Salih Kobanī : Kurd Pažve Diēin ?
Kurd Pažve Diēin ?
10. 01. 2006 — Humkūmeta Herźma Kurdistanź HHK di 09/01ź de daxuyaniyek derxist di derbarź dadkirina Dr. Kemal Seīd Qadir. Ji ber ko berź hatibū gotin ko Dr.Kemal hate dadkirin li gor zagonźn rejīma Saddam, ez weke kurdekī ketime ber fediyź ū min ji xwe pirsī gelo ma Seddam ēūye lź na ?
A nuha HHK dide xuyakirin ko Dr. Kemal Seīd Qadir hatiye dadkirin li gor zagonźn Kurdistana Federal, min ji berź pirtir fedī kir ū min ji xwe pirsī gelo em xerīkī avakirina welatekī nūjen ( Modern ) in yanjī me berź xwe daye cengelź ? !
Ji min re qet ne girīng e Dr. Kemal Seīd Qadir kiye, ji kuye, bīr ū baweriyźn wī ēine, heta ēi qonaxź merovekī bi exlaqe, sixźfźn ko kirine ēendī tūjin, mebesta wī ēi bū….. ū bi dehan pirsźn dī.
Ji min re girīnge ev welatź ko di destpźka avakirinź de ye, gelo wź bibe cihź žahnaziyź yan na ?
Di vī welatī de cih ji kź re heye, ū kī divź zindanī be ū ēima ?
Rola rewženbīran di proseya avakirina vī welatī de ēiye ?
Ji bo avakirina civakeke sax ū xurt pźwīstī bi rewženbīran heye weke pźwīstiya laž bi "antībiotīka", ew rewženbīrźn ko dikarin tižtźn bźkźr ū lewaz bibīnin ū biwźrin ronahiyź bibine ser ū dengź xwe bilind bikin.
Hinek "rewženbīrźn" ko dahol ū zirneyź ji desthilatdaran re lź dixin, dilź wan dixwest ko serź Dr. Kemal Seīd Qadir bihata jźkirin, rewženbīrźn weha zemīnź ji dīktatoriyź re xwež dikin, rź ji totalītarīzmź re ve dikin ū dibine penēežźr di lažź civakź de.
Min digot žerme ji dadgehźn Kurdistanź re ko Kurdistaniyan dad dike li gor zagonźn Saddam, lź eger ev zagon ji aliyź Parlemana Kurdistanź ve hatibine pejirandin ew veca pergalbelavbūn e; ev tižta baweriya bi Parlamana Kurdistanź dixe bin pirsź !
Qet ne seyr e gava rźjīmeke fažīst wek ya Saddam Perlemaneke qelp, ū bźkźr bide serhev ko ewjī ji aliyź xwe de zagonźn fažist bipejire ew zagonźn ko dikarin tenź bi kźrī rźjīmź werin.
Lź pir seyre ko Perlemana Kurdistanź ew a ko ji aliyź Kurdistaniyan ve hatiye hilbijartin bibe derbaskirź zagonźn dūrī standardźn navnetewī, dūrī demokratī ū mafźn mirovan, zagonźn ko dewleta Osmanī tine bīra mirov !
Ez naxwazim rewženbīrźn welatź min yan bźdeng bin, yan pisporźn ēepikan bin.
Ez dixwazim ko Perlemana welatź min li gor daxwaza dengdaran bilebite ū li gor normźn cīhana sivīl zagonan deyne.
Ber bi civakek e sivīl, demokrat ū azad ve bi mirovin e azad ū netirs ko bikaribin rź bigrin li pźž rewžnbīrźn ēepikan, rojnamevanźn ēepikan, siyasetmedarźn ēepikan, ū mamūrźn ēepikan, yźn ko li ser xwīna gelź me dijīn.
10.01.2006
Salih Kobanī salihkobani@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2006-01-11 (4683 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |