Serokkomartîya Mam Celal pîroz be !
Celal Talebanî
Sorokkomartîya Mam Celal pîroz be !
PDK - XOYBUN, 08 / 04 / 2005 - Piştê dîktatorîya Beesîyên Faşist, Mam Celal Talabanî wek serokek kurd, ango bi nasnemeya kurdî, bû serokkomarê Iraqê. Demek dirêj bû, kurdên tekoşînger, bi şerê çekdarî li hember, dagirkerê başurê Kurdistanê sikinî bû û dawî di dîktatorîya Beesîyan anîn. Di vî demêda Beesîyan bi Enfal û Kîmya barandin li ser kurdan tofanên mezin anîn. Em bawerin, ev demên dîrokî ji bir nebin. Em tevkujînên dagirkerên Kurdistanê şermeyar dikin. Kurdan tekoşînger davî li barbarîya Beesîyan anî û wan kir tarîtîya dîrokê.
Em baxtîyarin başurê Kurdistanê îro azade û ewê kurd jî ji îro şunda, demek li wir bi sîstema Federalî bijîn. Em hêvîdarin kurd bingeha Demokrasîyê li Iraqê saz bikin û li başurê Kurdistanê serbixwatî amade bikin.
Em bang li rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê dikin, werin em destê biratîyê bidin hev, dawî li kemalîzmê û li dagirkerîya dagirkerê bakurê Kurdistanê bînin. Ger kêmnetewên li bin bandora devleta TC yê dipalixin, ji me alîkarî bixwazin, emê wek birayên xwayên basurê Kurdistanê, destên Demokrasîyê dirêjên wan bikin.
Kêmnetewên curbecur û gelên Rojhilata Nawîn bizanibin kû, kurd kela Demokrasîyê ye. Ger ew bixwazin wek merovan bijîn, em soz didin wan, ji bona jîyana merovatîyê di dema tengasîyê da, li gel wanbin. Ango wek erdhej, demên Şer û afatên cur becur da birînên wan derman bikin û wan xudî bikin.
Em serokkomartî ya Mam Celal pîroz dikin ! Hêvîya me ê kurdên li Kurdistanê û ên li dervayê Kurdistanê eve kû serokkomartîya Man Celal ji boy me bi xêr be. Em hevîdarin Mam Celal piştê amadebuna Demokrasîya li Iraqê, ji serokkomartî ya Iraqê veqete û wek serokek Kurd, bi serok Mesûd Barzanî ra, pirsa kurd û Kurdistanê çareser bikin.
Em bi serokatî ya Mam Celal û Mesûd Barzanî piştrastin û em wek her biraderên wan li cem wanin.
Gurzên Demokrasîyê her dem xurtbe û biruskên me, herdem li ser dagirkerên Kurdistanê be.
Her Bijî Kurd û Kurdistan !
08. 04. 2005
PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2005-04-08 (5424 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |