Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43381
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...
    1922
    0
  • Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).

  • Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    SERHILDANA SÊX SEÎD





    SERHILDANA SÊX SEÎD


    Mella Emîn'ê Êlih î

    Pistî ku dewleta osmanî ji cenga cîhanê ya yekemîn ketî û bindest derket, pirê erdê vegirtî wenda kir û bi gora biryara peymana mandrosê di 30.08.1918 an de çek û sîlehên xwe danîn þert û xwestekê dewletên hevgirtî hemû qebûl kirin. Liser vê yekê dewletê hevgirtî di þerê sala 1919 an de kongra, sulh û aþitiyê li bajarê Parîsê amade kirin. Ev kongre, ji wan gelên ku di demeke dirêj de di bin bandora Osmaniyan de mabûn banga serîhildanê û ji cîhanê re banga peliþandina dewleta Osmaniyan bû.

    Di wê navê de gelê Kurd jî di encama tevger û xebata xwe de komelek bi navê Komela Bilindahiya Kurd ( Kurd teali cemiyeti ) li bajarê Istanbolê saz kir. Di demeke kurt de sê þaxê wê komelê li Diyarbekir, Xerpêt û Bîldlîsê hatin vekirin. Serokê Ermeniyan Bagos paþa di 13.02.1919´an de erzûhalek li bo daxwazên Ermaniyan pêþkêþê kongra Parîsê kir. Di wê pêþniyaza xwe de daxwaza dewletek Ermaniya ya serbixwe dikir ku bajarê Wan, Diyarbekir, Bîdlîs, Sêwas, Edene, Kozan, Mereþ, Tirabzon û Erzirom di nav sînorê wê dewletê de bûn.

    Li ser vê erzûhalê Tirkên Osmanî gelek tirsiyan û li xwe heyirîn. Osmaniyan li hemberê van tiþtan minafiq û hîlebazê xwe yê mezin Mistefa Kemal mirovekî wisa minafiq û du rû bû rojek dibû dîndar roja dinê dibû dînxwar, li cihekî misliman bû, li cihekî kafir bû. Wisa dek û dolap dizîvirandin ku em dikarin bibêjin pîlan û tektîk û hovîtiyê îro ( özel harb dairesi, kontr gerilla hwd. ) ber hemî ê wî ne. Bi rastî jî, ji gelê Kurd re gelek dijmin û neyar hebûn lêbelê dijminek weke Mistefa kemal dîrokê nîþan neda ye. Lewra ewî ji mêj ve li Kurdistanê kar dikir û bi xapandina gelê Kurd re meþxûl dibû. Di sala 1916´an de ku serbaz û zabit bû di þaxê artêþa hefta ku navenda wê li bajarê Farqinê bû, gelek gavên pêwendî û têkiliyan bi serokesîr, axa û þêxên Kurdistanê re avêtibun. Xwe ji rojê pêþre amade dikir ku bi hêsayi bikaribe di rêya wan de gelê Kurd bixapîne.

    Di piþtî erzûhala Bagasê Ermenîre Mistefa Kemal di 16.05.1919´an de diçe Samsûnê. Li wê derê lêkolînek mezin li ser dabasa kurdistanê dike. Hinek dek û dolap û hîleyan saz dike û biryara xwe ya dawî wiha didê: Em fîtne û fesadiyê enceq bi rêya dîn dikarin bêxin nav Kurdan û wan ji hev biqetînin û bînin aliyê xwe. Li ser vê ramanê biryara amadekirina kongreyekî li bajarê Erziromê dide. Diöçe Erziromê pirê sêx, axay û serok eþîrê Kurde li wir dicivîne, di navbera 23 Tîrmeh ê û 7 ê Tebaxê di sala 1919´an de kongreyeki saz dikê û vê hinare û mesaja minafiqi dide. ´´Gelî Kurdan! Em birayê hevin, dinê me yek e. kafir dixwazin me bixin bin destê xwe, me teslîmî Ermaniya bikin. Dîn ji dest diçe. Ez soza namûs û þerefê didim we ku em bi hevre wek bira býn li hemberê van kafiran derkevin, wan ji welat dûrxînin emê weke bira bi hevre rûnin mafên we bidin, Kurd û Tirk weke dost û bira wê bihevre bijîn”. Bi vê axaftina xwe pirê beþdaran qanî û qayil dike. Di wê kongirê de, ji neh endaman komeke nûriyê tê kifþekirin ku ji wan sê heb kurd bûn. Yek: hecî Mûsa Begê Xwetî, dudu: Sadûllah efendi yê Bidlîsî, sisê: Sêx Fewzîyê Erzirûmî bû.

    M. Kemal bi vê armancê kongreke din, di navbera 4 û 11 Elûna sala 1919 an de li bajarê Sêwasê amade dike. Hinek hîle û xapên mezin di wir de ji dar dixe. Bi rastî ev liv û tevgerên Kemal ne bêfêde û vala bûn, armanceke mezin di bin wan gavan de hebû. Gelo cima ew kongreyên xwe li Enqere û Izmîrê saz ne dikirin? M. Kemal xweþ dizanî bu di kongra ku li bajarê Parîsê de hatibû amadekîrin wê derheqe Kurd û Kurdistan ê de hinek ferman û biryarên girîng bên dayîn. ´´Gelî Kurdan! Em birayên hevin, dinê me yek e. kafir dixwazin me bixin bin destê xwe, me teslîmî Ermeniya bikin. Dîn ji dest dice. Ez soza namûs û serefê didim we ku em bi hevre wek bira li hemberê wan ji kafiran derkevin, wan ji welat dûrxînin emê weke bira bi hevre rûnin mafên we bidin, Kurd û Tirk weke dost û bira wê bihevre bijîn”.

    Hedef û armanca wî ew bû ku Kurdan bixapîne, wan xwestek û pêsniyaza bipeliþîne. Gelo wê Kurd bi çi bý xapandana ? Belê bi hîs û dilîniya ol . Lewra wî rind dizanîbû ku gelê Kurd gelek oldare. Bi dîn û baweriya xwe ve girêdayî ye.

    Dem hatibû 22 ê heyva nîsana sala 1920 an, dewletên hevgirtî dewleta Tirkan gazî bi bal kongreya parîsê kirin. Nûnerên Osmaniyan çûn Parîsê bend û mercên wan hemû qebûl kirin. Di 10.02.1920 an de peymana sewrê erê kirin. Di benda 62. û 64. ande, ji wê peymanê biryara hinek heq û maf, ji Kurdan re hatibû dayin. Bi sedemê vê peymanê, Serif paþayê Kurê Seid paþa ( wezîrê derve yê kevin ) nûnerî û berdevkî ya Kurdan dikir.

    Xwestek û pêþkeþê kongra parîse dikirin. Li ser vê bûyerê M. Kemal jehriya dijminî û Durûtiya xwe rijand, bi lez fit da axa û þêxên Kurdan yên ki di kongra Erzirom û Sêwasê de bi soz sonda þeref û namûs û dilîniya dîn xapandî bûn û kisê ser serîf paþa kirin. Di 22.12.1920 an de, herkes ji hêla xwe ve têlqraf ji komîta Fransa ya bilind re didîne, nexweþîya xwe ji tevgera Þerif paþa re diyar dike û neqayilîya veqetandina ji Dewleta Tirka tîne ziman. Li servê rews û gavê Þerîf paþabi rêya rojnameya “Elweqt” Xwe ji nûnertî û berdevkîya kurdan paþve dide.

    Di vê navê de Xalid Begê Cibrî li Istenbolê dest bihinek kar û têkiliyan bi axa û mezinê eþîrê Kurdan ra saz dike. M. Kemal bi wê tegerê agahdar dibe. Xalid Beg ji qolordûya Istenbolê surgûn û raweyî qolordûya Erziromê dikê. Li helê din Komela Bilindahiya Kurd ( Kürt Tealî Cemiyetî ) endamê xwe Nûrî Dêrsimî di hevya cotanê di sala 1919 an de diþîne herêma Dêrsimê. Nûrî paþa li wir kar û xebatê dimeþîne û Kurdê wê herêmê ji fermandariya Tirkan pekanîna her dû bendên peymana sewrê dixwazin.

    M.Kemal di wê demê de jî dîsa rovîtî û hîlebazîyên xwe dimeþîne. Hinek axa û mezinên herêmê ( weke Mico Axa, Diyab Axa, Ehmed Ramizî, Hesen Xêrî ) bi nûnertîya parlementoyê, hinek din jî bi bertîla milk û zeviyan dixapîn e. Hemûyan qayîl dikê dengê wan dibire. Di wê demê de cîhan bi dabasa Kurdistanê re meþxûle û li hêviya dengê Kurdaye.

    Dewleta Tirk jî berê xwe dizîvirîne Dersimê, di 15.02.1921 ê de li herêmê urfî îdarê îlan dike, di 11.04.1914 ê de leþkerek giran diþîne ser herêmê, gund û bajaran diþewitînin, zar û zêç, pîr û kalan dikuj in. Serhildana Qoçgîrî, piþtî girtina herdû serokê serhildanê ( Elîþanê kurê Mistefa Pasayê Qoçgîrî û Heyder Begê mudirê qeza Umraniyê ) di 19.06.1921 ê de bi hovîtiyeke mezin bi giþtî hate tefand in.

    Dewleta Tirk gef û tirsên wilo mezin li ser Kurdan de diþand ku di wê demê de êdi tu deng ji Kurdistanê derneket lewra gelê Kurd him westiya bû hem tirsiya bû. M. Kemal ev rewþ hanê firset dît û li hemberê Yewnan û dewletên hevgirtî cenga xwe bi rihetî domand. Di 12.09.1922´an de Mustarek Mondrosê erê kir. Pistî wê, dewleta Tirk serkftin bi dest xwe xist. Nûnerên dewletên cîhanê di 10.11.1922 an de li bajare Lozanê civîyan, nêzîkî deh mehan konferansa wan domand, li ser gelek dabasên cîhanê yê girîng axaftin kirin. Dewleta kar û daxwazên xwe yên dijminî, zordestî bi wan bi de qebûlkirin û pejirandin.

    Bi vî rengî heq û mafên Kurdan li wê hatin mandelkirin. Kurdistan bû perçek ji erdê dewleta Tirkan, peymana Sewrê bê hukum ma. Lê belê di dabasa Musil û Kerkûkê de çareserî li Lozanê nehate dîtin. Vê lîstoka dewleta Tirkan, dil û þewitand û anî xîret û halanê. Serbaz û zabitên Kurdan yên di leþkeriya Tirkan de bûn, bi serokatiya Xalid Beg ê Cibrî dest bi tevgereke konevanî kirin. Di sala 1923 an komelek bi navê ´´Komela Azadî“ saz kirin. Di demek kurt de li pirê herêm û bajarên Kurdistanê nêzîkê bîst û sê þaxên wê hatin vekirin. Dewleta Tirk jî di 29.10.1923 an de komaretîya xwe eskere kir û hilbijartin a nûneran, ji bo demek pêþ girt binê biryarê.

    Di serê sala 1924´an de li Istenbolê di navbera Tirkanû Ingilîzan de civînek ji bo çareseriya dabasa Mûsilê hate sazkirin, gengeþî û axaftina li ser vê dabasê davêjin tarîxa 06.08.1924´a. Yusûf Ziya, nûnerê kevin yê herêma bîdlîsê ku yek ji pêþ endamê Komela Azadiyê bû, bi hiceta hilbijartina parlementoyê dest bi gera li Kurdistanê dike. Hedef û armanca wî sazkirina yekîtî hevgirtina di nav axa û mezinê esîrê Kurdan de bû. Ji Istanbolê diçe bajarê Erziromê hefteyekê dibe mêhvanê Xalid Begê Cibrî Lebelê ev tevger ji ber cavên M. Kemal winda nabe.

    M. Kemal li hemberê van gavên wan, gavek din davêje. Him ji bo ku polîtîqa wan derxe holê hem jî, ji bo çareserîyeke bi gora xwesteka xwe ji dabasa Mûslîlê re bibîne, di 01.08.1924´an de “Konferansa Dostiya Gelê Kurd û Tirk” li bajarê Diyarbekirê amade dike. Di wê konferansê de Fermandariya Tirkan, þeþ heb daxwaz û pêþniyazê Kurdan li hemberê yek daxwza xwe qebûl dike. Xwesteka Fermandariya Tirkan di dabas ( mesele ) a Mûsilê de bikin, destek û qayilîya xwe di vê rêye de ji cîhane re aþkere bikin.

    Xwestekên kurdan, yên Fermandariya Tirkan qebûl kiribûn ev bûn:

    1-Di hemû herêmên Kurdan de, wê îdarê Kurdî yên taybetî werin sazkirin.

    2-Wê dewleta Tirkan alîkariya dirav û pera bi ker (qiredî) ji Kurdan re bike.

    3-Efüyeke giþtî ji bo girtiyî heps û zîndanan were eþkerekirin.

    4-Heya pênç salan wê leþkeriya zorakî ji ser Kurdan were hildan.

    5-Wê dadgehên serî werin sarkirin û sîlehên ku dewletê ji nav Kurdan civandî bûn ji para (þunda ) werin dayîn.

    6-Zabit û kardarên Tirk, yên nebaþ û yê neyê hezkirî, wê ji Kurdistanê werin rêwekirin.


    Bi rastî ev kongra hanê xap û leystokeke pir mezin bû kû Kurdan re hatibû sazkirin, lewra bi alîkariya serokê eþîrên Kurdan di hat xwestin ku Kerkûk û Mûsil têkeve bin hukmê Komara Tirkan.

    Komela Azadî, piþtî vê kongrê di xebata xwe de, dilezîne di dawîya meha hesta di sala 1924 an de, kongra xwe ya yekemîn, li bajarê Erziromê amade dike. Pirê mezin û axayên kurdistanê û serbazên Kurdan yên leþkerî tevlî wê kongrê dibin. Þêx Sêide Paloyi di gel ku hetta wê rojê endamê Komela Azadiyê nebû, lêbelê ji hêla serokê komelê Xalid Begê Cibrî ve hatibû gazîkirin.

    Di domahîya Kongra Azadiyê de du biryarên girîng têne girtin.

    1- Ku serhildaneke giþtî bi hevre were destpêkirin û bi vî rengî gava azadiya Kurdistanê were avêtin

    2- Alîkariya madî û wateyî ji Uris, Ingilîz û Fransiza were xwest in. Xalid beg, li Erziromê karê xwe dimeþîn e, Yusûf Ziya ji bo têkilî û pêwendîyen bi komik û komelên dijî Kemalîzmê re çêke, diçe Istenbolê.


    Di wê navê de dewleta Tirk ji hêzen qolordîya xwe ya 7 a ku li bajarê Diyarbekirê bû, alaykî leþker diþîne ser Suryaniyê herêma Haqariyê. Ev alayî navenda xwe li Beytþebabê datîne. Hêjmara alayiyê pênç sed peya bû. Pirê serbaz û zabitên wan Kurd bûn, ( weke Ihsan Nûrî, Rasim Xurþît. Tewfig Cemîl, Rizayê birayê Yusûf Ziya ) di binê emir û fermanên komela Azadiyê de dimeþiyan.

    Yusûf Ziya ji Istenabolê têlqrafek bi þîfre ji wan re diþîne, lê sed mixabin ew têlgirafê þaþ fêm dikin û di 04.09.1924 an de dest bi serhildana li hemberê dewleta Tirkan dikin. Di demeke nêzîk de dibînin ku li herêmên Kurdistanê yên din serhildana giþtî çê nebû. Wê demê bi þaþiya xwe dihesin û pirê wan direvin Kurdistana Baþûr. Dewleta Tirkan hinek ji serbazan û hinek ji mirovên wan digirin, didin îþkencê, bi pîlanên Komela Azadiyê dihese û dest bi girtina endamê komelê digire.

    M. Kemal bi sedemê erdêjîna Hesen Qelê tê Erziromê, li wir zanîn û agahdariyên derbareyê Komela Azadiyê de dicivîne. Vedigere Îstenbolê, fermana girtina Yusuf Ziya û Xalid Beg dide. Di 10.10.1924´an de Yusuf Ziya, Di 20.12.1924` an de Xalid beg tê girtin. Piþtî vê girtinê Komela Azadî serhildan û meþandina mesela kurdistanê dispêre Þêx Seid. Di ronahiya vê biryarê de, Þêx Seîd di 27.12.1924´ an de ji gundê xwe. Qolhîsarê bi rê dikeve,. Gelek mezin, sêx û axayên Kurdan jî tevlî wê civînê dibin. Þêx Elî Rizayê kurê Þêx Seîd, ji sefera bazirganiya Helebê nû zivirî bû.

    Þêx Seîd bi rêzêve tê Gimgim, Gonîk, Sulaxa, Darahênê, Licê, Henê û li herderî kufra Kemal û
    Rejima wî de gelek mela, Þêx û axa pêre hevaltiyê dikin. Þêx Seîd di 5.02.1925´ an de bi sed siwarên bi çek û sîleh tê Pîranê gondê birayê xwe Þêx Ebdurehîm. Dewleta Tirk, Ji vê tevgera hanê re gelek pîlan, xap û leystokan çê dike. Li pîre bajaran ajan û cehsan kifþe dike.

    Tezgaha kompolyekî ji bo hereketê datîne ku di beriya zemanê wê de bide teqandin, da ku bi
    Sernekeve. Dewleta Tirk deh leþkerî bi pêþkêþiya serbazekî bi navê Hesen Husnî di hestê heyva Sibatê de diþîne gundê Pîranê. Ev serbaz ji Þêx Seîd teslîmkirina hinek insanên ku li cem dewletê bi mehkumî û qaçaxî hatine dirofkirin dixwaze.

    Cenda ku Þêx Seîd jê ra dibêje : Ew mirov ji bo min hatine vir, ez nikarim wan teslîmî we bikim, piþtî ez herim hûn dikarin wan bigrin, lê serbaz qawîl nabe. Þêx Ebdurehîmê birayê Þêx Sêid, þîmaqekî li serbaz dixe û li ser wê bihevçûn derdikeve. Leþkerek tê kuþtin û serbaz birîndar dibe.

    Dewlet da basê gir dike Þêx sêid ji wir diçe gundê Serdê li wir mecbûre destpêkirina hereketê dibe. Di 13.01.1925 an de hêzên Þêx Seîd dest bi êrîþa li ser mal, dezgah û hêzên Dewleta Tirk dike. Pistî kû Genc û Dara Hênê têne girtin, di þanzdehê sibatê de bajarê Licê dikeve bin destê wan.

    Þêx Seîd, bi deh hezar leþkerî di bin fermandariya Salih Begê Hênî de, bi aliyê bajarê Diyarbekirê ve diçe. Di navbera hêzên wan û dewletê de gelek þer çê dibin, lê belê hêzên dewletê xwe li ber wan nagrin. Di bist û heþtê sibatê de hêjmara wan dibe panzdeh hezar, xwe dighînin nêzîkî Diyarbekir. Pêwendî bi eniyên din re tên sazkirin, bi gelek eþîrên dora Diyarbekirê de têkilî tên girêdan. Þêx Seîd di wê navê de ji Mehmûd Begê kurê Ibrahim Begê Milî êrîþa li hêla baþûr ve dixwaze. Pênc roja li hêviya wan dimîne lê mixabin ew tu êrîþê çênakin.

    Di pêncê heyva Adarê de Hêzên Þêx Seîd êrîþ dikin ser bajarê Diyarbekir. Eniyên ser li gunde Melekan hatibû kifþekiri. 1- Ahmed, 2- Erxenî, 3- Cebexûr, 4- Xerbût, 5- Gonîk. Ser di destpêkê de li her eniyê gelek pêþde çûbû. Pirê bajaran ji destên dewletê hatibûn derxistin.

    Lê belê Mistefa Kemal, pîlan û xap û hîlevên xwe meþandin. Serokwezîrê demê Fethi Okyar, pê da istifakirin, di dewþa wî de Ismet înonu xist serokwezîr. Bi lez çarê meha Adarê de qanûnek bi navê ´´teqrîus-sukun´´ derdixe û îlan dike. Dewlet hêzeke mezin yê leþkerî di navbera 25-35 hezarî de, bi aliyê Amedê vi diþîne. Li herêmên Kurdistanê hemûyan ´´urfî îdare´´ tê îlan kirin. Bi rêya radyo û rojnaman bangeke wiha ji gel re diþînin. Ev hereketa Þêx Seîd leystoka Ingilîza ye, kî alîkariyê pêra bike xayîne, wê bi cirimkirin. Li ser kurdan, gule û bombeyan li ser wan dibarîn in.

    Li hêlek din, xayîn û cehþên Kurdan xiyaneta xwe eþkere dikin. Hinekan bi dewletê re li hêzên Þêx Seîd dixistin, hinekan jî dest bi talan û parvekirina dikan û malan dikirin. Gel ji van rewþ û tevgerên þaþ nexweþ bû, alîkariya xwe pare kiþand.

    Dewleta Tirk, Xalid begê Cibrî û Yusuf Ziya bi darde kirin, ew xeber li Kurdistanê belav kirin. Moral û hêzên gel dan þikênandinê. Li aliyekî xebera xenqandina wan hat, li aliyê din jî nêzîkî 35 hezar hêzên dewletê yên alîkariyê di bîst û heftê Adarê de gihîþt in bajarê Amedê.

    Leþkerê Þêx Seîd mecbûrê para kiþîya bû, hêdî hedî þikest û ji hev belav bû. Þêx Seîd û serokên eniyan, li Sulaxan gundê Girvasê xwe gihandin hev. Civîna xwe ya dawî çêkirin. Þekl û xilasbûne ji leþkerê dewletê kifþekirin. Di vê civînê de biryara çûyîna Iranê dan. Hemû bi hevra di çiyayê Serefdînê re derbasî hêla Binanixê bûn. Ji ber ku pira Ebdurehman paþa tên girtin. Þêx Seîd berê diþînin Gimgimê, paþê diþînin Cebexcûrê. Hespê wî yê boz jî diþînin Erziromê qeza Îlicayê. Di panzdehê heyva Gulanê de wî bi hevalên wî ve hemûyan diþînin bajarê Amedê. Bi gora qanûna ´´teqrîrûssukune´´ du mehkemeyên istiqlalê têne sezkirin.

    Yek li Enqere, ya din di Komela Bilindahîya Kurd hat girtin. Di 26.6.1925 an de Þêx Seîd û hevalên wî li bajarên Amedê derdixin mehkemê. Di 27 an de Seyid Ebdulqadir, kurê wî û havalekwî darde dikin. Di 29.06.1925 an de 327 kes têne dardekirin. Zayîat û telefên hêla Kurdan, heya girtina Þêx Seîd, pir hindik bû, lêbelê piþtî peliþandinê Dewleta Tirk dest bi xirabkirina gund û bajaran, sewitandina xanî, mal û metan, kuþtina zar û zêc, pîr û kalan, sirgun, koçbekirin û qirkirênen bi hovîtî dike.

    Sitemkarî û tirsek mezin bi ser Kurdistanê de tîne. Ew rewþ heta 1927 an berdewan dike. Di encema vî serî de 14 bajar, 700 gund, nêzîkî 9000 xanî tên wêrankirin 50.000 kes tên kocberkirin, nêzîkî 7500 kesî davêjin zîndana, 660 kesî darde dikin. Hêjmara hêzên dijmin yê ku tevlî hereketê bûyûn, nêzîkî 200.000 î bûn. Hejmara hêzên Þêx Seîd, nêzîkî 20.00 î bûn. Gelî birâ! bi rastî ku mirov dabasê ji serî de dikolê û pêda tê, heya serhildana Þêx Seîd mirov rind dizane kû Þêx Seîd kî bû?, qiyam û serhildana wî ji bo çi bû?, Bi rastî serhildana Þêx Seîd ji serhildanên din hinek cuda bû, ew serhildan him serhildana þeref û namûsê, ax û welêt bû, him serhildana ji bo dîn û îmanê bû, him ji bo tolhildan û derketina li hemberê zor û sitemkariyê bû. Lewra serhildana ji bo mal, ji bo can ji bo maf, ji bo welêt hemû serhildanên ji bo ol e. Encex ew kesên ku ji dîn fêm nakin dibêjin, serhildana Þêx Seîd ne ji bo welat û Kurdistanê bûyê, ji bo dîn bûye. Bêguman ew qiyam û serhildan, ji bo rizgariya Kurdistanê bû yê.


    10.06.2004

    Mella Emîn'ê Êlih î











    Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.

    Weþandin:: 2005-04-12 (4632 car hat xwendin)

    [ Vegere ] | PRINTER


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google