Evîn
Seyid Feysel Moctevî
Evîn
Biskên xelek çavên belek ez kirme vê qesra belek
Ez pur hilavêtim gelek paqij kirim, kirme melek
Di paxela zerya kelek ez bûme mestek, bê dilek
Bu min diiîna þerbetek neçobû ser lêvê kesek
Lev bêqirar û serkeþek çêbû li min behra dinê
Bûme xerîqê gerdenek destê xwe avêt binçenek
Bê dest û pê û bê serek ser destê vê bedrê, þevek
Min bûme yêkcar bêxevek hizrek xeyalek bêderek
Ez bê nîþan u þandeyek hebsa zuleyxa bûm gelek
Zindan û bendan bûm felek marên sîa min bûn xelek
Êþ û kulê min bûn gelek zexm u brîn bûme felek
Mohtacê lêva þekkerek melhema dest pixemberek
eyid nexaze melhemek ta bu te mînit xem xemek
Xem bu dilan dermaneke bu agiran vek aveke
* * *
Ey sarivan hêdî here sebr û qirara min dero [1]
Ev dil ku min bal xwe hebû gel dilsitana min diço
Ez mam tinê, bêkes,nexweþ tu dibê ku nîþek dûr livê
Ket hestiyê bêdest û pê hestî û mêjkê min dixwo
Gotim bi fêl û hîletan pinhan bikem êþ û xeman
Nayê veþartin ev li kes dunya dizanel rence rwo [2]
Sebrê bike ey sarivan tundî neke gel karivan
Li iþqa vê serva revan rûh û revanê min diro
Ev diçitin meþan,meþan min derdê tenyaî kiþan
Pirsêl, nîþanê min neke, ez bê nîþan û bi miro
Ez ketme nav behra xeman min nav û nîþan lê neman
Ez dame ber van sîpelan eqlê serê min vê diþo
Gel van hemî bê dadê vê van suzê bê bunyade vê
Ev nav dilê min de dibe yan mêvane çav û biro
Dîsa vere ser çave min ey dilbera sahib dila
Bi derçona rûhli beden dikin bi nev’an guftgo
Min xwe bi çavê xwo didît rûh li beden da der diket
Qesrek li axê bin diket mîrek li malê derdiço
Seidî vere ahan neke mel morvetê bê par neke
Min taqeta zulmê niye giryan mire zêrin îro
Seyid bila mevzûn bitin helbest û þêirê me hemû
Da þa bibin pê van hemû bigrin ji Seidî reng û bo [3]
[1] - diçît
[2] - ah û zarî
[3] - Ev xezela vergêrana xezelkî Seidîyê Þîraziye bi dexl û teserof
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-12-26 (4785 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |