriv hebûn ku ji tevan bêtir hezkiriyên ber dilê Mîrî bûn. Mîrî baweriya xwe dida wan û xwe disparte wan. Ew jî bi her awayî li ber fermana Mîrî bûn. Yek jê navê wî Tacdîn bû, ku çeþnîgir, serdefter û serwerê muhafizên Mîr bû, kurê Iskenderê wezîr bû. Tacdînî du bira hebûn ku navê yekî Arif û yê din Çeko bû.

    Merivê din navê wî Mem bû ku ew jî hevalê herî nêzîk ê Tacdîn bû. Ew ji biran jî nêzîktirî hev bûn. Mem jî kurê Debîrrê Dîwanê bû. Ew bi xwe jî muhafizê Mîr bû. Di wê demê de adet welê bû, gava sal vedigeriya û dibû Newroz, qet kes di mal û xaniyan de nediman, herkes ji zarokên pêçekê heta bigihîje pîr û kalan ji malan derdiketin û diçûn ser mêrg û çîmenan, nava bax û baxçeyan, serê kanî û avan ji xwe re dikirin ciyê þahî û ahengan. Bi taybetî keç û xortên nezewicî xwe dixemilandin û derdiketin meydanê ku hev du biecibînin û piþt re bi riya mezinên xwe hevdu bixwazin.

    Gava Newroza wê salê jî hat, kes di bajêr de nema, hemû derketin dervayê bajêr. Hin peyatî çûn nava baxan, hin bi siwarî çûn ber quntarên çiyayan. Hemû xanim û xatûn derketin nava gulîstanan. Memo û Tacdîn jî rabûn, cil û xemlên keçikan li xwe kirin û derketin nava þahiya Newrozê. Gava li nava ahengê digeriyan, pê hesiyan ku du xortên nenas ên gelek li hevhatî û bikêrhatî û mêrxasên del û dînane daketine nava þahî û ahengê, dikin serr û dueloyan. Ne bi xweþikiya xwe kes digihîje wan û ne bi mêrxasiya xwe kes dikare bi wan. Memo û Tacdîn þaþ bûn meraq kirin ku gelo ev her du xort kî ne û ji cinsê kê ne. Her du bi evraz ketin ku ber bi wan kuran ve biçin û wan bibînin bê kî ne. Carekê pêrgiyî van her du kuran hatin ku Xwedêyo çi kur in. Du kurên wekî du peykeran ( heykelan ) ! Wekî du þahên stêrkan, þêl û lixwekirina wan wek hev in. Bi carekê de dilê xwe berdan wan û bêheþ ketin, aqilê xwe revandin !

    Wan her du kuran jî dîtin ku yarebî, du horî û periyên sipehî li ber wan rawestiyan e. Tu dibêjî qey wek du perçên hîvê ne, lê ne welleh wekî tîrêjên rojê ne ! Wan jî bi carekê de dilê xwe xistin wan û wan jî aqilê xwe ji ber sipehîtiya wan "keçan" revandin û bêhiþ ketin ! Pist re hemî bi hiþê xwe ve hatin û hema gustîlkên xwe bi hev guherandin û ji hev veqetiyan.

    Memo û Tacdîn gava vegeriyan malê, ji ber wê dilketina xwe nexweþ ketin û ketin nava nivînan, þewq û taqeta jiyanê bi wan re nema. Gelek lê fikirîn û bala xwe dan gustîlkan. Dawiya dawî tê derxistin ku xwedanê gustîlkan ne du kur in, lê Sitî û Zîn bi xwe ne !

    Tu nebê roja ku bûye Newroz wan her du xwiþkên Mîrî jî rabûne cil û bergên kuran li xwe kirine û bi vî awayî daketine meydana þahiyê û ketine ser û dueloyan.

    Tacdîn dawiya dawî gote Memo, "Rabe bira çi eyba vê heye, em du þêr in û ew du xezal in ! Pir eyb e ku em ji destê wan binalin !"

    Memoyî got :

    - Bira ma tu nizanî, tu zen meke ku di laþ û ruhê min de cihekî saxlem maye, ez bi her awayê xwe, ji ber destê vê evînê perçe perçe bûme! Bi vî awayî ew man birîndar.

    Em werin ser Sitî û Zînê. Ew jî vegeriyan malê, lê ew jî hîn bi tevayî bi ser hiþê xwe ve nehatibûn.

    Dayîneka wan a bi navê Hayzebûn hebû, yeka dinya dîtî ya bi tecrube bû.

    Gava halê Sitî û Zînê dît, pirsî got :

    - Hûn gelek guherîne, we xêr e, çi bi serê we de hatiye ?

    Zînê got :

    - Ey hewesa dil û hinavan, ey ronahiya her dû çavan, ya Dayînê! Gava em çûn ahenga Newrozê, me du keç dîtin ku wan dilê me revandin û em dîn û nexweþ kirin û bi vî awayî bêhal kirin.

    Dayînê got :

    - Lawo, tiþtekî ecêb e ku hûn dibêjin ew keç bûn. Pistî ku hûn keç in ne tebiî ye ku dilê we ketibe keçan, çimkî ya tebîî ew e ku meyla we ber bi kurran ve here!

    Wan got :

    - Dayê, va ne gustîlkên wan û yên me jî bi wan re ne. De here xwediyên van gustîlkan bibîne, bê kî ne !

    Dayîn rabû çû ba remildarekî û remil avêt, dît ku xwediyê gustîlkan yek jê Memo ye û yê din jî Tacdîn e. Vegeriya hat ji keçan re mesele got.

    Zînê got :

    - Dayê, here wan bibîne û ji wan re bibêje ku Zînê Mem û Sitîyê jî Tacdîn divê. Heke we jî em divên, li gor adet û usûlan xwazgîniyan ji Mîr re biþînin û me bixwazin.

    Dayîn rabû çû gustîlk rê Memo û Tacdînî dan û tistê Zînê jê re gotî ji wan re got.

    Wan jî rabûn hinek alim, mîr û kal û pîr wekî xwazgînî rêkirin huzûra Mîr ku pêþiyê Sitîyê ji Mîr bixwazin.

    Ew çûn, gotin :

    - Ya Mîrê mezin, Tu Tacdînî dinasî, ew ewqas nêzî te ye. Me divê em erz bikin ku Tacdîn Sitîyê ji te dixwaze, heta niha ew xizmetkarê te ye niha dixwaze tu wî bikî zavayê xwe jî.

    Mîr got :

    - Ser seran û ser çavan, piþtî ku hûn hatine, min jî Sitî daye Tacdînî. Heta îro Tacdîn di xizmeta me de bû, de rabin dawetê li dar xin îro em jî deynê xwe eda bikin, di dawetê de ez jî jê re xizmetê bikim.

    Daweteka nedîtî hat li darxistin. Bi þev û rojan kêf û aheng hatin kirin, saqîyan þerab gerandin, xulaman sifre danîn û rakirin. Raqqas reqisîn û mûsîkjenan jî musîk lêdan û stran gotin. Piþt re Sitî kirin bûk û birin xistin qesra Tacdînî. Ew zewicîn bi dilê xwe þa bûn. Li wê derê man Mem û Zîn.

    Di vê derê de divê em bêjin ku Mîrî bi navê Beko dergevanek hebû. Ew yekî fesad, dekzan û dilreþ bû. Kes ji wî ne razî bû, ji Mîr re digotin ku "ya Mîr, vî merivê fesad ê dilreþ li ber dergehê xwe mehêle, wî biavêje, ew rûmeta mezinayî û edaleta te dixîne".

    Lê Mîr jê ne digeriya û digot :

    - Em kesên Mîr û hukumdar, ne ku tenê tabiên rast û durust, her kesê bi vî awayî jî me divê. Yên wiha lazim in ji bo aþê me zaliman bigerînin.

    Ev Beko rojekê hat, wî ji Mîrî re got :

    - Mîrê min te qîmet da Tacdînî, te Sitî lê mahr kir û ew kir zavayê xwe, lê ez dibêjim qey wî çav bera textê te daye. Roja ku te Sitî da wî, wî jî ji ber xwe ve Zîn daye Memê.

    Gava Mîr ev yek bihîst ji hedê der aciz bû, bi hêrs got :

    - Ez difikirîm ku Zînê bidim Memê, lê ez sond dixwim bi text û taca xwe ku ji niha pê ve kî were Zînê ji min bixwaze ez ê serê wî bibirim. Bi vî awayî nema kesî karî were Zînê ji Memê re bixwaze. Zîn ma di haremê de bi tena xwe. Berê Sitî heval û hemderda wê bû, lê îro ew jî tunebû, ew bi tena xwe di nava agirê evîna ji ber Memê de, roj bi roj diheliya û zirav dibû. Bi þev û rojan digiriya û dinaliya.

    Memê jî ji ber evînê sergerdan bûbû, sekn û tebat lê nemabû, geh li ber ava Dîcleyê û geh li çol û çiyan, li ser birc û kelatan bi tena xwe digeriya û diket xewn û xeyalan bi Zînê re. Ew jî roj bi roj diheliya diçû.

    Rojekê, gava wextê nêçîr û þikarê hat, Mîr hemû peyayên bajêr kom kirin û li gel mîr û axayên dora xwe çûn nêçirê. Memê nexweþ bû neçûbû nêçîrê. Gava fikirî ku kes zilam nemaye di bajêr de, rabû, bi wê hêviya ku belkî Zînê bibîne, ber bi baxçeyê qesra harema Mîr ve çû. Di wê demê de Zîn jî derketibû nava baxçeyê qesrê. Li wir ew û Memo rastî hev hatin, heta êvarê têr bi hev þa bûn. Êvarê ew ji xwe ve çûbûn ku Mîr tevî maiyeta xwe ket nava baxçe bi ser wan de hat. Zînê firsend nedî, ku bireve ji wê derê here, hema ket bin eba Memê. Memo xwe li nexweþiya giran danî û ji ber Mîr ranebû, lê Tacdîn fahm kir ku Zînê di bin eba wî de ye . Zû çû agir bi qesra xwe xist ku Mîr û maiyeta xwe ber bi hewara wî de werin, Zînê jî ji vê firsendê xelas be, here alî malê. Welê kir, hemî çûn ber bi hewara Tacdînî ve ku agirê qesrê bitemirînin. Bi vî awayî Zîn jî xelas bû.

    Lê roj bi roj evîna Mem û Zînê ket ser zarê xelkê. Li nava xelkê Cizîrê herkesî behsa evîna wan dikir. Xeber ket belavbûneka wiha ku Beko ev yek firsend dît çû xwe gîhand Mîr û got ku têkiliyên Mem û Zînê di devê her kesî de ne.

    Mîr gellekî pê êþiya, lê got :

    - Bi guman û texmînan nabe, ma gelo em ê çawa rastiya wê derxin ?

    Beko got :

    - Memo yekî welê ye ku tu caran ji bo te derewan nake. Bang bike pê re setrencê bilîze. Gava te ew bir, þertê xwe li ser ferz bike, bipirse ku hezkiriya wî kî ye. Ew ê rast ji te re bêje ku Zîn e. Bi vî awayî gava wî bi xwe ev yek îtîraf kir îdî ferman a te ye, tu yê cezayê wî bidiyê.

    Li ser vê yekê Mîr Memo vexwend ji bo lîstika setrencê. Mem hat bi Mîrî re setrenc lîst. Di lîstikên pêþiyê de Memo zora Mîrî dibir. Beko di wê gavê de dît ku di pencereyeka piþt Memo re ji alî haremê ve Zîn jî lîstika setrencê temase dike.

    Hîleyek ket bîra wî, got :

    - Ya Mîrê min, ji bo þansê te vegere tu û Memo ciyê xwe bi hev biguherin. Welê kirin û cardin dest bi lîstikê kirin. Gava Memo cihê xwe guherand berê wî ket pencerê û çavê wî bi Zînê ket. Ji wê deqê pê ve çavên wî tim li Zînê man, heþ ji serê wî çûn, nema karî bala xwe bide ser setrencê. Çend lîstik gerandin jî hemî caran Mîr zora wî bir.

    Dawiya dawîn Mîr xalib û Memo mexlûb îlan bû.

    Mîr li ser þert ji Memo pirsî, got :

    - Memo ka ji min re bêje ya ku dilê te revandiye kî ye, navê wê çi ye ?

    Hema Beko xwe avêt meydanê û got :

    - Mîrê min ya ku Memo dilê xwe xistiyê keçeka Bedewî ya Ereb a reþ a lêv deqandî ye !

    Ev yek gelek bi Memo ne xweþ hat, got :

    - Na Mîrê min, ya ku dilê min revandiye yeka Kurd a esilzade ye, keça mîran e û navê wê jî Zîn e.

    Gava Mîr ev yek bihîst gelek hêrs bû û ji muhafizan re got, "rabin wî bikujin." Muhafizan þûr û xencerên xwe kiþandin û berê xwe dan Memo. Memo jî þûrê xwe kiþand.

    Gava Tacdîn, Çeko û Arif ev yek dîtin, wan jî þûrê xwe kiþandin û xwe dan piþt Memo û berê xwe dan Mîr :

    - Heta hûn me hersiyan nekujin em nahêlin kes destê xwe bigihîne Memo. Bira muhafiz xwe vekêþin, piþt re Mîrê me çi ferman dike bira ew bixwe bike. Muhafizan xwe vekiþandin, Mîr rabû dest û piyên Memoyî bestin û ew þand avêt zîndaneka bêbinî.

    Memê di zîndanê de û Zînê di haremê de dest bi çîlekêþiyê kirin. Çîleya Memê hat nuxteyek wilo, ewqas kiþiya ku Memê ji derdê evîna dinyayî ya Zînê xwe wenda kir, ket nav evîna îlahî û his û aqilê xwe di wir de wenda kir, hemî têkiliyên xwe ji dinya maddî birrîn, bû murþîdekî evîndarê îlahî. Zîn jî bi wî awayî xwe da çîleyê û bû weka murîdeka vî murþîdê evîndar. Nav û dengê derd û êþa wan li nava Cizîrê bela bû, xelk jî bi derd û kulên wan re êþiyan, nalet li Beko barandin û dilê xwe ji Mîrî hiþtin ku çima ev neheqî li van evîndaran kiriye.

    Aciziya xelkê gihîst noxteyeka welê ku Tacdîn û birayên xwe biryar dan ku herin huzûra Mîr, bêjin bira Memê ji zîndanê derêxe yan na ew amade ne ku þerê wî bikin.

    Gava Beko pê hesiya ku xelk her ku diçe bîhnteng dibe, Tacdîn û birayên xwe haziriya derketina hemberî Mîr dikin, ji serîhildanekê tirsiya, zû çû xwe gîhand Mîrî û mesele jê re zelal kir ku xelk aciz bûye, ya çêtir ew e ku di demeke wiha de riyeka nerm bide ber xwe û aciziya milet daxe.

    Got ku :

    - Here ji Zînê re bêje ku min Memo efû kiriye, tu serbest î herî wî bibînî. Gava ew here ziyareta Memo, Memo ewqas zeîf û bêhal bûye ku dilê wî debar nake ji ber çavpêketina Zînê wê bimre here, bi vî awayî wê mesele bitemire.

    Mîr çû ev yek ji Zînê re got, lê tam di wê wextê de xeber hat ku Memo di zîndanê de miriye. Zînê, Dayîna wê, Sitî û gelek cariyên wê bi bezî bezî çûn zîndanê, dîtin ku Memê miriye. Lê gava Zînê destê xwe di serê wî da û gazî wî kir, ew vejiya, lê Zîn nas nekir, jê re gotin vaye Zîn hatiye huzûra te, tu jî rabe here bexiþîna xwe ji

    Mîr bixwaze, Mîr hazir e te efû bike. Wê gavê tuyê ji zîndanê derkevî û bigihîjî Zînê.

    Lê wî ev yek red kir, got :

    - Ez tenê Xwedê wek mîrê xwe dinasim, ez naçim ji qûlan efûyê naxwazim.

    Zîn û dora xwe vegeriyan qesrê. Ku Mîrî ev yek bihîst, bi rastî êdî poþman bû, hem Mem û hem Zîn efû kir. Lê xeber hat ku Mem ebediyen miriye. Girî û þîn bi vê xeberê re ket nava bajarê Cizîrê. Xelkê Cizîrê hemî bi hev re rabûn bi merasim û hela helayeka mezin a wekî roja heþrê Memo birin di gorrê de veþartin.

    Zînê jî ji Mîr Zeyneddînê birayê xwe re got :

    - Piþtî mirina Memo ez nikarim bijîm, ez ê jî bimrim xwe bigihînim wî. Lê min divê di zewaca Tacdîn û Sitîyê de te çawa dawetek mezin li dar xist tu ji bo me jî dawetek wiha li dar xî.

    Zînê çû xwe avêt ser gorra Memê û giriya, heta ku ew jî mir. Di wê navê re gava Tacdîn ber bi hawara mirina Memo ve diçû, rastî Beko hat, þûrê xwe kiþand û ew li wê derê kuþt.

    Cizîrî rabûn Zîn jî anîn xistin gorra Memê û Beko jî li gorreka nêzî wan veþartin. Piþtî demekê du darên serviyan li ser gorrê þîn bûn lê striyek di navbera wan de hilat û nehiþt ku ew xwe bigihînin hev.

    Ji wê rojê pê ve xelkê heta heta Mem û Zîn bi navê evîndarên zulmlêkirî û Beko jî bi navê fesadî û gelaciyê bibîr anîn û ji xwe re kirin ders û îbret.

    Yê ku bi kurtî kiriye nesir : Mûrad Ciwan' e


    * * * * * * *



    Ferhengok :


    alim : zana, yê/ya ku xwedanê zanyariyê ya

    bêheþketin: Ji xwe ve çûn, xewirîn

    bestin : Girêdan

    bexþîn : Efû kirin

    bikêrhatî : Zîrek, xwedan marîfet

    burc û kelat : Burc û qale, hîsar

    çavpêketin : Lê rasthatin, dîtin

    çeþnîgir : Dema berê, yê ku beriya mîr an padîþah xwarin tam dikir ku bi jahrîbûya ew pê dimir û mîr an padîþah xelas dibû û heke tiþt bi wî nehataya wan jî ew xwarin dixwar.

    daxa dil : Kula dil, birîna dil, kesera dil

    dayîn : Jina pîr ku zaroyên mîr û sultanan mezin dikir, xwedî û terbiye dikir

    debîrê dîwanê : Kargêr û katibê dîwana mîrî.

    dekzan : Yê / ya ku fen û fûtan, dek û dolaban dizane, dalavêrecî, hîlebaz

    del û dînane : Bi awayekî serberdayî, xwe wendakirî û aqilsivikî

    dergevan : Nobetdarê ber deriyên mîran yan yên ber dergehên kela û zîndanan

    dîwan : Meclisa Mîr an a padîþah a resmî; kitêba helbestên klasîk

    dilreþ : Pexîl; xêrnexwaz

    dilrevandin : Dilxistina xwe bi sipehîtî û xweþikiyê, aþiqkirin

    eda : Dayin; bicîhanîn

    evîn : Aþq, hezkirina fewqelade

    evîndar : Aþiq, hezkir

    evraz : Pala ber bi jor de, kaþ

    ferman : Emir

    fesad : Yê ku peyvên xerab di navbera însanan de digerîne û wan bera hev dide, kar û têkiliyan pûç dike û însanan bera hev dide

    gelacî : Fesadî; xêrnexwazî, xerabîxwazî

    harem : Demên berê aliyê jinan ê mala mîr ku malbata wî tevî jin zarok û cariyan lê diman û beþekî taybetî bû, ji bo kesên xerîb û karên resmî girtî bû

    Hatemê Tayî : Merivek e ku bi camêrî û destfiretiya xwe di tarîxê de deng daye. Heta li gora baweriya Musulmanan Hatemê Tayî ji bo ku kafir bû helbet wê here cehennemê, lê ji bo ku gelek camêr bû Xwedê wê wî welê biparêze ku tu carî pêlên agir wê nikaribin xwe bigihîninê.

    hemderd : Yê ku þirîkê derdê meriv e, sirdaþ e û meriv dikare hemû tiþtên xwe yên taybetî jê re bibê je

    hinav : Ciger. Organên daxilî yên laþî. Tê gotin "dil û hinav"

    îbret : Buyereka ku divê meriv tecrube jê werbigire hivza xwe jê bike, xwe jê dûr bixe

    lihevhatî : Yê ku endamên bejn û bala wî bi hev re harmoniyekê çêdikin û li hev tên

    maiyet : Bi hev re bûn. Yên ku di bin emrê mîr an amirekî de ne û bi wî re sadiq in

    merd : Camêr, mêrxas. Destvekirî, ne çikos

    merdî : Mêrxasî. Destvekirîtî

    merhamet : Dil pê þewitîn; rehm lê kirin

    mîr : Fermandarekî xwedan xanedan ê herêmeke bi serê xwe ya dema derebegiyê. Emîr; kesê xwedan ferman

    murîd : Sofiyê ku ketiye terîqetê û xwe edayî riya gîhana bo xwedê dike

    murþîd : Di terîqetekê de yê rêberê herî mezin ku rê nîþanî murîdan dike ku bigihîjin evîna xwedayî.

    mûsîkajen : Yên ku li aletên muzîkê dixin. Yên ku karê wan muzîk e

    navdarî : Xwedan navûdengî; meþhûrî

    padîþah : Dewra berê yê xwedîferman û îdara herî bilind ê welatekî; sultan; melîk; þah

    qesir : Avahiya bilind û mezin a xanedaniyê.

    quntar : Jiyê nizm ê çiyayekî ku çiya û dest an newal digihê hev du

    remil : Xeberdayina ji xeybê an ji rêjên pêþ bi saya hin îþaretan

    remilavêtin : Ji xeybê xeber dayin

    remildar : Yê ku xeberê ji xeybê dide

    rûmet : Qîmet û payebilindî.

    Rustemê Zal : Qehremanekî dîrokî yê mêrxas. Ji bal hemû miletên musulman ve wekî qehreman tê dîtin. Li gorî hin dîroknasan bi eslê xwe Kurd e.

    saqî : Yê/ya ku berê di civatên þahî û ahengan de bi surahî û meþreban þerab li civatê belav dikir. Piþt re yê ku av li civatê belav dikir.

    serwer : Serok û rêber. Lîder

    Þêl : Rewþ û tawir

    Þikar : Nêçîra bi tevayî; nêçîr, çiya û daristanên nêçîrê

    vejîn : Ji nuh ve jiyan.

    xwazgînî : Kesên ku diçin ji merivekî xwe re keçekê bi mebesta jinatî û bûkatiyê ji bav an mezinê wê dixwazin

    zenkirin : Texmîn kirin


    * * * * * *


    Bersiva pirsan di deftera xwe de binivîse.

    1. Tacdîn çiyê Mîr e ?
    Bersîv :

    2. Mem û Tacdîn çiyê hev in ?
    Bersîv :

    3. Dema ku dibû Newroz xelkê çi dikir ?
    Bersîv :

    4. Memo û Tacdîn çawan derketin nav þahiya Newrozê ?
    Bersîv :

    5. Kengê Mem û Tacdîn pê hesîyan, ku du "xort" daketine nav þahiya Newrozê ?
    Bersîv :

    6. Dema ku Memo û Tacdîn ew "kur" dîtin çi bû ?
    Bersîv :

    7. Ew her du "kur" Memo û Tacdîn diþibînin çi ?
    Bersîv :

    8. Dema ku Memo û Tacdîn vegeriyan malê çi bi wan hat ?
    Bersîv :

    9. Ew herdu xortên ku Memo û Tacdîn dîtibûn, kî bûn ?
    Bersîv :

    10. Gava ku Dayinê rewþa Zînê û Sitîyê dît çi got ?
    Bersîv :

    11. Dayinê çawan tê derxist ku xwediyê gustîlkan Mem û Tacdîn in ?
    Bersîv :

    12. Kî çûn ba Mîr ku Stîyê ji Tacdîn re bixwazin û ji Mîr re çi gotin ?
    Bersîv :

    13. Keçxwastina wê demê û ya niha bidin berhev.
    Bersîv :

    14. Ji Tacdîn û Sitîyê re dawetek çawan li dar xistin ?
    Bersîv :

    15. Beko mirovekî çawan bû ?
    Bersîv :

    16. Beko ji Mîr re çi got ku Mîr aciz bû ?
    Bersîv :

    17. Dema ku Zîn di haremê de bi tenê ma û bi þev û roj digiriya, Memê çi dikir ?
    Bersîv :

    18. Çima Mem neçû nêçîrê ?
    Bersîv :

    19. Mem bi kîjan hêvîyê ber bi qesra haremê çû ?
    Bersîv :

    20. Li baxçe kî dît ?
    Bersîv :

    21. Dema ku Mîr bi ser wan de hat, çi kirin ?
    Bersîv :

    22. Çima Tacdîn agir berda qesra xwe ?
    Bersîv :

    23. Çima Mîr, Mem vexwend ser lîstika setrencê ?
    Bersîv :

    24. Dema lîstika setrencê, hîleyek çawan hat bîra Beko ?
    Bersîv :

    25. Dema ku Mîr evîndara Memo pirsî, Memo çi got ?
    Bersîv :

    26. Dema ku Mîr bihîst ku Mem ji Zînê hez dike, ji mihafizan re çi got ?
    Bersîv :

    27. Dema mihafizan sûrên xwe kiþandin, Tacdînî ji Mîr re çi got ?
    Bersîv :

    28. Di zîndanê de çi guhertin di Memo de çê bûn ?
    Bersîv :

    29. Dema xeber hat ku Mem miriye, Zîn bi kê re çû zîndanê ?
    Bersîv :

    30. Dema ku ji Memo re gotin here bexþîna xwe ji Mîr bixwaze, Memo çi got ?
    Bersîv :

    31. Ma bi rastî jî Mîr poþman bûbû ?
    Bersîv :

    32. Piþtî mirina Memo, Zînê ji birayê xwe re çi got ?
    Bersîv :

    33. Çi bi serê Beko de hat ?
    Bersîv :

    34. Zîn li ku veþartin ?
    Bersîv :

    35. Beko bi vê fesadiya xwe çi qezenc kir ?
    Bersîv :

    36. Xelk, Memo, Zînê û Beko çawan bibîr tîne ?
    Bersîv :










    Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.

    Weþandin:: 2004-10-28 (5793 car hat xwendin)

    [ Vegere ] | PRINTER


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google