Mandêla û Parlimana Me
Seyid Feysel Moctevî
Mandêla û Parlimana Me
Bi silavekî silamet li dilek hezîn û pir xem
Ku bikem li şîrmerdan û hemî jinên mokerrem
Li tewayif û eşîran û li destekên mocellel
Li hemî piçûk û gencan û li wan gulên şilomel
Û silav û sed silavan dikeme xelat û pêşkeş
Li du parliman û devlet li velatekî gelek xweş
Ku bi meskene ji wan re du çemê Forat û Dicle
Bi temen de çardesalin ku hikûmetên codane
Ne bi xeyrî kurdin ev du ne li dayikek codane
Li bi xatira xebatê ku biken li pîredê re
Bi codane ev codane li zemîn heta semayê
Dibe em bi şokr û hemdan biken û hemî duayê
Ku bi şer nehatin ev du û nekirne kêş û gêre
Û nehatne hew tifengan û moselselê siware
Bi biratiyek gelek xweş li veten kirin du peytext
Li gel û herîm du şahin û dilaverin bi ser text
Û bi gumrikan codane li herîm û mulk û malan
Û bi kasikan neyêkin ne bi sifrk û nemekdan
Ne şebîhê hew dibin ev li binaya borc û baran
Dikevin bi naw kêberkê li binaya wan nimayan
Dikin ev li gel himayet bi kemal bênihayet !
Dikin em ji wan du mîran bi mobarekî himayet
Hger em îro feqîrin ne goneh mîr û vezîrin !
Ne kel û burc û kelatin ne li wan şêrê velatin
Çoko ev pir bi xebatin bi du şahê xwe beratin
U du meclis bi subatin heçî xeyrî bû hilatin
Yeketî Partî du mabûn Elî û hevza xwe mabûn
Bi Gulistanê du mabûn du gulên sorî tewa bûn !
Bi du parlimanê tenha li hemî dinê diyar bûn
Çiko hîçkesek vekî wan ne dibû li parlimanûn
Û li şehr û nîv şehran bi du qanûnan diçin rê
Li du rêberan dikin guh li du sîberan dikin pê
Li bi vê muqeddese ji me ededa dudê bi kurdan
Dudunê heçî dibînî tu li naw xumsa zemînan
Eger em biken bi insaf û neken bi zulm û zorê !
Bi heqîqetê bivêstin du emîrê me velîne
Bi veten re pir xewasin du bira û yeknenasin
Me li dujminî dinasin li hemî bela hevasin
Çiko sal bi sal emîrin bi velatê xwe kefîlin
Ne divestiyên xebatê ne diçin xew , bi heyatin
Ne vekî hemî kesanin ku bi çarê ev tevaken
Li eşîretan bikin der Li emîriyê codaken
Heke Mandêla du sala bi emîrîyê revabû
Bi nezaniyê duçar bû ku li kursiyê peya bû !
Bajêrê Senendec li Îranê 05. 01. 2005
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
Helbest : Mesnevî
Vezn : Feelatu Faêlatun Feelatu Faêlatun
Behir : Remel Musemenê Meşkûl
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2005-01-06 (4874 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |