Dilopek ji derya Xanî
Li koçka Ehmedê Xanî,
çira gotin ezê pêxim,
li dîwarê Mem û Zînê hilawêsim,
þevê ez pê bikim rehnî.
Þepolên reng û awazan,
li ser dêma ciwanî tev,
nizanim ka çi awayî bihîvêzim!?
Ji reng û rûçikê îro,
dilê min ku, dirêjê xwîn,
birîndarim.
Neþim bêjim
li vê derya pesindarî,
ne soba û ne hiþyarim.
Çikû zanim ku robarek neqiþbazî,
ji bejna Ehmedê Xanî
li bejna min ,
ne ew borê ku ez lêdim.
Neþim bêjim
ji goranî , li vê bestê
ne serbestim.
Çilo karim
li fincana xwe ez deynim,
bi hêsanî bidim hevdû,
bi hejmêrim
hemî peþkên di baranê!?
Çilo karim
dilê derya
bi mista xwe biçirkênim!?
Erê Xanî !
Biçûkim ez,
li awêna te ez dêmê xwe nabînim.
Li rû heyvan,
çiraya ber gelawêjan
çilo pêxim,
çirîsoke li destê min!?
Bi mûmek dê çi rehnîkim
rûyê rojan!?
Li Botan û li ser Cûdî,
te rehnî da bilindahî rûyê tarî.
Erê Xanî !
Te xanî bo me avakir,
bi kurmancî ,
te dîwarê ziman lêkir.
Li hevrîÞmê zimanzanî,
gelêrî bo me nîþankir.
Zevî hiþka biharek nû te kêlabû.
Li dîrokê berî her kes,
gula pêþî li vîna gel,
welat û xak,
li ser singa xwe danî bû.
Erê Xanî!
Çivîkên bawerî lavan
ji nav tora delavên dil,
te berda bûn,
li banî jor pelên hewran ,
kirin hêlîn.
Ji doþava Qesaran û
ji lêlava sipîberfa dilovanî,
bi tihnêtî vexwarin av.
Ji tîrêjên hemî rengan
ji bo taca Mem û Zînê,
çinîbûn xweÞ,
kevanê pelkezêrînê.
Erê Xanî!
Te kolabû çemê jînê ,cihok û þap,
lehî avên welatê min,
li herk û tev çirîsokî,
vexwarin tev delavên dil,
çemê vînê,
evîndarî Mem û Zînê.
Ji ava dil ,
ji xuhdan û
ji rengê simbilê bê nan,
ji aha nav dilê Dicle,
wekî sazek li dest pêlan...
bilûra bilbilê xemgîn,
evîn û jîn,
hejêkirn û xweþî û kîn,
sirûdek bû li ser têla
mûsîqarî du dildaran,
te hûnabû.
Mem û Zîna ji kevnarî,
li dîdarê welat û gel te anî rû.
Welatnasî li helbestek neqiþ kêþa,
di mermer de,
bi dîrokî te kolabû,
li dîwarê zeman danî.
Erê Xanî !
Erê Xanî !
......... / 02 / 1995
www.kecakurd.de
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-01-28 (8082 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |