Kînin ên şehîdên PDKTyê bi bîr tînin ! ? ? ? ?
PARTÎYA DEMOKRAT A KURDiSTAN - XOYBUN
   
PDK - XOYBUN
Me demek kinda ji hinek kesan bîhîst kevneşopên PDKT yê li Almanya, roja,19. 02. 2005 da li bajêrê Mülheim an der Ruhr ê roja bîranîna Şehîdên PDKTyê çê dikin. Lê mixabin ev kesana ne kevneşopên PDKTyê ne, ev kesana kabosên PDKTyê ne û binavê PDK - BAKUR bist anjî sîh salên din gelen kurd dixapînin. Van merovan çend caran hewl dan xwa kû PDKT yê bifetisînin û ji boy armancên xwa, hewce dîtin bi navê PDK yê bixebitin. Sextekarîkî li ser kurdên bakurê Kurdistan di dema avakirina komara TC yê da bi kirasên cuda û curbe cur bidar dikebe. Armanca komara TCyê li bakurê Kurdistan herdem fetisandina PDK yê ye. Ew dagirkerê Kurdistanê naxwazin ku kevneşopên PDKyê peşta biçin.
Mizekin, me sê roj duyê mirina birêz Hemreş Reşo yê Dilovan nivîsek weşandibu û emê vî nivîsê, di virda bikin bira we :
Serxwaşî : Me bi dilekî xemgîn nuçeya wefata rewşembîr û sîyasetmedarê Kurd, Hemreş Reşo ( Hemdin Turanli ) bihîst. Roja bistu heft mehan donzda disalan du hezaru duduyanda ( 27.12.2002 ) seet dora sisê (3) bu Hemreş Reşo çu cem dilovanîya xwa. Sersaxîya PDK, gelê Kurd û a malbata Hemreş Reşo dixwazim. Hemreş Reşo hergav di dilê meda dijî
. . .
Nasandina Hemreş Reşo yê Dilovan : Hemreş Reşo Kîy e ?
Hemreş Reşo, bi navê xwe yê tirkî Hamdi Turanli, 11-ê sibata sala 1939-ê li gundê Saqo girêdayî qezaya Kolikê (Kahta) li Semsûrê (Adiyamanê) hatiye dinyayê. Ew sala 1963-ê çûye Elmanyayê û paşê li wê derê bi jineka elman re zewiciye û du zarokên wî ji wê hene. Dûv re Hemreş Reşo jina xwe ya elman berda û ji Kurdistana binxetê, ji herêma Çiyayê Kurmênc, bi jineka kurd Zeynebê re zewicî û sê zarokên wî ji wê hene. Hemreş Reşo li Elmanyayê, li gundekê nêzîkî Dusseldorfê dijiya.Hemreş Reşo li Elmanyayê û Ewropayê kurdekê aktîv yê herî kevn bû û nemaze li Elmanyayê mirov dikare bibêje ko ew yek ji wan kesan bû ko berdevkiya raya giştî ya kurd di civata elmanî de dikir. Ew endamê partiya sosyaldemokrat (SPD) ya Elmanyayê bû. Wekî gelek kurdan destekê wî di nêv siyasetê de bû yê dî jî di nêv xebata kulturî ya kurdî de bû. Wî bi xwe kitêbeka helbestan bi navê "Bakur" nivîsiye û ew bi elmanî jî bi navê "Nordwind" derketiye.
Kronolojiya jiyana Hemreş Reşoyî
1939 Hemreş Reşo têt dinyayê
1961-62 Li Enqereyê hiqûqê dixwîne
1962 Derdikeve derve û diçe Elmanyayê
1964 Dibe ndamê Partiya Demokrat ya Kurdistanê - Iraq
1963 Dibe endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê
1963? Rêxistina Hevra ava dike
1963-64 Kovara "Hêviya Welat" derdixe (3-4 hejmar)
1965-70 Kovara "Çiya" derdixe (8-9 hejmar)
1968? Dibe avaker û endamê rêxistina Bahoz
Serê diroka hezaru nehsidêda ( 1900 ) Mîr Celadet Emîr Êlî Bedirxan Kovara HAWAR derxistibu. Hemreş Reşo bi xebatekî mezin kovara HAWAR tomar kir.
Agahdarî berfireh : 1991 PDK-T di Kongra xwada navê xwa guhurand tenê kir PDK. Piştê navên nu şoreşgerên PDK bi tekoşîngerîkî mezin li Kurdistanê xebat dikir. Tê zanîn neyarên Kurdistanê ji xebata PDK gelek êşîyan û hewce dîtin PDK bi fetisîn e. Sala hezaru nehsidu heyştê, di donzdê meha neha da ( 12. 9.1980 ) Genaralê Faşîst Kenan EVREN li hember sazîyên Kurdistan ê rexistina leşkerîya devleta Tirk anî. Çend rêxistinê Kurdistanê jiber Faşîzma Tirka revîyan devletê Ewrupa. Û li Ewrupa guhurîn û zivirîn... Bê guman rêxistina SîXURîYA Tirka (Mita Tirka) TOSAF Ê xwa gîhand hinek sîyasetmedarê Kurda ji wanra got´´ hun PDK bi pelixînin û bifetisînin, em we azad dikin wi çaxê hun dikarin bizivirin Devleta Tirk û hun nakevin zîndana´´. Bi angorê vî rewşê wan Sîyasetmedarê Kurd pîyê xwa hilçandin jor, pir kesên bê guneh bi alîyê xwa xistin. Dura xwa gîhandin berpisyarê PDK´ê gotin em dixwazın bê şert û şurt bivin endamê PDK´ê. Û bi xapandin PDK razî kirin li başûrê Kurdistanê di hezaru nehsidu nodu duduyada ( 1992 ) Kongre çêbu. Wan kesên kirêj bi pir endam hatibun Kongrê. Wan kurmê darê bi awakî Hemreş Reşo yê dilowan û ji kültüra PDK-T gelek endam bi xapandin kirivun hevalên xwa. PDK hat pelixandin, fetisandin û HEVGIRTIN çê kirin. Salekî şunda navê xwa kirin HEVGIRTIN-PDK Hemreş Reşo yê dilavan kirin serokê xwa. Paşê jî sala 1994-ê Hevgirtin-PDK navê xwe diguhure û dike PDK-Bakur û hevalên Hemreş Reşo salekî berîya mirina wî bi dizî ji serokatîya PDK-BAKUR dur dixînin. Hemreş Reşo wî demê bilîyê nexwaşîya xway e, van tiştana nabîhîz e. Lêku kesên ji kültüra PDK-T hatinin nav PDK-BAKUR bi awakî ji Hemreş Reşora divêjin tu ji serokatî hatîy e girtin. Piştê wan sedema kesên ji berê ji kültüra PDK-T buy e bi dilovanîkî mezin dixwazin disa bigêjin rêxistina PDK-T´yê. Bi rastî û bê guman Hemreş Reşo heta roja mirina xwa serokê PDK-Bakur nebu...
Belê rastî eve û aqubeta Hemreş Reşo yê Dilovan jî eve. Texdîra gelê kurd çibe ? Belê em dizanin gelê kurd di demek nîzikda rastîyan bizanibe. Em gelê kurd agahdar dikin, bira pêsîra gunehkara bernedin. Disa em bang li kesên gunehkar dikin bira destê xwa ji pêsî gelê kurd berdin û welatparêz bin ji boy berjewendîya netewa xwa bixebitin emjî wan efu bikin.
Gelo van gunehkarana Dr. Seid Kirmizitoprak ( Dr. Şivan ) jî wek Şehîdê PDKTyê bibîr bînin an na ? Me weneyê Dr. Seid Kirmizitoprak ( Dr. Şivan ) di malpera PDK - XOYBUN ê di POHOTO ( Foto )galerîyêda kiriye nan Şehîdê PDKTyê. Beşa Weneyê Şehîda : http://www.xoybun.com/gallery/index.php?currDir=./Sehiden%20Kurdistan&pageType=image&image=Dr_Sivan_01.jpg
Beşa Weneyê PDK ê : http://www.xoybun.com/gallery/index.php?currDir=./PDK&pageType=image&image=Dr_Said_Kirmizitoprak_2.jpg&startFrom=1 Emê êdî Dr. Seid Kirmizitoprak ( Dr. Şivan ) jî wek Şehîdê PDKTyê bi bîr bînin.
PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTAN - XOYBUN
PDK - XOYBUN
http://www.xoybun.com & http://www.pdk-xoybun.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2005-02-16 (5488 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |