Êzîdî berî dema Þîxadî - Beþa 2 Lêkolîneke oldarî-zanistî
Dr. Pîr Memo Osman
Dibe, ku pir tiþt ji Îslamê ketine nava Êzîdîtiyê û guhertin jî çêbûne, lê belê baþ diyar e, ku Êzîdîtî ji îslamê dûr e û berî wê hatiye.
Mixabin, ku tu kes nikare li ser rewþa Êzîdîtiyê berî îslamê bi tesbît û bingeh tiþtekî bîne ber çavan. Li vir xelekek ji zincîra dîrokê windaye.
Gelo navê Êzîdîtiyê berî Îslamê çi bû? Bersiva vê pirsê tu mirov nikare heya niha bide. Hinek rêxistin û rêberên siyasî di nav Kurdan de dibêjin, ku Êzîdî Zerdeþtî ne. Lê heke mirov Êzîdîtiyê û Zerdeþtîtiyê deyne ber hev, dê ji me giþtan re diyar bibe, ku herdu ol ne yek in û Êzîdî tucar ne li pey Pêxember Zerdeþt bûn.
Li gel ku Zerdeþtî pir bi hiner, þax û per bû, ne hemû Kurdên Êzîdî û gelên li Kurdistanê baweriya xwe pê anîne. Hindek edet, rabûn û rûniþtinên Êzîdiyan, yên nifþekî bi dev daye nifþê li pey xwe, wê pirsê çareser dike, ku
Êzîdîtî û Zerdeþtî du olên serbixwe ne û bi hev ve ne girêdayî ne.
Bê hejmar zanyar û lêkolînvan yên ol tesbît kirine, ku navê Ahûra-Mazda û Aþa, yanî rastî navên Xweda bû, yê ku berî hatina Pêxember Zerdeþt û nivîsandina pirtûka wî Avêsta bû.
Piþtî Zerdeþtî dibe ola komara Sasaniyan, hinek Kurdan "Arî û Mîdî" bûne Zerdeþtî. Lê piraniya gel li ser ola xwe ya berê dimîne.
Bi yek gotinê mirov dikare bibêje: "Pêxember Zerdêþt ola bav û kalên xwe guhert." Berî wî du Xwedayan hebûn: Ahûra-Mazda û Ahîraman. Yek Xwedanê ronahiyê û yê din Xwedayê tariyê bû. Pêxember Zerdeþt baweriya ola xwe li ser vê bingehê avakir: "Yek Xwedê heye û ew jî Ahûra-Mazda ye."
Gakuja ku Êzîdî di cejna xwe ya di meha payiza didoyan pêktînin ji ola Mitrayiyê yanî Rojperestinê tê. Ne dûr e, ku Êzîdî baweriya xwe bi du Xwedayan dianîn: Xwedayê Xêrê û Xwedayê þer.
Gakujî jî ji vê yekê hatiye, ku Dayêva-Perest teba jê re dikirin qurban. Zerdeþt jî kuþtina heywanan qedexe kir. Bi vê yekê dixwest, ku rola Xwedayê xwe Ahûra Mazda mezin bike û rola Xwedayên din kêm bike.
Mitrayî (Mîtrayî) li ber çavên Zerdeþt oleke dualizm bû. Xwedanê þer, Dayêvas, her þerxwaz û nêr bû. Zerdeþt ev Xweda ji bo vê yekê ji nav baweriya xwe ya nû derxist. Xwedayê Ezman Mitra (Mîtra) qebûl kir, jiber ku gel bi dil û ramanên xwe bi vî Xwedayî ve, bi Xwedayê Rojê ve, girêdayî bû. Zerdeþt mecbûr bû, ku Þêx-Þems, Xwedanê Rojê, weke Xwedanekî qebûl bike. Lê tu car Mîtrayî weke oleke serbixwe qebûl nekiriye.
Zerdeþt di Yasna 32. ya pirtûka xwe ya pîroz Avesta de êrîþ berdaye ser Dayêvas û ew gunehkar kiriye, ku mirovan dixapîne. Ev saloxên Zerdeþt li ser Dayêvas pir nêzîkî çîroka Adem e, ya di Tewratê û di Qurànê de hatiye nivîsîn, ku çawa Xweda gote Adem, li wî qedexe ye, ku sêvên vê darê bixwo, lê li gor gotinên Quran û Tewratê mar, ku ew Xebera Xirab yanî Mêrik bû, Adem xapand, ku ew sêvê bixwo. Êzîdî dibêjin nexêr: "Hemû tiþt bi destên Xwedê û gotinên wî bû û Tawisî Melek fermana yanî emrê Xwedê bire serî û bi cî anî. Eynî û bi xwe rola Mîtra dilîst, çaxê goþtê gayê kuþtî li mirovên girêdayên xwe belav kir, xwast ku mirin li cem wan hew peyda bibe û tim dinyayî bimînin.
Ev tore û edetê kuþtina ga Êzîdiyan girte xwe û heya îro jî di cejna Cimayiyê de, Cejna Payîzê, li Laliþa Nûranî pêktînin.
Ev gakujî jî tore û edetê Ariyan û Rojperestan bû.
Þîxadî ev karê xêrê wisa guhert, ku ew edet biþibe xwarina dawî, ya Îsa (Krîstos) bi þagirtên xwe re derbas kiribû.
Cejneke din jî li cem Êzîdiyan heya îro jî maye û tê çêkirin, navê wê Firavaçiz e. Ev cejn ji dema berî Zerdeþt e û ji aliyê Ariyan û Mîdiyan dihate çêkirin. Bê qedar zanistvanan tesbît kirin, ku ev cejn berî Zerdeþt hebû. Êzîdî vê cejnê di biharê de pêktînin. Di destpêka meha Nîsanê de çêdibe û bi cejna Bêlinde, Sersal, tê bi nav kirin.
Guhertin qet neketiyê, her çiqas ku bi hezaran sal di ser re derbas bûne. Her malbateke Êzîdî xwarinê tînin ser goristanên miriyan. Li ser goristan, qewl û nizayên xwe yên olî dibêjin. Bi van semayan Êzîdî miriyên xwe û karên wan yên baþ tînin bîra xwe. Bi vî þêweyî miriyan careke din vedigerînin jiyanê. Ew heya êvarê li ser goristanê dimînin û piþtre têne malê. Li malê jî bîranîneke din li ser miriyên xwe bi cî tînin. Xwarina para miriyan , "Nanê miriyan", li gundiyên xwe belav dikin. Ew devê deryên xwe bi gulan dixemilînin. Ev cejna han 3 rojan berdewam dike û weke Sersal, Bêlinde anjî Roja Miriyan tê naskirin.
Ev edetekî pir kevin e di nav olên tebî‘etê de. Indiyan jî li Meksîko cejneke diþibe vê cejnê pêk tînin. Ramana vî tiþtî jî ew e, ku mirî û mirin beþên jiyanê ne. Jiyan û mirin bi hevdu ve girêdayî ne. Agir û vêxistina çirayê li Laliþa Nûranî di her roja çarþemê de edetekî kevnar e. Êzîdî bawer dikin, ku Xweda Tawisî Melek di roja çarþemê daye û ji bo vê yekê jî çarþem li cem wan rojeke pîroz e. Agir her çarþem di mala þêx û pîrên Êzîdiyan de tê dadan. Edeta vêxistina agir berî Zerdeþt û Ahûra Mazda ye. Ev jî berî Zerdeþtiyê hate Îran û Kurdistanê. Agir jî sembola Xweda û Mitra ye. Ew sembola ronahiyê ye.
Di warê xêr û þer de baweriya Zerdeþtiyê û Êzîdîtiyê ji hev dûr in. Zerdeþt dibêje, ku xêr û xweþî ji Ahûra Mazda tê û nebaþî û nexweþî ji Ahîraman tê.
Êzîdî bawer dikin, ku xêr û þer bi destên yek Xwedayekî ne.
Xweda hiþ û raman daye mirovan ji bo rêya xêr û þer, ji bo rast û nerast ji hev û din nas bikin. Mane wê jî ew e, ku mirov dikarê þer peyda bike, ne Xweda. Li gor baweriya Êzîdiyan jiyan dema cerbandinê ye, weke çîroka Tawisî Melek, çaxê Xweda gotibû wî, ku ew sicûdê bitenê ji Xwedê re bike. Çaxê Xwedê Adem dabû dinê, ji hemû mêr, sivik û milyaketên xwe xwestibû, sicûdê ji Adem re bikin. Tawisî Melek bi tenê serê xwe ji Adem re netewand û gote Xwedê û gotina wî anîbû bîra wî, ku ew, Tawisî Melek, bitenê ji Xwedê re ibadetê dike, ne ji evdan re. Li vir Xwedê Tawisî Melek xiste serekê mêr û milyaketan û di eynî tiþt de bedêliya Xwedê li erdan dike. Erdmeyandin Tawisî Melek bi emrê Xwedê pêk aniye.
Hemû lêkolînên li ser ola Êzîdîtiyê didine xuyakirin, ku Êzîdîtî oleke îndo-germanî ye û pir kevin e. Agirperestin, rojperestin û gelek tiþtên din diyar dikin, ku Êzîdîtî oleke berî Îslamê û Zerdeþtiyê ye û tu girêdana wê bi Yezîdê kurê Ma‘awiya re tune.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-02-21 (5741 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |