Helbesta, Ciwanê Abdal : TÊRBÛN
TÊRBÛN
Giyanê min tev mişt soz û gulin
Maç û gotin û simbilin,
Avise bîlan û biyebana min
Îro û sibe ji do û pêr û herro,
Mixabin.. têr nabe ev dil ji xwe
Têr nabe ji mirç-ramûsanêd tovî,
.. Li ser ava qermiçandî
Di quntaxa kêlîka xwe de tiye,
Û dev di pêsîra rokê de tariye,
Û di kaniya berfa dipijive
Ji aştiya sipî taziye,
Haho yarê .. têrbûna min tuneye
Qe çi dêwim ez
An evîn bi xwe dêwe ji xwe,
Çawa agirê findê vedimire, vêdikeve
Çawa havîn li zevî dixîne ku hişkbike
Piştî buhurtina payizê
Şîn kat-dibe li deşt û buhara,
Haho,
Çawa ne-têrî çêdibe li dilê tolaz
Li dîwar û zevî û destê silavê
Li kevir û şitil û awirê çava ,
Qe stranek xweşe ev jîn û jiyan
Qe stranek geşe ev vîn û viyan,
Jiber têr nabe ev dil ji xwe û birçî ye
Têr nabe ji ramûsanêd xuristî..
Ciwanê Abdal http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2006-05-28 (4745 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |