Yezîdê kurê Mu´awiya û Êzîdîtî Lêkolîneke oldarî-zanistî
Þewqî Îsa
Êdî ji me giþtan re þerm e, ku em Êzîdî heya vê demê jî hên li bingeh û kaniya xwe û ola xwe digerin. Hindig maye, ku baweriya me hew bi kurdîtiya me jî were.
Berî her kesî jî ez wan mirovan didim ber nîþanê û wan di eynî dem de jî gunehkar dikim, yên xwe weke zanyar, rewþenbîr û lêkolînvan dibînin. Ez bawer im, ku di vê derheqê de dê tu mirov gazinan ji min neke. Jiber ku rewþenbîr bûn, yên digotin, ku ew bitenê dikarin gemiya ferecê û gelên têde bighînin kevîka behra pêlbilind.
Bi dîtina min ev mirovên xwe bi rewþenbîriyê didine naskirin, vî barî nikarin ne hilgirin û ne jî deynin. Em giþt hên negihiþtine wê bilindbûnê û zanîbûnê. Di vir de pêwist e, em tev li ber gunhê xwe werin.
Rewþenbîr bûn, yên ku rê ji mirovên Ne-Êzîdî re vekirin, ew jî nemerdî nekirin û heya ji wan hat, rast û nerast, þaþ û dirist li nav hev din xistin. Wan weke gotineke pêþiyên me kirin. Ew jî wisa hatiye gotin: "Hingî gilgil yî delal bû, baranê jî lê kir".
Derdên me nebesî me bûn, zerdeþtîtî jî anîne zimên. Ev înterprêtasiyon û lihevanîn ji min re û ji bo piraniyên Êzîdiyan bê bingeh û fûndamênt in. Vî tiþtî pir kar û zametkêþya hindek biraderên lêkolînvên dîroka olê bi avê de birin û li paþ xistin. Lê belê bila tu mirov dilxirabî jê re çênebe, ku ez li dijî olên din im anjî li fitil û dewranan digerim. Rastiyek li holê heye û tukes nikare jê bireve: Êzîdîtî û Zerdeþtîtî du olên ji hevdu cude ne û Êzîdîtî ola gelê Kurd bû, heya roja Îslamê Kurdistan wêran kir û Kurd bi darê zora devê þûr kirin misilman. Ez tucar nabêjim, ku hindek Kurdên-Êzîdî bûne Zerdeþtî, lê belê bila ji me giþtan re diyar be, ku Zerdeþtîtî ola Sasaniyan bû û ne ya gelê Kurd bû. Sasanî jî babkalên Faris bûn.
Armancên gotarê
Li gel, ku ez dê pir mirovan dilêþî bikim û lêvên wan xwar bikim, dîsa jî weþandina vê gotarê pir giring e û pêwist e, em ji rastiyê nerevin û nexeydin. Ev têm pirsgirêka girêdana Êzîdîtiyê bi Yezîdê Siltanê Þamê ve zelal dike.
Wekî din jî ez dixwazim ji cîhanê re bidime xwiyakirin, ku girêdaneke esasî û bi teybetî avakirina ola Êzîdîtiyê bi Yezîdê kurê Mu‘awiya re tune. Êzîdîtî ne beþek ji beþên Îslamê ye.
Ez dixwazin vê tespîta jorîn bi encamên lêkolînên zaniyar bidim ber çavan. Heya vê gavê jî xêrnexwazên me, çi Tirk, çi Ereb û çi Ecem dibêjin, ku Kurdên Êzîdî Emewî ne û li pey Siltanê Þamê Yezîd in. Carne jî dibêjin, ku Yezîdê kurê Mu‘awiya ola Êzîdîtiyê peyda kiriye. Ne pêxemberê Êzîdî heye û nejî Mesîhê wan weke li cem xaçperestan heye. Ola Êzîdîtiyê oleke milyaketî ye, bi zivikê Xwedê Tawisî-Melek ve girêdayî ye. Êzîdî Þîxadî bi xwe dibînin weke rêberekî ji xwe re. Ew jî bi hinera Tawisî-Melek rabû û Êzîdîtî ji ber zilma Îslamê parast. Êzîdî di wê baweriyê de ne, ku Tawisî-Melek xêr, xweþî û aþtî xistibû dilê Yezîd jî, lewma xêra Êzîdiyan xwest û nehiþt, ku Erebên misilman wan bikujin û welatê wan bi temametî talan bikin. Tu mirov ji Êzîdiyan inkar nake, ku qenciya vî Siltanî li ser me heye, lê belê ne, ew yê me ye û ne em jî li pey wî ne. Destekî yê din paqij kir. Pêwist e, em tiþtekî bitenê jibîr neken, ku Yezîd mirovekî Ereb bû û Tawisî-Melek Êzîdîtî di dilê wî de þêrîn kiribû û Þîxadî karî xêr ji bav û kalên xwe ve Êzîdî û Kurd bû.
Gelo ev Yezîd kî bû?
Ji bo kû em vî Yezîdî baþtir nas bikin, min darbava malbata Emewiyan ji pirtûka "Xilafet Benî Ûmeya, ya ku Dr. Nebîl Eqîl li Þamê di sala 1972 an de weþandiye, derxistibû û di vir de dinivîsim (rûpela 16).
Li gor saloxên vê bavdarê Yezîd kurê Mu‘awî û Meysûnê ye. Ew li bajarê Mekayê ji diya xwe re çêbûye. Bavê wî Mu‘awiya kurê Sufyan e, kurê Harb e, kurê Ûmeya ye, kurê Abid Þemis e, kurê Menaf e.
Piþtî ketina bajarê Meka dibin destên leþkerên pêxemberê Îslamê, Mu‘awiya dibe misilman. Hingî Mu‘awiya mirovekî bi nav û deng bû û xuyanî bû, pêxember Mihamed ciyekî layîq û bilind di komara îslamî de xiste destên wî. Xûþka Mu‘awî, Ûm Hebîba dibe jina pêxember. Di dema xelîfên yekemîn Abû Bekir de þerekî pir dijwar û dirêj di navbera misilmanan û xelkên El-Rida de vêket. Yên bi navê El-Rida hatine naskirin, ew mirov in, yên bi þûr bûne misilman, lê belê li ola xwe ya berî Îslamê poþman bûn. Hêje hindek ji me çaxe yek yê din pîs bike anjî çîran pê bike jê re dibêjin, mertit anjî mirted. Piþtî Emer Îbnûl Xetab bû xelîfe, rabû Mu‘awiya birêkire bajarê Þamê, ji bo kû ew bibe serekbajrê wê. Ev jî di sala 637 de piþtî Îsa bû.
Malbata Emewiyan ji gelê Þamê re bi hemû rengên xwe pir baþ û tolerent bûn. Wekhevî hema bêje dêmokrasî û serbestî armancên wan bûn.
Di baweriya min de heke niha hindek mirovên misilman, yên bi SosiyalûÎslamê difikirin, ev raman ji vê komarê standine. Mala Êmewiyan tu zor û serdestiya bi qirêj û xwîn li gelê Þamê û Sûriya-Mezîn nedikirin. Dibe, ku wan jî ev dêmokrasî ji Bîzentiyên xaçperest girtibûn. Ev jî sedemeke pir giring û mezin bû, ku komara Îslamî-Erebî bi nav û deng û meþûr bû. Piraniya serokên Îslamê, yên piþtî dema pêxember siltanî û serekbajarî bi navê Îslamê kiribûn, pir zilm û zorî li gelê xwe kirbûn. Ne pêþveçûn hebû û ne jî azadî û serbestî. Ew mirêvên ne Cihû anjî Xaçperest bû, wan dikuþtin bê rehim, anjî wan bi þûr misilman dikirin. Ji ber vê yekê jî Êzîdiyan û xeynî Êzîdiyan xwe avêtin tor û bextê malbata Emewiyan. Pir nivîskarên ereb vî tiþtî tînin ser ziman. Yek ji wan jî Dr. Mihamed Abid El-Cabirî ye, yê di pirtûka xwe de El-Aqil El-Siyasî El-Arabî, di rûpelê 237 an de û di sala 1992 an de li bajarê Beyrûtê hatiye weþandin û vî tiþtê jêrî dibêje:
"Ji bo girtina ciyên pir mezin û zenzîbil û hesas di komarê Emewiyan mirovên din yên Ne-Ereb didane pêþ. Wan Ereb nedixstin van wezîfetan. Baweriya wan jî di vî tiþtî de ew bû, ku mirov dikare baweriya xwe bi van mirovên Ne-Ereb û Ne-Misilman bêtir ji Misilmanan û Ereban bîne". Pir kar û fêde ji van gelan jî gihiþtin malbata Emewiyan. Bazirganî, kirîn û firotan dikirin. Xaçperest zêrker, hesinkar û sinetkar û hesabdar bûn, cihû textor û ilimdar bûn, Êzîdî cotarî û ji xwedîkirina sewalan, pez, çêlek û. t. d. baþ bûn. Bîzentî kar û barên komarê, yên çandî, civakî û komarî pêkdianîn. Wekî dinjî gelê Þamê jiyana xwe berî hatina Îslamê weke biran derbas dikirin, dijminatî kêm peyda dibû. Emewiyan þûrê Îslamê hew hejandin û tukes bi zorê nekirin misilman. Wan gotina "Ol ji bo Xwedê ye, û welat welatê hemû mirovan e" bi cî dianîn.
Hin bi hin nexweþî û xêrnexwazî diket navbera Emewiyan li Þamê û malbata Pêxember - Ehil El-Beyt - li Meka û Medîna û di dema dawî de li Bexda, Kûfa û Kerbelayê. Serokatiya malbata Pêxemberê Îslamê Eliyê Þêr û herdu kurên wî Hesen û Hisên dikirin. Vê dijminatiyê belavkirina Îslamê pir li paþ xist û komara Erebî-Îslamî bê hêz û bê hiner kir. Pir gelan, yên bi þûr misilmantî li ser wan ferz dibû, ji nû ve serê xwe hildan û berxwedan kirin. Bitenê ji kuþtina her çar xelîfên Îslamê tê xuyakirin, ne herkes ji rewþ û halê xwe razî bû. Ew mirovê dîroka Îslamê û Pêxemberê wê bixwîne, dê bizanibe, ku ji her çar xelîfên rêber, Abû Bekir, Emer Ibnûl Xetab, Osman Ibnû Afan û Elî Ibnû Abî Talib - Eliyê Þêr - bitenê Abû Bekir bi mirina normal di nav nivîna xwe de çûye dilovaniyê. Her sê xelîfên din hatine kuþtin. Eliyê Þêr di mizgeftê de di ser nivêjê de hatiye kuþtin. Ji ber vê yekê jî pir Elewiyên vê demê naçin mizgeftan û nivêj nakin. Dimanî û dijminatiya di navbera herdu aliyan de her ji mêj ve bû, ne ji dema kuþtina Eliyê Þêr û zarokên wî Hesen û hisên ve ye. Hên ji kuþtina Osman ve xirabî kete navbera herdu ciyan de. Emewiyan doza xwîna Osman dikirin û wî weke yekî ji malbata xwe didîtin. Jina Pêxember Eyþê jî piþtgirya Mu‘awî di vê pirsê de dikir û destê zavê xwe Eliyê Þêr û neviyên xwe Hesen û Hisên nedigirt. Eyþê dayîka Fatma jina Eliyê Þêr bû. Elî jî hem kurapê Pêxember bû, hem jî zavê wî bû. Þerê di navbera wan de û hemû lez û beza wan bitenê ji bo serokatiya Îslamê bû. Wey li wî ku hewl bide xwe û þerê yê din bike, wî pîs bike û gotin û dûvikan pêve bike. Ev rewþa han hiþt, ku herdu cî li hevalbendan, dostan û dilxwazan bigerin û mirovan li dora xwe bicivînin.
Malbata Emewiyan bêtir ji malbata Pêxember Mihemed mirov li dora xwe civandin.
Sedem jî ew bû, ku wan gelên bindest û perîþan weke Kurdan serbest kirin û destên xwe didane ber wan û wan diparastin. Hingî ku misilmanitiya tîr zilm û zorî li wan mirovan kiribû, wan jê nefret dikirin û jê direviyan.
Di eynî pirtûka nivîskarê ereb Dr. Mihemed A. Cabirî de, di rûpelê 316 an de vî tiþtê jêrî dinivîse: "Em naxwazin Emewiyan baþ bikin û wan ji devavêtinê biparêzin anjî qencî û tolerenta wan li tîra mirovên bindest û Ne-Misilman bînin ber çavan, lê belê em nikarin rastiyekê veþêrin, ku Emewiyan di yek rê de dikarîbûn welatan û gelan bixne bin destên xwe, ew jî ew bû, ku wan ev gelên Ne-Misilman di nav Îslamê de qebûl kirin û wan weke misilmanan bi maf û heq kirin û serbestî û azadî dabûne wan. Ev gelên han jî ji welatê Faris û ji herêma nava herdu çemên mezin Dicle û Firat bûn. Van gelan xwe bitenê di warê siyasî de sipartin komara îslamî, ne bi oldarî. Irf û edetên wan, rabûn û rûniþtina wan ya civakî û çandî nehiþtin, ku ew bi temametî bikevin nav Îslamê anjî Îslamê qebûl bikin. Wan tucar jiyaneke misilmantî derbas nekirine û tu þertên Îslamê pêk neanîne. Ev mirov jî mecûs Rojperest û Agirperest bûn, Manîxî bûn, Xaçperest bûn û Cihû bûn. Emewiyan bi vê yekê dikarîbûn dewletan xwe bimeþînin û tu zehmetî nebînin. Heya bi bêþa anjî ciziya îslamî jî ji wan nedistandin. Her Emewiyan ev didane ber rûyên xwe, ku ev mirov ne dibin misilman û ne Îslamê qebûl dikin. Heke hindek ji wan jî bêjin, ku ew misilman in, ew ne ji dil û can dibêjin. Misilmantiya wan jî misilmantiyeke pir tenik û ne rehkûr e. Em dikanin bibêjin, ku ev gelên Ne-Ereb tucar nebûne misilman".
Ji vê gotina vî nivîskarî tê xuyakirin, ku Êzîdî agir- û rojperest bûn. Hingî bi rastî navê Êzîdiyan Ezdayî û Þemsanî bûn û bi vî navî jî dihatin naskirin. Wekî din jî tucar nebûne misilman û ne li pey Yezîdê kur Mu‘awî çûne. Dibe, ku gotina me Êzîdiyan rast be, çaxê em dibêjin, ku Tawisî-Melekê me yê navþêrîn þêraniya Êzîdiyan xiste dilê Yezîdê kurê Mu‘awî, heya ku bi kêrî wan hat û ber barê wan ve rabû. Heya em dikarin bibêjin, ku wî Êzîdîtî û Tawisî-Melek qebûl kiriye, lewma hate nav wan û pir edetên wan bi xwe girtin, weke vexwarina onbît û ereqê, kêf û eþq û dîlan û mûzîk. Emewiyan çirawîskeke korîk ji hêviyê dabûn van gelên Ne-Misilman û tirs ji ser wan hilanîn.
Piþtî kuþtina Eliyê Þêr, ya bi tevdan û gotina Emewiyan hatibû serî, kurê wî Hisên dixwest serokatiya Îslamê bixe destê xwe. Ji bo vê yekê jî serê xwe ji malbata Emewiyan netewand û her þerê wan û bi teybetî þerê Yezîd kir. Ji bo vê yekê jî serê xwe ji Mu‘awiya re netewand û þerê wî û kurê wî Yezîd kiribû. Gelê Îraqê li dora xwe dabû civandin. Lê belê vî gelî her bêbextî û nokerî li Hisên û hevalên wî kiribû. Bi vî rengî Mu‘awî û Yezîd serdestî Hisên û malbata wî bûn. Li gel vê yekê jî herdu biran û bi teybetî Hisên þerê Emewiyan bi dijwarî kiribûn. Mu‘awî dixwest wan bi rêyweke diplomasî bîne rê û wan qayîl bike, lê Hisên þerê xwe bi wan re berdewam kir. Birayê wî Hesen þertên Mu‘awî qebûl kir û dixwest serokatiya Mu‘awiya di welatê Îslamê û di welatê bin destên Îslame de qebûl bike. Ji bo çareserkirina vê pirgirêkê Mu‘awî pir namên qayîlkirinê ji herdu lawên Elî re þandibû. Mu‘awiya radibe bê razîbûna misilmanan li þûna xwe dixe xelîfê û siltanê û Îslamê. Yezîd ne bi hilbijartin û ne jî bi dengdan bûye siltan. Piraniya gelê Þamê û misilmanên hevalbendên Mu ‘awiya bêdilî wan bû, ku Yezîd li Þûna bavê xwe bû siltan. Ji rabûn û rûniþtina wî ne razî bûn. Wî pir edetên Îslamê qebûl nedikir, mina vexwarina onbît, ereq û elkohûlê, anjî mûzîk û lêdana tembûrê. Misilmanan digotin, ku ew ne di þopa Pêxember de diçe û ne misilman e. Yezîd herwer guhdariya gotin û dûvikên misilmanan nekir û hevaltiya gelên bindest û kêmketî weke Êzîdiyan, Filehan û Cihuyan xwest. Wi piþta xwe bi wan pir germ kir. Bê guman wî dizanîbû bê çiqasî Êzîdî û gelên din, yên Ne-Misilman bi bext in û ixanet û nokerî li cem wan tune û peyda nabe. Ji ber vê rastiyê jî van gelên reben û perîþan peznê wî dan û sitara rima wî xwestin. Êdî medha wî bê qedar kirin û bi teybetî Êzîdiyan wî weke rêberekî dîtin û gotin, ku ew di rêya Tawisî-Melek hatiye hedayetê ji ber vê yekê jî ew li Êzîdiyan xwedî derdikeve. Ne dûr e û dibe, ku Yezîd hatibe welatê Êzîdiyan Kurdistan. Weke ku di diroka Îslamê de hatiye nivîsîn, ew serleþkerê ordiya Îslamê bû, çaxê misilman hatibûn Kurdistanê. Ew bi xwe gihistiye heya bajarê Amadê û Diyarbekirê û . Li wir Êzîdî ji nêzîk ve nas kirin. Dibe ku wî li cem wan li tembûrê xistibe, ereq vexwaribe û fêrî zimanê kurdî bûbe. Ne dûr e, ku ew bi rastî xwarzê Kurdan be. Tiþtê em dizanin, Êzîdî ereqê bi "Kasa Êzîd" bi nav dikin û tembûrê bi "Saza Êzîd" heya îro jî bi nav dikin. Êzîdî hên medha wî dikin û dibêjin, ku ew bi hewara me ve hat û em ji ber misilmantiya zordest hemand.
Dibêjin, ku qencî qenciyê dikþîne. Wisa diyar e, ku Êzîdiyan piþtgirya Yezîd li hember dijminên wî û wî jî ew diparastin.Dema ku leþkerên Îslamê welatê Kurdan Kurdistan wêran kirin û dane ber xwe, piraniya Kurdan Êzîdî bûn. Hejmareke pir hindik ji Kurdan File bûn. Filehan xwe bi Incîlê û hatina navê Îsa di Qur‘anê de xwe ji kuþtinê xelas kirin. Wekî din jî hên Pêxember li jiyanê bû destûra filehan dabû, ku bimînin li ser ola Îsa. Pêxember ev tiþt bi nivîsîn li paþ xwe hiþtiye. Ev nivîsîna Pêxember Mihemed hên di destên wan de ye. Cihûyên Kurdistanê jî mane li ser ola xwe ya kevin. Wan jî xwe bi tewratê ji kuþtinê xelas kir. Kurdên-Êzîdî, yên Di‘ayên wan bi dev bûn, hatin koçberkirin, talankirin û wêrankirin. þûr ji ser gerdenên wan bi sedên salan nehate xwar û ranebû. Êzîdî heya îro jî dibêjin, ku di yek rojê de 10.000 mirov dest û ling girêdayî avêtin ava mezin û Diclê û Yezîdê siltanê Þamê ev tiþt bihîst. Daku dilên van mirovên bindest û barketî werin kirîn, rabû xwe nêzîkî wan kir. Pesna wan bi mêraniyê da û pir edetên wan qebûl kir. Bi alîkariya wan wî dixwest piþta xêrnexwazên xwe biþkîne. Weke me berî vê gavê gotibû, wey li wî ku hevalbendan ji xwe re bibîne. Heçkê Yezîd bû soz û qirar dabû Êzîdiyan, ku zilm û zorî ji ser wan here û bê hilandin. û bi rastî jî wî pir tiþtên wan serbest kirin û azadî dabû wan.
Misilmanên ereb xwe nedan piþta Yezîd. Navê wî bi rengekî nebaþ û li dij-îslamî derketibû.
Bi teybetî misilmanên Îraqê pir li dijî wî bûn. Heya îro jî tu mirov nizane, bê çima Yezîd guhdaneke baþ li Êzîdiyan dikir. Dibe ku diya wî keça Kurdan be û ew xwarzê wan be. Nexwe çawa Êzîdiyan hewqas giranbihabûn û rûmet dabûne wî. Pir Qewl, stiran û helbest li ser wî deranîn.
Qewlê Qazî Þero li ser berz û danberheva di navbera Qaziyê Þamê û Siltan Yezîd çêbûye û heya îro jî Êzîdî wê distirînin. Qewlê Yezîd bi zimanê kurdî hên di nav Qewlên Êzîdiyan de heye.
Qewlê Êzîd
I. Hikîmî dikim hikyate
Þêr xudanê atqat e
Hila binêrin Siltan Êzîd çi rûkî hate, rûkî’inyat e.
II. H’ikîmî pê dizanî
Pirsê pike ji min h’eyranî
Ku bû qiseta Mu’awî, wî Siltanî.
III.
Mu´awî, wê xederê xwe neda bere
Li bajarê Dîmeþqê kir sefere
Got: "Maka Siltan Êzîd ji Dîmeþqê anîbû dere.
IV.
Maka Siltan Êzîid ji Dîmeþqê rabû
Ajot ber derê ber derê Misrê bû.
V.
Dajot ber derê Misrayê
Dem hatiye we’dayê
Dahir buye Siltan Êzîdê min.
VI.
Dahir buye Siltan Êzîdê mine
Ew ne biçûk e, lê mezin e
Zor pirsetê giran lê diçûne
VII.
Jê diçûn zor pirsete
A’mê daniye saw, hêbete
Zerpane meriyan k’iryamete.
VIII.
Sibikê li min bû sarî
Siltan Êzîd makê pirsî
Got: "Hewalê me li vir çiyeç"
IX.
"Sibekê li me bû sarî
Em derxistin kirine wî þeharî
Em li wir bûn, li wan bû ronahî
Em derketin, li wan bû tarî".
X.
Soro weke pêt e
Kî kor e, Siltan Êzîd nebivêteç
uhw..............
Ev berberîtiya di navbera malbata Yezîd û Eliyê Þêr de hiþtibû misilmantî perçe bibe û her wiha Êzîdî jî weke hemû gelên din bin rima Emewiyan de mecbûr bûn, bikevine nava wan. Bê guman dê bikevin himbêza wî serokî, yê tozekê wan parastibû, ew serbest kiribûn û ew bi darê zorê nekiribûn misilman. Ew jî Yezîdê siltanê Þamê bû. Di dîroka Êzîdiyan de hatiye gotin, ku ne bitenê Yezîdê Þamê Êzîdî dane ber himbêza xwe. Her weke Sofî Hisênê Helac jî rê û çanda ola Êzîdiyan, weke baweriya wan bi hebûna Tawisî-Melek û rastbûna felsefa wî diparast û tanî ser ziman. Wî jî weke Êzîdiyan digot, ku Tawisî-Melek ne xebera xirab e û weke misilman dibêjin mîrê dojê, þewatê pêt û agir e. Çima ku ev gotin gotibû, misilmanan wî kiþandin mehkemê û serê wî jêkirin. Þêx Abdilqadirê Gêlanî, yê ku bi xwe Kurd bû, biryar standibû ku tucar Kurdên-Êzîdî bi þûr neke misilman. Êzîdî di dema wî de pir serbest û azad bûn. Êzîdiyan pir mirovên hevalbendên xwe weke Yezîd û xeynî Yezîd jî bi qencî û baþî anîne ser ziman. Ew dost jî her ne Êzîdî bûn, yan misilman bûn anjî Fileh û ji olên din bûn.
Nebûxet Nesir navê wî di Mishefa reþ de hatiye gotin. Ew jî em dizanin, ku Nebûxet Nesir Êzîdî dabûne pêþiya leþkerên xwe yên babilî û þerê Cihûyan kiribû. Wî bi alikariya Êzîdiyan Orþelîm û Quds û ji Cihûyan standibû û pir Cihû êsîr kiribûn û anîbûn Kurdistanê. Di destpêka sedsala 20 de Osmaniyan fermana Êzîdiyan rakir. Hacoyê Zaxuranî mirovekî kurd bû, lê belê misilman bû. Wî êla xwe, Êzîdî û Flieh tev kirin yek û li hemberî Osmaniyan þerekî pir diJwar û giran kiribû. Þerê êla Hevêrkan li dijî Osmaniyan li ser çiyayê Bagokê pir bi nav û deng e. Em dikarin bibêjin, ku ev þer þerê azadiyê bû û berxwedaneke gelê me bû.
Dewrêþê Evdî mêrxasekî Êzîdiyan bû û ji êla þerqan û milan bû. Zor Temir paþa serekêlê vê eþîrê bû. Ew jî misilman bû.
Mixabin, ku hêje nemerd hene, yên dibêjin Êzîdiyan Hesen û Hisên kuþtine. Bi vê xapandinê bêbingeh Elewiyan jî pir Êzîdî kuþtin.
Kerbeke pir bi qirêj ji wan girtin û çavreþiyeke pir nebaþ avêtin wan. Lê weke gotina mêrxasan ku dibêje: "Heya rastî derkete meydanê, virê ciyê xwe girtibû". Heya Êlewiyên-Kurd ev rastî naskirin, pir xirabî, þer û kuþtin ketibû navbera Kurdan xwe bi xwe. Di rêya vê vira xêrnexwazan bi hezaran jin, zarok, mêr û xort ji herdu ciyan hatibûn kuþtin. Mebesta min ji van mînakan ev e, ku pir mirovên Ne-Êzîdî Êzîdî dane ber himbêza xwe û ew ji ber zilmê hemandine lê ne mane wê ew e, ku Êzîdî ji miltên wan bûn. Gotina Ê - Zî - Dî ji zimanê somerî hatiye û mane xwe ev e: "Yên ku li ser rêya rast in", yanî li pey Xwedê ne û Ezda; Ezdayî û . Heke em vegerin ser kuþtina Hesen û Hisên em dê zanibin, ku ew bi destên malbata Yezîdê Þamê hatiye kirin. Herdu birayên hev li nêzîkî Kerbelayê li Îraqê hatine kuþtin. Dîrok dibêje, ku Hisên bitenê hatiye kuþtin. Þî‘î vê rojê bi Aþûra bi nav dikin û her sal vê bîranînê bi þîneke giran û mezîn pêk tînin.
Serincên paþîn
Li dawiya gotara xwe ez dê çend pirsan bavêjim meydanê û dizanim, ku tucar misilman nikarin bersivan ji wan re bibînin. Em Êzîdî bitenê dikarin persivan ji wan re bibînin: Ma çawa Êzîdî dê beþek ji Îslamê bin û Duwayên wan bi kurdî û ne bi erbî ne û wekî din jî ne weke nivêja Îslamê ne? Ma çawa dê ew misilman bin û rojiyê wan ne weke rojiyên Îslamê ne û ne di mehê Remezanê de ne? Gelo dê çawa li pey Yezîdî Þamê bin û ew her çar êlêmêntên jiyanê, ax û av û ba û agir pîroz dikinÎ Gelo dê çawa misilman bin û ew Tawisî-Melek dihebînin. Gelo dê çawa ew misilman bin çaxê ew bi xwe dibêjin, ku tu Pêxemberan nasnakin û Pêxember ji ola wan re tune. Bitenê Tawisî-Melek heye?. Ew dibêjin, Pêxember jî mirov bûn û her mirov dikeve þaþîtiyan. Lê Tawisî-Melek bi xwe gotina Xwedê ye û tucar tiþtên þaþ belav nake. Ma çawa Êzîdî beþek anjî mezhebek ji Îslamê ne û ew þêþims û Xwedanê Rojê û û agir weke nîþana Xwedê, Ezdayê Pak li ezmanan dibînin? çewa her wiha berî Îslamê wan roj weke Xwedakî bilind û mezin dihebandin û diperestin. Ma dê çawa Êzîdî misilman bin, çaxe ew tu mirovên biyanî di ola xwe de qebûl nakin? Heke bi rastî ew misilman bûn, gelo çima Îslamê bi hezaran ji wan kuþtin, welatê wan talan kirin jin û bûkên wan direvandin û bi zorê mehr dikirin û misilman dikirin? Bitenê Osmaniyan 72 ferman li Êzîdiyan rakirin. Na û hezar carî na: Em ne misilman in û em berî Yezîdê Þamê ne. Her Êzîdiyekî rewþenbîr û bi dîroka xwe bizanibe, dizane ku ola wî olan Kurdan e, kaniya gelê Kurd e, pir kevnar e, pir bi rûmet û qîmet e. Em destên xwe didine wan mirovan, yên ola me weke oleke serbexwe dibînin. Em dostaniya wan gelan û mirovan dixwazin ji dil û can, yên bibêjin Êzîdî birayên me ne. Dem hatiye wê tîrê, ku ola Êzîdiyan weke oleke serbixwe û kevnar û berî Îslame bê naskirin û qebûlkirin.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-02-21 (5616 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |