Strana : Warê me ye
Warê me ye Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me
Pezê me, pezê me
Diçêriya li çiyayê me
Talan kirin, girtin birin
Agir berdan konê me
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me
Zarokên me zarokên me
Ji bir nakin ew rewşa me
Perçiqandin jiyîna wan
Xwestin vemirin ocaxên me
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me
Mêrgê me na mêrgê me na
Lê gul diçînin keçê me na
Jêdikirin gulyê wana
Ez j’bîrnakim zarîna wan
Warê me ye
Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me
Bijî Huner û Çanda Kurd http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2006-02-14 (4689 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |