Cejna Jinê -1 - û Cejna Jinê - 2 -
Cejna Jinê - 1 Pîroz bahiyek ji dil
Diþînim tev gurzek gul
Silavan du par dikim
Bo jinê, yadî bo gel
Jin nîvê mine bêpar
Nîvê cîhane ew yar
Cejna wê pîroz dikim
Xwe pêre dikim dîgar
Destê min bi destê wê
Tev hêvî yê hestê wê
Piþtgêrim bo maf û zar
Ku nemîne kole ristê wê
Bêje arê .. bêje na
Hilbijartin tev wana
Dê û xweh û yar û jin
Rêzgar dikin rewana
Her emê bêjin ji dil
Hêvî dikin jînek hil
Azad û serbest bijîn
Bi mere her mil bi mil
Her berxwedan xebate
Bo maf wekhev û pate
Nêrîna berê da biþkê
Ku jin bijî ser kefte
Rast jin berê azad bû
Nav gelê xwe lewendbû
Di xebata mal û civat
Xwe neda paþ bilind bû
Wek mêr doza welat kir
Me jî wê xweþ serbest kir
Xweþ silav û pîrozî
Nû dikim jêre rest kir ..
* * * * * * * * * *
Cejna Jinê - 2 Gelî heval û xuþka sed silav
Bo cejna jinê demsalî hergav
Em mûm û çirê, vêxin Adarê
Yek jê pîrozî yadî deyn û maf
Ev cejn mehdere dijî stema bav
Serketina duh xebata berçav
Çendî zor û zar, xwarin bê jimar
Bo mirovantî ked nare ber-av
Azad û serbest têkeve welat
Wekhevî hebe pêþ dere xebat
Kesîti ya da, rengê xwe veda
Serbilind be ey giyana civat
Hizrê paþvero ew e'rf û a'det
Têkiliyên ol jibîr neke qet
Bi nîrê ole.. me xwe kir kole
Kêm hiþ û eqil dunya diyanet
Du behr bi yekî navbera bira
Qe ne dêye ew xuh û keç birra
Ew jin hevpare, him alîkare
Nîvê mine jin, here kû dira ?
Perwerda mezin li mal û civat
Çi zar û nevî, çi kar û xebat
Mil bi mil dike, gilyê xwe nake
Ger mêr kaniye jin gola bin lat
Hindekin ev xêz bo rîzgar be jin
Silav dîgarin bo pîroz be cejn
Dê û xuh û keç, diyarin sed maç
Sal bi sal newroz, pîrozî bêjin
Da doza jinê nû bikin hercar
Çiko rola pak çi li mal û þar
Milê rast piye, ça reþ û spiye..?
Resn reh û xwîn li hev nekin bar
Silav dîgarin bo yara dilêr
Silav du parin sed gul û þilêr...
09. 03. 2006
* Ciwanê ABDAL * Ciw@nê ABDAL http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-05-28 (4790 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |