Nivîskar : Mûrad Ciwan - Zimanê Kurdî
Zimanê Kurdî Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê miletekî ye ku hatiye bindesthiþtin, di îmkana pêþdexistina muesesetiya milî, ji ya lêkolîn û lêgerîn û pêþxistina ziman, kultur û hebûnên civakî û tarîxî hatiye bêparhiþtin, zimanê Kurdî jî têra xwe nehatiye lêkolîn û dewlemendiya wî nehatiye eþkerekirin. Muesese û dezgehên ku karibin vî zimanî pêþdexin bi taybetî li hundurê welêt firsenda avabûnê nedîtine, ji alî lêkolînê û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîþtine, yek du ronakbîrên ku bi îmkan û hewldana xwe ya þexsî xwestine derkevin meydanê jî, hergav tûþî tehdîda dewleta serdest û zordar bûne.
Loma jî, lêkolînên li ser zimanê Kurdî, heke em rewþa îstisnaî ya Kurdistana Îraqê li ber oav negrin, bi îmkanên van oend ronakbîran mehdût kirîye ku ew jî ji xwe re li derveyî welat peyda kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber wê serbestiya nisbî ya kulturî ku encama têkoþîna milî ya bêwestan û bênavber bûye û piþtrejî ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema þerê salên 60'î, li vî peroê welatê me, welê lê hatiye ku hejmara ronakbîr û muesesên ku li ser zimanê me xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûye. Li vî peroê welêt meriv dikare behsa hin xebatên hêja bike.
Ji bilî van tiþtê kuli ser zimanê Kurdî hatine nivîsîn, eserên hin rojhilatnas û zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî ne. Ji bilî vê divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin der û dorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî destnîþan bikin, ku ev xebatên wiha yên li ser zimanê Kurdî ne bi mexseda ilmî lê bi ya siyasî hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine idîa û safsetên ku xizmeta mexsedên wan ên siyasî bikin li nav miletê bêne belavkirin. Dewleta Tirk ji ber ku heta roja îro hebûna miletê me înkar kiriye, û muhawele kiriye ku Kurdan wek peroeyekê ji qewmên Tirk ên Asya Navîn bide nîþandan. Li ser zimanê Kurdî jî idîa kiriye ku ev ziman, zimanê civakeke Tirknîjad ( Tirkên oiyayî ) e û di netîca asîmilasyonê de bûye zimanekî destkind ( sun'î ) ê ku ji oend hezar peyvên Erebî, Farisî û Tirkî pêkhatiye. Tirkan ji aliyekî ev gotine, ji aliyê din ve jî ji bo ku miletê kurd peroe bikin safsatak welê derxistine ku xwedêgiravî Zazakî ne lehceyeke Kurdî ye lê hem kesên ku bi zazakî hem j' yên ku bi Kurmancî diaxêvin, peroeyek ji miletê Tirk in.
Birêvebir û berpirsiyarên Tirk di van demên dawiyê de, piþtî ku hebûna miletê Kurd îdî nayê înkarkirin piþtgiriyekê dide hin kes û der û dorên ku bi idîa Kurdnebûna Zazayan radibin, idîayên wiha teþwîk dikin û di bin re alîkariya wan dikin.
Yên ku di roja îroyîn de îdîa Kurdnebûna Zazayan berpêþdikin hinek ji wan jî îdeologên nayonalîst ên Ermeniya ne. Evên ku xwe bi xeyala Ermenîstanek Mezin ve girtine, herêmên Bakur û Rojava yên Kurdistanê jî li ser vê Ermenîstana mezin dihesibînin. Lê ji ber ku dizanin nifûsa Ermenî li van herêman nîne, Zazayan bi taybetî ji Zazayên Dêrsimê yên Alewî ji alî reh û rêoikê ve dixwazin Ermenî nîþan bidin û bi ve mexsedê jî dixwazin Zazakî ji lehcên Kurdî dûr nîþan bidin û nêzî zimanê Ermenî bikin. Ev ji piþtgiriya wan der û dorên dikin ku Zazayan Kurd nabînin. Ya gelek balkêþ ew eku piþtgiriya kesên ku Tirk û Ermenî dikin her eynî kes in.
Birêvebirên Farisan û ideologên wan ên kirêgirtî jî her muhawele kirine ku îdîa serbixwenebûna zimanê Kurdî biserxin û bidin qebûlkirin ku Kurdî lehceyek zimanê Farisî ye. Ji bilî birêvebirên siyasî û kes û dezgehên wan ên xwedan mexsedên taybetî, hin zimannas, gerok
û misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber oavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek sathî bi þaþçûnekê nivîsîne ku Kurdî ne zimanekî serbixwe ye, lehceyek e ji Farisiya kevin uyan jî ya nuh. Yên ku li ser zimanê Kurdî tehlîlên þaþ ên qestî kirine yan jî bi nezanîn þaþ çûne, hejmarên kesên wiha ji yek du kesan ne zêdetir in, lê ji alî lehceyên zimanê Kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û peþkar kirine gelek zêde ye.
Li alî din divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku heroî lêkolînên niyetoak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîþtine bîr û baweriyên newek hev. Ji alî van de jî nezelaliyek heye.
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên, lêkolînên ku li ser fonolojî, morfolojî û sîntakso zimanê Kurdî hatine kirin, nîþan dane ku zimanê Kurdî, zimanekî serbixwe yê xwedan tarîxeka taybetî ya pêþveoûnê ye û yê rastiya han di warê zimannasî de xwe daye qebûlkirin.
Li gorî vê, zimanê Kurdî zimanekî Hîndu - Awrûpî ye, dikeve nav þaxê zimanên Îranî û di vir de jî ji grûba Îraniya Bakurê Rojava tê hesabê.
Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzikbûna an dûrbûna, zimanan li ser esasê reh û rêoik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine, li gor hin zimanan, hîn zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbatek zimên de hesibandine. zimanên dinyayê dabeþ dibin ser van malbatên zimanan:
1 - Malbata Zimanên Hîndû - Ewrûpî
2 - Malbata Zimanên Samî : Erebî, Îbramî û Aqadî dikevin nav malbatê.
3 - Malbata Zimanên Bantû : ji hin zimanên Afrîka Baþûr û ya navîn pêktê.
4 - Malbata Zimanên Ýînî : Ji zimanên Ýînî û Tîbetî pêk tê.
5 - Malbata Zimanên Ural - Altayî : Di vê malbatê de zimanên Fînî, Macarî, Estonî, Uygurî, Samuyetî, Tirkî, Moxolî û Manoûyî cihê xwe digrin.
Malbata zimanên Hîndû Ewrûpî ya ku Kurdî jî têde ye, bi navê Asya û Ewrûpa dibe du beþ.
Beþa Ewrûpa, bi navê zimanên Cermenî, yên Romanî û yên Slavî dibe sê þax.
Di þaxê zimanên Ermenî de Swêdî, norwecî, Danîmarkî û Îslandî hene ku ev zimanê Îskandînavî ne. Piþt re Flamanî, Almanî û Îngilîzî jî di vî þaxî de ne. Zimanên Romanî ji Portekîzî, Îspanyolî, Fransizî, Îtalî û Romanî pêk tê.
Di þaxê zimanên Slavî de jî, Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Sirbî û Lehî ( Polonî ) hene. Herweha, Yunanî, Arnawutî ( Albanî ) Lîtwanî, Keltî û Baskî ji dikevin beþê Ewrûpa yê Malbata Zimanên Hîndû - Ewrûpî. Di besê Asyayî yê malbata zimanên Hîndû - Îranî dabeþ dibe li ser esasê zimanên Hîndî û yên Îranî. †axê Hîndî, ji Sanskrîtî, Sindî, Urduyî, Hindiya Îroyîn, Biharayî, Bengalî, Marasî, Kûoûrayî, Pencabî û Senegalî pêk tê.
Di þaxê zimanên Îranî de jî Farisiya Kevin ( ji wê jî Farisiya Navîn yan Pehlewî, ji Farisiya Navîn, ji Farisiya Nuh ), Avestayî, Sogdî, Belûcî, Peþtûyî, Osetî û Kurdî hene.
Zimanên Îranî ji alî avabûna rêzimanî dibin çar beþ : Kurdî di grûba Îraniya Bakurê Rojava û farisî di grûba Îraniya baþûrê rojav de ye.
Zimanên dinyayê ji alî avabûna xwe jî di bin sê beþ.
1 - Zimanên Yekkîteyî : Zimanê Ýînî û Tîbetî ji vê grûbê ne.
2 - Zimanên dûvgir : Zimanên Tirkî, Fînî û Macarî di vê grûbê de ne.
3 - Zimanên tewangbar : Zimanên Hîndû - Ewrûpî û yên Samî di vê grûbê de ne. Li gor vê dabeþkirinê, zimanê Kurdî dikeve grûba zimanên tewangbar.
Belavbûna Zimanê Kurdî ya Coxrafî
Li ser herêma coxrafî ya ku Kurd li ser dijîn, Mîrê Bedlîsê, dîroknasê bi nav û deng ê Kurd Serefxan, di †erefnameya xwe de wiha dibêje :
"Hudûdên welatê Kurdan, ji peravê Derya Hurmuz ( Delavê Basra M.E.B. ) ya ku ji okyanûsê vediqete dest pê dike, li ser xeteke rast ji wê derê heta dûmahîka welayetên Meletiyê û Merasê dioe. Bi vî awayî aliyê bakurê vê xetê Fars, Iraqa Acem, Azerbaycan, Ermenîstana Pioûk û ya Mezin pêk tîne. Li baþûrê ve xetê jî Iraqa Erebî, Musil û Diyarbekir heye. Tevî vê jî gelek xelq û qebîlên ji nesla van însanan, ji rojhilat heta rojava li gelek welatan belav bûne." (1)
Roja îro, Kurdî li Asiya Piçûk, erdê navbera Anadoliyê, Kafkasyayê, Faris û Ereban tê axaftin.
Li rojava Tirkî, li bakur Ermenî, li bakurêrojhilat Azerî, li rojhilat Farisî û li baþûr Erebî dibe cîranê vî zimanî. AxaKurdistanê îro hatiye peroekirin û ketiye nav hidûdên Îranê, Iraqê, sûriyê û Tirkiyê.
Li gorî vê, rojava û baþ"rê rojavayê Îranê, seranserî bakur û rojhilatê bakurê Iraqê, bakurê Sûriyê û rojhilat û baþûrê rojhilatê Tirkiyê welatê eslîn ê zimanê Kurdî ye. Civakên Kurdîaxêv her wiha li Ermenîstanê, Turkmenîstanê, Pakîstanê ( Belûcîstana Pakîstanê ) Afganîstanê, Hîndistanê û Lubnanê hene. Li paytext û bajarên wekî Horasanê, Tahranê, Bexdadê, †amê, Ankarê, Îstenbolê, Konyayê û Îzmîrê ji nifûseka kesif a Kurdîaxêv heye. Tarîxa bicîhbûna Kurdan a li van welat û bajaran ji alî hin Kudan ve gelek kevn e, dioe bi sedsalan berî niha û ji alî hin Kurdan ve jî dikeve nav sedsala me ya nuha, bi taybetî jî van deh salên dawiyê.
Ku di van salan de yan hatine sirgûnkirin, yan jî ji ber zilm û zorê jî mecbûrî barkirine. Bi vê mahnê, li welatên Ewrûpa. li Amerîkayê, li Awustiralyayê jî li ser hev nîv milyon Kurd hene.
Heke em bixwazin hidûdê welatê eslîn ê zimanê Kurdî destnîþan bikin, em divên tabloya jêrîn diyar bikin :
Li bakur, li Ermenîstanê ji Lenînekanê destpêdike ber bi rojava de bajerên Qersê, Erzurumê, Erzincanê, rexê rojhilatê bajarê Siwasê û qeza Sarizê ya Qeyseriyê digre nav xwe. Piþt re dikêþe û Merasê, Qiriqxana Hatayê jî digre di wir re ji hudûdê Sûriyê û Turkiyê dibuhure dioe herêma Afrînê ( Ýiyayê Kurmênc ) ya li Bakurê Helebê.
Afrînê digre navxwe û ber bi rojhilat dioe; Kebaniyê ( Ayn Ereb ), Serê Kaniyê ( Rasul Ayn ), Dirbêsiyê, Amûdê û Qamiþliyê digire. Piþtî ku hemû herêma Cizîrê ya li Sûriyê girt ber xwe ber bi basûr de rex bi rexê Dîcle dadikeve Musilê, oiyayên Sincêr, qunatrên baþûr ên rêzeoiyayên Hemrîn digre nav xwe, li hundurê Iraqê li baþûr ta digihîje herêma Tikrîtê. Li wir Mendeliyê, û oiyayê Piþtkêw digre, dikeve hidûdê Îranê, li wir digihîje baþûrê Loristanê ku ji Piþtkêw, Pêþkêw, Balagrêwe, Bextiyar, Kahgehî û Momesanî pêk tê.
Ji bakur ber bi rojhilat de, gava ber bi basra dadikeve, hidûdên zimanê Kurdî, peravê rojhilat ê çemê Erez, li Îranê Makû û Xoyê û peravên rojava û baþûrê Gola Urmiyê, oiyayê Sehend ê ku dikeve bakurê Merexe digre nav xwe. Ji wê derê bi zikzakî diçe û Ahmedawa, Mesîrabad, Bicar ( bajarê Kurdî yê paþîn yê li rojhilata bakur ) digre ber xwe, ji gund û qesebên Esedawayê derbas dibe ku ev bajar dikeve rojavayê Hemedanê, piþt re dirêj dibe heta Karêzê, Alî Ýadderê û †ar Kurdê ku ev bajar li rojavayê Îsfahanê ye. Ji wir ber bi baþûr de dadikeve û digihîje bajarên Kûzeyrûn û Hesarê (2)
Lehceyên Kurdî
Zimanê Kurdî yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek lehoeyan pêk tê. Tiþtên ku li ser lehçeyên kurdî hatine nivîsîn û axaftin gelek ji hev cuda ne. Di vî warî de meriv rastî tesbîtên ji hev gelek cihê û agahdariyên zêde têkilhev tê. Ji ber ku gelek caran navên lehce, herêm, eþîr, dîn û mezheban tên têkilhevkirin, di ber çavkaniyekê de, ji bo lehcan meriv dikare rastî navekî cihê bê. Ev yek ne bes ji alî eserên lêkolîneran, lê ji alî Kurdan bixwe jî wiha ye. Lehce, gelek caran ji alî Kurdîaxêvên vê lehceyê û ji alî cîranên wan bi navê wê herêmê, eþîrê, mîrîtîyê yan wî dînî û mezhebî hatine binavkirin. Di netîca vê yekê de, ji bo lehceyekê oend navên ji hev cihê derketine meydanê. Her wekî navê lehca Kurdiya bakur, li Kurdistana Îranê Sikakî, li Kurdistana Îraqê Bahdînî, li Kurdistana Tirkiyê, li nik Kurdîaxêvên vê lehceyê Kurmancî û li nik Dimiliyan ( Zazayan ) Kirdasî yan jî Here-were ye.
Navê Kurdiya navendî, li Kurdistana Îranê Mukrî, li nav peroên bindestê Tirkiyê û Sûriyê û li nav Bahdînan, Soranî ye. Lehceya ku li hin herêman bi navê Zazakî tê nasîn, li nav Kurdîaxêvên vê lehceyê li hin herêman jî Dimilkî, Kirdkî, Kirmanckî yan jî Se-bê tê binavkirin. Di oavkaniyan de, em rastî wê yekê tên ku ji Hewremanî re, Goranî, Kakeyî, Hewramî, Maoo, yan Kurdî tê gotin. Di nav lehceyên Kurdî de kêþmekêþiya herî diyar di warê Goranî, Lurrî û Zazakî de ye. Hin kes hene ku van hersiyan wek lehceyekê dihesibînin û dibêjin ku ev þêweyên lehceyeka zimanê Kurdî ne. Hinekan jî ew wek zimanên cuda yên serbixwe qebûlkirine. Kesin hene ku hersiyan; wek lehceyên cuda yên zimanê Kurdî dihesibînin û hin jê jî ya duduyan ( Lurrî ) li dervayî zimanê Kurdî dibînin.
Lurriya ku bi navê Lurriya Pioûk û Lurriya Mezin dabeþ dibe, hin kes jî hene ku Lurriya Mezin lehceyeka Kurdî qebûl nakin ( di nav van de hin kes, wê wek lehceyeka zimanê Farisî dibînin, hin jî wê wek zimanekî bi serê xwe nîþan didin ) lê Lurriya Pioûk wek lehceyeka zimanê Kurdî qebûl dikin.
Meriv nikare bêje ku li ser lehceyan têra xwe lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û netîcên zelal ji alî van ve bi her awayî hatine bidestxistin. Em ê li vê derê li gor oavkanî û wesîqeyên bin destê xwe cih bidin hin dîtinan û þemayekê diyarbikin ku li gorî me ya herî nêztir a rastiyê ye.
Di warê lehceyên Kurdî de kevintirîn oavkanî, †erefnameya †eref Xan e. Seref Xan di vê esera xwe de wiha dinivîse.
"Eþîr û civakên Kurdan, ji alî ziman, adet û rewþa civakî ve bi ser oar beþan de dabeþ dibe :
Beþê yekê, Kurmanc
Beþê duduyan, Lor (Lurr M.C.)
Beþê sisiyan, Kelhur
Beþê oaran, Goran." (3)
Heger, em vê tesbîta †eref Xan nehesibînin, lêkolînên li ser lehceyên Kurdî heta nîvê pêþîn ê vê sedsala me, di esasî de ji alî biyaniyan ve hatine kirin. Di vê meselê de takeîstisna, ew broþura Mela Mehmûdê Bayezîdî ye ku di 1858`an de ji bo Aleksander Jaba; konsolosê Rûsya Qeyserî yê Erzurûmê amade kiribû û ji ferhenga Sêwa Hekarî û ya Rewendî ya hevberkirî pêk hatibû. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di destpêka vê broþurê de, berî ku ji alî rêzimanî ve li ser hin xalan raweste, dide diyarkirin ku zimanê Kurdî jî ji ber ferqîtiyên herêmî û eþîrî xwediyê lehceyên cuda ye. "mesela" dibêje, "Kurmanciya ahaliyê Wanê, Mûþê, Bayezîdê û Qersê û Kurmancên bi ser Rûsya û Îranê ve û zimanê ahaliyê Botan, Hekariyan, Hemedanê, Simtî ( ? ) yê, Diyarbekirê, Mûsilê, heta bigihê hudûdê Bexdayê (ku ji herêmên Silêmanî û †arezorê û ji taîfên Zerza, Mukrî, Bebe û Bilbasan pêk tê) ji hev cuda ne" (4)
Mela Mehmûdê Bayezîdî di vê xebata xwe de, Kurdî bi navê Kurmancî bi nav dike, wek lehce jî behsa navê Botan, Hekarî û Rewendî dike û di ferhenga xwe ya hevberkirî de jî þêweyên Hekarî û Rewendî hevberî hev dike.
G. Givrinlîyê ku di salên 1836 - 1837`an de oend meqale li ser ziman û etnografya Kurdan belav kirin, zimanê Kurdî, bi navê Kurdiya jorîn û ya jêrîn dike du beþ. Li gor Givrimlî Kurdiya jorîn ji Mukrî, Hekarî, †ikakî û Bayezîdî, Kurdiya jêrîn jî ji Lurrî, Gelhurrî, Lekî û Goranî pêk tê. (5)
Peter Lench jî di xebata xwe ya bi navê "Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nardchöldaer", ( Petersburg, 1857 - 1858 ) de zimanê Kurdî bi ser lehceyên Zazakî, Kurmancî, Kelhurî, Gûranî û Lurî dabeþ dike. (6)
Yek ji wan lêkolînerên zimanê Kurdî ; Oskar Mann, Kurdî bi navê Kurdiya Rojava, ya Rojhilat û ya Baþûr dike sê beþ. Oskar Mann ê ku Zazakî bi ser Goranî ve dihesibîne, Goranî jî derdixe dervayî zimanê Kurdî. (7)
Hin zimannasên biyanî yên ku piþtî Oskar Mann hatine, ji dêlva ku lêkolînên nuh ên berfireh li ser
lehceyên zimanê Kurdî bikin, bîzzat xwe sipartine xebatên Oskar Mannî û bîrûbaweriyên wî ducar kirine.
Karl Hadank yek ji van kesan e. Wî xebata Oskar Mannî ya ku di sala 1907'an de bi navê Kurdish Persich Forschungen Mundarten Gûran besonders, Kandulai, Auramani und Badschalani, li ser Goranî kiriye, aniye careka din di ber oavan re derbas kiriye, hin þirovekirin û têbînî lê zêde kirine û ji nuh ve oap kiriye. (8)
Dr. Mac Kanzie yê ku Goranî wek zimanekî serbixwe qebûl dike, di meqaleya xwe ya bi navê "Reh û Rêoika Zimanê Kurdî" de ku sala 1961'ê di rapora salane ya Komela Zimanî de hat belavkirin, Kurdî bi xwe jî yek ji lehceyên Farisiya Navîn dihesibîne û di xebata xwe ya bi navê "The Dialect of Auraman ( Hawramani - Luhan ) de Hewramanî, Kurdî nehesibandiye, wek lehceyeka Farisîya Kevn hesibandiye. ( 9 )
Dr. Mac Kenzie, zimanê Kurdî jî kiriye du beþ û navê Kurmanciya Jorîn û ya Jêrîn li wan kiriye. Kurdiya ku li deverên Silêmaniyê, Hewlêrê, Rewanduzê û li Xoþnawê tê axaftin wek Kurmanciya Jêrîn qebûl kiriye û devoka Silêmanî bingeha van hesibandiye. Devokên Aqre û Suroîyê jî wek bingeha Kurdiya deverên Aqre, Suroî, Amêdiye, Berwar, Bala, Gullî, Zaxo û †êxanê qebûl kiriye. (10)
E. B. Soane, di esera xwe ya bi navê "Grammar of Kurmanji or Kurdish Language" ( London, Luzak and
Company, 1913 ) de zimanê Kurdî, beþî bi ser sê lehceyan kiriye û ji her du lehceyên pêþîn re gotiye
lehceyên bingehîn.
Dabeþkirina Soaneyî wiha ye :
a ) Kurmanciya Jorîn
b ) Kurmanciya Jêrîn
c ) Lurrî, Zazakî û tevî ku nêzîkî hev in jî Hewramî û Goranî. (11)
Sosyologê Tirk, Ziya Gökalpê Diyarbekirî di wê esera xwe de ya ku navê wê "Kürt Aþiretleri Hakkinda
Sosyolojik Tetkikler" ( Lêkolînên sosyolojîk derheqê eþîrên Kurdan de ) e û di 1922'an de li ser daxwaza
hukûmeta Tirk ji bo ku di proja îskankirina eþîran da bê bikaranîn, hatibû amadekirin û piþtre jî di 1975`an de ji alî Komal Yayinevi, di 1992'yan de jî ji alî Sosyal Yayinlari li Tirkiyê hatibû oapkirin, Kurdan bi navê kurmanc, Zaza, Soran, Gûran ( Goran ) û Lur dike pênc qewm, tevî ku dibêje ku hê tehqîq nekiriye jî lê zimanên Gûranî û Zazakî nêzîkî hev in. Di tehqîqa cara pêþîn a rapora xwe de Ziya Gökalp dibêje zimanê Bextiyarî dikare iltîhaqî Soranî û zimanê Kalhûrî jî iltîhaqî Gûranî bêkirin. Lê di tehqîqa cara dawîn de vê yekê tashîh dike û dinivîse ku "bi þahidiya †erefnamê tê famkirin ku zimanê Bextiyarî dioe ser Lurrî û zimanê Kalhurî jî dioe ser Soranî". (12)
Ziya Gökalp di tehqîqa xwe ya cara pêþîn de dinivîse ku "Heke em zimanên Gûranî, Bextiyarî û Kelhurî veder kin ( veqetînin ) di destê me de oar zimanên serbixweyiya wan diyar, dimîne :
Kurmancî, Zazakî, Soranî û Lurî" (13) Lê di lêkolîna xwe ya rastkirî ya cara pêþîn de digihê wê encamê ku "Ýawa ku Gûranî, Zazakî û Dunbulî navê cihê yê zimanekî ne, Kelhurî, Babanî û Soranî jî navên cuda yên zimanekî ne. Bextiyarî û Lurî jî her navên zimanekî destnîþan dikin. Sedemê pirhejmariya navan ew e ku navên muayen ên qewmên Kurdan nînin. Loma jî tê famkirin ku Kurd ne qewmek, lê oar qewm in û Kurdî jî dabeþî bi ser oar zimanên wiha dibe ku mensûbên van zimanan qet ji hev tê nagihên. Ev oar ziman ev in: Zimanê Kurmancî, Zimanê Zazakî ( Gûranî, Dunbulî ), Zimanê Soranî ( Bahdînî, Kalhurî ), Zimanê Lurî ( Bextiyarî, Feylî )" (14)
Ziya Gökalp di wê xebata xwe ya binavkirî de wiha dinivîse : "Xwediyên van heroar zimanan ji zimanên hev tê nagihên. Ji alî serf, nahw û luxet ve ferqeka mezin di navbera wan de heye. Ferqên navberê jî ne ferqên lehceyî, lê yên zimanî ne. her zimanek ji van her oaran ji alî zimannasî ve zimanê serbixwe ye. Her yek jî ji gelek lehceyan pêk tê.
Tevî vê jî ev her oar ziman bi tevayî ne dûrî hev in jî. Hemî þaxên Kurdîyeka kevin in ku meriv dikare bi navê "Kurdiya Qedîm" bi nav bike. Têkiliyên navbera zimanên Neo - Latînî û Latînî oi bin, yên navbera Kurdiya Qedîm û van Kurdiyan jî ew in." 815)
Ziya Gökalpê ku lêkolînên wî li ser eþîrên Kurda ne li ser "lehceyên" Kurmancî jî radiweste : "Hê bi tetqîqeke ilmî nehatiye derxistin ku zimanê Kurmancî dabeþî bi ser oend lehceyan dibe. Lê gava Ahmedê Xanî di kitêba xwe ya bi navê Mem û Zîn de behsa lehceyên ku bi kar tîne dike, di beyta jêrîn de navê sê lehceyan dijmêre. "Bohtî û Mehmedî û Silîvî Hin lal û hinik ji zêr û zîvî" (16)
Li gorî vê, Ziya Gökalp jî Kurmancî bi navê Bohtî, Mehmedî û Silîvî dike sê beþ û eþîr û herêmên ku bi van "lehceyan" diaxivin dihejmêre.
;Zanayê Kurd Tewfîq Wehbî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî Soane difikire (17).
Nivîskarê binavûdeng Alaeddîn Seccadî, di esera xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de, dibêje ku "di zimanê Kurdî de du lehce hene" û wiha didomîne : "Lehca 'Botan' a ku îro jê re 'Bahdînî' tê gotin. Kurdên Tirkiyê û Suriyê û yên qezayên Mûsilê bi vê lehceyê diaxivin. Ya duduyan jî lehceya 'Mukrî' ya ku îro jê re 'Soranî' tê gotin. Kurdên din, yanî Kurdên bakurê rojhilat û rojhilatê Iraqê û yên Ardelan û Mukriyan bi vê lehceyê diaxivin" (18)
Dr. Kemal Fuad “ ku li ser edeb û zimanê Kurdî xebatên wî yên hêja hene, zimanê Kurdî dabeÞî lehce û Þêweyên jêrîn dike :
1 - Kurdiya Rojava : ( ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya jorîn - bakur -)
a - Afrînî,
b - Cizîrî û Botanî
c - Sincarî
o - Badînî
d - Hekarî
e - †ikakî
2 - Kurdiya Rojhilat : ( ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya Xwarê - baþûr -, hin jî dibêjin Kurdiya Navendî )
a - Soranî
b - Silêmanî
c - Mukrî
o - Sineyî
3 - Kurdiya Baþûr
a - Xaneqînî
b - Feylî
c - Kirmanþanî
o - Lekî
d - Kulgayeyî
e - Kelhorî
ê - Perewendî
4 - Kurdiya Goranî - Zazakî
a - Hewramanî
b - Kenûleyî
c - Gehwareyî
o - Bacelanî
d - Zengeneyî
Dr. Kemal Fûad bi rexnegirî dibêje ku wê lehceya ku ez jê re Lehceya Baþûr dibêjim hin kes wê bi navê Lurrî bi nav dikin. Ew tenê wan lehceyên ku li Loristana Mezin tên axaftin wek lehceyên Lurr qebûl dike û wan weklehceyên Kurdî qebûl nake. Dr. Kemal Fûad rexne li wê yekê digire ku oima ji hin lehceyên ku di hin çavkaniyan de wek Lurrê Pioûk derbas dibin ji wan re Lurrî tê gotin. Ew wan di nav lehceyên Kurdiya Baþûr de dihesibîne (19).
Fûad Heme Xurþîd, di xebata xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeþbûnî Cografyayîy Diyalêktekanîy de lehceyên Kurdî bi vî awayî dabeþ dike :
1 - Kurmanciya Bakurî
a - Bayezîdî
b - Hekarî
c - Botanî
o - †emdînanî
d - Behdînanî
e - Diyalekta Rojava
2 - Kurmanciya Navîn
a - Mukrî
b - Soranî
c - Erdelanî
o - Silêmanî
d - Germiyanî
3 - Kurmanciya Baþûrî
a - Lurrê Eslîn
b - Bextiyarî
c - Mamesanî
o - Gohgilo
d - Lek
e - Kelhurr
4 - Goranî
a - Goraniya Eslîn
b - Hewramanî
c - Bacelanî
o - Zazakî (20)
Fûad Heme Xurþîdî, hem Lurriya Mezin hem jî ya Pioûk Kurdî qebûl kirine û ew di nav Kurmanciya Baþûrî de hejmartiye. Mehemed Emîn Hewramanîyê ku li ser ziman û lehceyên Kurdî û bi taybetî jî li ser Hewramanî xebatên hêja kirine, di esera xwe ya bi navê Zarî Zimanî Kurdî Le Terazûy Berawird da, lehceyên Kurdî li gorî awayê jêrîn ji hev veder dike.
1 - Kirmanciya Jorîn ( bi þaþîtî jî belav bûbe yan jî Bahdînî )
2 - Kirmanciya Navîn ( bi þaþîtî jî belav bûbe, yan jî Soranî )
3 - Kirmanciya Xwarê ( bi þaþîtî jî belav bûbe, yan jî Goranî )
Piþtre Goranî jî dabeþî þêweyên jêrîn dike :
a - Hewramanî
b - Lurrî
c - Bacelanî
ç - Zazakî
Mehemed Emîn Hewramanî her wiha destnîþan dike ku Bacelanî jî Zengeneyî û †ebekî digire nava xwe. ( 21 )
Nivîskar û zimannasê Kurd Malmîsanijê ku li ser zimanê Kurdî û bi taybetî li ser Zazakî xebatên wî yên hêja hene, Kurdî dabeþî bi ser pênc lehceyên esasî dike û bi vî awayî dihejmêre :
1 - Kurdiya bakur yan jî lehceya Kurmancî
2 - Lehca Kurmanci ya ku li Kurdistana Navîn tê axaftin. Ji vê lehceyê re carina Kurdiya Baþûrî ( Kurmancîy Xwarû ) yan jî bi þaþîtî "Soranî" jî tê gotin.
3 - Lerhceya ku bi navên Kirdkî, Kirmanckî ( Kirmancî ), Zazakî yan jî Dimilî ( Dimilkî ) tê zanîn. ( Malmîsanij li vê derê wek du þêweyên esasîn ê lehceya Zazakî, þêweya Dêrsimê û ya Ýewlig - Diyarbekir - Sêwregê dihejmêre ).
4 - Lehceya Goranî : Ku Hewramî jî tê binavkirin nêzîkî lehceya Kirdkî ( Zazakî, Dimilkî ) ye li Kurdistana Iraqê û ya Îranê ji alî hin Kurdan ve tê axaftin.
5 - Grûba Lehceyên Kurdî yên din ên ku li Kurdistana Baþûrî tên axaftin : Gellek þaxên vê grûbê yên bi navên Kermanþahî, Lekkî, Lurrî, Sencabî û Kelhurî hene ku ev ji alî qismek Kurdên nav hidûdên Îranê û Îraqê tên axaftin. ( 22 )
Mehemed Emîn Hewramanî di wê kitêba xwe de ku navê wê Zarî Zimanî Kurdî Le Terazûyî Berawird da ye, dibêje ku Oskar Mann di wê kitêba xwe de ya ku piþtre ji alî Karl Hadankî ve careka din hat oapkirin, dinivîse ku lehceyên Goranî li gor awayê jêrîn tê dabeþkirin :
"Hewramanî ( Auramanî )
Kenduleyî ( Kändulei )
Bacelanî ( Bacälani )
Bêwenijî ( Biwäniji )
Gehwerayî ( Gähwarai )
Rejawî ( Rijabi )
Seyyidi ( Säyyidi )
Zerdeyî ( Zärdai )
Mehemed Emin Hewramanî dinivîse ku Mînorskî her van lehceyên Goranî tekrar dike lê ji dêvla Bêwenîjî,
Gehwerayî û Rejawî Gelhurî, Lekî, Feylî, û Kakeyî tîne û piþtre M. Emin Hewramanî dibêje ku "di esasî de ev bi awayekî têkilhevkirina eþîr, dîn û zimanan e". (23)
Mehemed Emîn Hewramaniyê ku bi eslê xwe jî Hewramanî ye, dibêje ku Emîn Zekî Beg di Xulasetu
Tarîxul Kurd we Kurdistan de lehceya Hewramanî zimanekî Tacikî dihesibîne lê tu delîlê ji vê dîtina
xwe re nayne, qasî ku tê famkirin bes bîr û baweriya Mînorskî tekrar dike. (24)
Mamosteyê Unîversîta Silêmaniyê Dr. Îzzedîn Mustefa Resûl, di esera xwe ya bi navê Zimanî Yekgirtûyî Edebîy Kurdî de, Hewramanî ji lehceyên Kurdî dihesibîne.
Mehemed Merdûxî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî †eref Xanî difikire û bi navê Kirmanc, Goran,
Lurr û Gelhurr wan dike oar beþ.
Tewfîq Wehbî û Edmonds, di Ferhenga xwe ya bi navê A Kurdish Dictionary, ( Tewfîq Wehbye Edmonds
Oxford at the Clarendon press, 1966 ) gotinên lehceya Hewramanî, tevî gotinên Kurdî kirine.
Her weha Tewfîq Wehbî di maqaleka xwe de ku bersîva meqala Dr. Mac Kenzie ya 1961'an bû, diyarkiriye ku Kurdiya Hewramanî, ji lehceyên kevn ên Kurdî ye.
Prof. Qanatê Kurdo, di maqala xwe ya bi navê Haletekanî Cîns û Bînayî Berkar Le Zaza da, bi awayekî hevberkirî daye nîþandan ku lehceyên Zazakî û Kurmanciya Jorîn ji zimanekî ne.
Major Soane, di kitêba xwe ya bi navê Kurdish Grammar ( Rêzimana Kurdî ) de, Zazakî yek ji lehceyên Kurdî qebûl kiriye. (25)
Dr. Kemal Fuadê ku ji alî bîrûbaweriyên li ser zimanê Kurdî de xwe pirtirîn nêzikî Oskar Mannî dibîne, Oskar Mann jî tê de rexne li wan kesan digire ku Goranî - Zazakî Kurdî qebûl nakin û dibêje ku ev lehceyên Kurdî ne : "Hin zimannasên ku Oskar Mann jî di nav wan de ye, lehceyên gruba Goranî - Zazakî Kurdî
nahesibînin.
Di vî warî de ez cihê difikirim : "lehceyên vê grûbê, her oendîn ji alî leksîkolojiyê ve ji
lehceyên grûbên Kurdî yên din cihê dibin jî, ev jî wekî Kurdî dikevin beþa gruba Îraniya bakurê rojava.
Ji alî cografî jî dikevin nav erdên Kurdistanê. Têkiliyên wan ên aborî, civakî û siyasî jî li gora miletên dîtir pirtir bi Kurdan re hê xurttir in. Di ser de jî Hewramaniya ku lehceyeka Goranî ye, demeka dirêj( ji sedsala 16'an heta ya 20'an ) di beþeka fireh a Kurdistanê de (li Kurdistana Rojhilat û ya Baþûr) bûye zimanekî edebî. ji alî milî ve jî ev xwe Kurd dibînin." (26)
Li gorî Mehemed Emîn Hewramanî jî oavkaniyên kevin nîþan didin ku Kurdiya Hewramanî zimanekî
kevnare ye, ne ku bes di devra Mîrîtiya Baba Ardelan (a ku di sala 132'yê Hicrî de hat damezrandin)
de berî wê jî zimanekî dînî û edebî bû ku ji zimanê Avestayê hatibû guherîn.
Mehemed Emîn Hewramanî wiha dinivîse :
"†êx Sedî ( yê †îrazî ) di beyteka xwe de wiha dibêje :
Geh be Tazî astînî ber men zened gûyed 'te'al'
Geh be Kordî gûyedem 'borê niþîne w nan were'
( Geh dest li ba dike bi Erebî dibêje 'te'al-were'
Geh bi Kurdî dibêje 'borê niþîne w nan were'. M.C.)
"Borê niþîne w nan were" ya ku di vê beytê de heye bi lehca Hewramanî ye û mahna wê
"were rûnê û nanî bixwe" ye. Di wê demê de (sedsala 13'an M. C. ) Se'dî ( yê †îrazî ) ji lehceya
Hewramanî re gotiye Kurdî. Beytên taresan ên Sultan Sehak ên ku ji bo terefdarên Ehlî Haq tên
stiran, bi Hewramanî ne. †aîrê Kurd ê meþhûr Xanayî Qubadî bi xwe dide diyarkirin ku xwestiye
Dostana †îrîn û Xusrevê bi Kurdî bike menzûm.
Li gorî wî tu kêmasiya Kurdî ya ji Farisî tuneye û jê þêrîntir e jî. Loma jî dibêje ku :
Ce lay aqilanê sahib eql û dîn
Dana buzurganê Kurdistan zemîn
Rast en mewaoan Farisî þeker en
Kurdî ce Farisî bel þîrînter en.
.........
Ce 'ersey dinyay dûn bedfercan
Be destûrê nezanê Nîzamî meqam
Be lefzê þîrînê Kurdistan temam
Pêþ buwan meh'zûz baqî weselane.
(Ji alî aqilmendên xwedî eql û dîn
Zane mezinên erdê Kurdistanê
Raste dibêjin Farisî þekir e
Lêbelê Kurdî ji Farisî þêrîntir e.
Di vê dinya bêbext û fanî de
Bi awayê nezma meqamê Nîzanî
Hemû bi lefzê þêrîn ê Kurdistanê
M.C.)
Xanayî Qubadî gava †îrîn û Xusrevê nivîsî, ger Hewremanî ne zimanê edebî yê Kurdî bû ya ne wî bi vê lehceyê dinivîsî û nejî jê re digot Kurdî (27)
Li gorî Mehemed Emîn Hewramanî, ji bo strana beytên dînî yên ku di defterên pîroz ên Ehlî Heq de ne, du lehce hatine bikaranîn. Defteran ji lehca Hewramanî re gotine "Kurdî" carna jî gotine "Kurdiya Awramanî" ji sêwa Cafî re jî "Cafiya Awramanî". Abîdînê Caf ( Abîdîn Baþoavûþ ) ê berevkir ê ku ev agahdarî dane, dibêje
ku tarîxa peyvên van beytan û yên nivîsên ku di kutubxanên wan de hene, dioe 880 sal berî nuha. (28)
Di ronahiya van agahdariyan de ku me xwest em bidin divê meriv wê rastiyê qebûl bike ku þêveyên Lurrê
Mezin ne têde, Lurrê piçûk jî daxil, hemû lehceyên Goranî û lehca Zazakî dikevin nav lehceyên zimanê Kurdî
û mesela Kurdîbûn û nebûna Lurrê Mezin ciyê munaqeþê ye.
Netîce, meriv dikare li ser lehceyên zimanê Kurdî, þêweyên wê û belavbûna wan a cografî agahdariyên jêrîn bide :
1 - Kurdiya Bakurî ( yan jî Kurmancî - Kirmancî ) Lehceya Kurdiya Bakur, Lehceya herî berfirehbûyî ye. Li ser axa Kurdîstanêqada wê ya berfirehbûnê, heke meriv xetekê ji rojhilatê ve bikêþe, ji peravê rojavayê Gola Urmiyê destpê dike, ber bi baþûrê rojhilatî ve dadikeve, di bakurê bajarê Þino, di dola Kêleþînê re ji hidûdê Îran û Iraqê radibuhure, dirêj dibe ta digihê Helgurdê. Ji wê derê ber û berê peravên bakurê rûbarê Rewandizê diçe ta digihîje Zê yê Behdînan. Li vê derê jî tê tevî Çemê Dîclê dibe, Zêyî taqîb dike. ( 29 )
Ji Gola Urmiyê ber bi bakurî ve Kotur û Xoyê digire nav xwe û digihîje Çemê Erez, Qers, Erzurum, Mûþ û Bedlîsê digire nav xwe carinan palên rojhilat ên Torasan û carnajî quntarên wan seranser taqîb dike, hidûdên wîlayeta Sêrtê, qezayên Qozluxê, Silîva, Qulp, Lice û Bismil, Hidûdên bajarê Diyarbekirê, Erxeniyê, Deþta Gewran û herêma Çiyayê Qerejdaxê tevî xwe dike û herêmên rojhilat, baþûr, baþûrêrojhilatê Swêregê, qeza Hîlwanê, Gerger ne têde Adiyamanê, Meletiyê, bakur, rojhilat û baþûrê Meraþê hildigre ta digihîje lutikên Çiyayê Gewr ( Gavur Dagi ).
Qiriqxana Hatayê û Afrîna Helebê digire nav xwe. Ji wê derê ta nuqta Çemê Dîcle yê ku Zê digre navxwe.
Li wan erdên ku Kurd li ser dijîn, Kurdiya Bakurî - Kurmancî tê axaftin. Li qezayên Tunceliyê, Pertek û Zozgîrdê,li qezayên Elezîzê yên ji bilî Madenê, Sivricê û Paloyê, li qeza Bîngolê ya bi navê Karliovayê û li piran herêmênSêwasê yên Kurdîaxêv, ev lehce tê axaftin. Ev lehce her wiha ji alî nufûsa Kurd a Lubnanê, Ermenîstanê, Gurcîstanê, Azerbeycanê, Qazaxistanê û cumhuriyetên Asya Navîn yên din û ji alî Kurdên Horasanê û Konyayê û hin Kurdên Ankarê tê axaftin.
Þêweyên Kurdiya Bakurî ev in :
a ) Kurmanciya Rojava : Bi destpêka ji herêma Afrînê Kurdên Entabê, Qiriqxanê, Meraþê, Adiyamanê û Meletiyê, qezayên Ruhayê yên bi navê Surûc, Bîrecik û Xelfetiyê bi vê þîweyê diaxifin.
b ) Rewendî : Þêweya ku li erdên bakurê Gola Wanê dimînin tê axaftinê. Li rojhilatî ji herêma Þikakan destpê dike, ta dighê cihên rex Çemê Erez, Kurmancên Qers, Erzurum, Agirî, Wan, Mûþ û Erzîncanê bi vê þêweyê diaxifin.
c ) Þikakî : Li herêmên navbera Gola Urmiyê, Þemdînan û Baþkalê tê axaftin.
ç ) Hekarî : Hema ji baþûrê Þirnexê destpê dike û li nav hidûdê wilayeta Hekariyê tê axaftin. Berê ji ber ku ji Mîrîtiya Hekariyan re Mîrîtiya Mehmûdî dihat gotin, ji vê þêweyê re jî "Mahmûdî" dihat gotin.
d ) Botî : Kurdên Cizîra ku li nav hidûdê Tirkiyê û Sûriyê ye yên wê herêma ku ji bakurê Zaxoyê destpê dike ji baþûr û rojavaya Þirnexê derbas dibe Eruhê digre nav xwe û ta baþûrê Gola Wanê tê kêþan herêmên rojhilat û baþûrê Bedlîsê, Sêrtê, ta Çemê Batmanê herêma Batmanê û rojhilatê Mêrdînê digre nav xwe, ji alî Kurmancên li ser vê axa fireh tê axaftin.
e ) Bahdînî : Þêweya Kurdên Zaxo, Amediye, Akre û Zêbarê û yên Dihokê
f ) Sincarî : Kurdên Çiyayê Sincarî û yên Þêxana bi vê þêweyê diaxifin.
g ) Kurmanciya Navîn ( yan jî Silivî - Kîkî - Milî ) Li bajarê Diyarbekirê ji bilî rojhilat, li hemû herêmên Mêrdînê, ji Ruhayê heta peravê rojhilatê Çemê Ferêt Kurmanc bi vê þêweyê diaxifin. Kurmancên herêmên Elezîzê yên rojhilat û baþûrî jî bi vê þêweyê diaxifin.
2 - Kuriya Navîn ( yan jî Soranî ). Hidûdên vê lehceyê ji baþûrê wî hidûdê ku me ji bo lehceya Kurmancî kêþa destpê dike, ber bi baþûrî de dom dike ta digihe, Çemê Sîrwanê û Xaneqînê. Li baþûrî, ji baþûrê Çiyayên Hemrîn ber bi rojhilatî ve vedigere ta Çiyayê Sehend, Mesînabad, Bicar û Esedawayê diçe. Firehiya herêma wê ya baþûrî jî diçe ta digihîje, ser rêka esasî ya Melayir. Kirmanþah, Qesrî Þêrîn-Xaneqînê. (30)
Þêweyên Kurdiya Navîn ev in :
a ) Soranî : Ji bilî herêma Zêbarê wilayeta Hewlêrê û hemû qezayên wê vê þêwê diaxifin.
b ) Silêmanî ( Yan jî Babanî ) : Silêmaniyê, Kerkukê,Kifriyê, Qeretepê, Tuz Þiwanê û hin herêmên Xaneqînê digire nav xwe.
c ) Mukrî : Þêweya ku Kurdên Þino, Nexede, Meraxe,Miyandiwan, Þahîndij, Saqiz, Bokan, Bave û Serdeþtê pê diaxifin.
ç ) þineyî : Li herêmên Sinê (Senendec), Bicar, Kengewer, Rewansar û bakurê Ciwanroyê tê axaftin.
3 - Kurdiya Baþûrî : Li bakurî ji rêya esasî ya Melayir-Kirmanþah - Qesrê Þêrînê destpê dike ta digihê hidûdên herî baþûr yên herêmên Kurdîaxêv
Þêweyên wê yên jêrîn in :
a ) Xaneqînî
b ) Lurrê Eslîn ( yan jî Feylî )
c ) Kirmanþanî
ç ) Lekî
d ) Kelhorî
e ) Perewendî
f ) Kulpavyeyî
4 - Kurdiya Goran : Yên ku bi Kurdiya Goran diaxêvin li herêma çiyayîn a bakurê rêka Berda - Kirmanþanê, yên li herêmên rojhilat û rojavayê Çiyayên Hewraman û yên li herêmên Paweh û Kendûlê, Herêmên bakur û rojhilatê Mûsilê, li wî cihê ku Çemê Xazir tevî Zêyî dibe dijîn.
"Ew navçeyên ku Goran tê de dijiyan, di qirnê hijdehande ji zeviyên ku niha tê de dimînin mezintir bûn.
Peydabûna Mîrtiya Silêmaniyê di dawiya sedsala hijdehan û destpêka sedsala nozdehande bi awayekî asrî û nû, heta dereceyekê li ser hesabê tengbûna wan nav çiyan bû ku Goran tê de dijiyan, bi vî awayî lehceya Kirmanciya Jêrîn ( Kurdiya Navîn M.C. ) ya zimanê Kurdî, wekî zimanekî resmî yê Mîrtiya Silêmaniyê peyda bû, di dawiya salê sedê hijdehande berebere jî ji lehceya Goran re teng dikir û li ser hesabê wî belav dibû.
Lehceya Goranî ya zimanê Kurdî li dema Mîrtiya Ardelan de belav bû, ku Baba Ardelan di sedê çaran ê zayînî de ew damezirand ji nuh ve bajarê Þarezor ava kir ku Moxola ew wêran kiribûn û ew kir paytextê Mîrîtiya xwe.
Ne dûr e belavbûna Goranan ji rojhilatê Zagrosî ber bi Þarezor ve bûyerê dest pê kiri bû.
Kakeyiyan ( Ehlê heq, Alî Îlahî ) Þarezor kirin bajarê xwe yê pîroz û lehceya Goranî jî kirin zimanê xwe yê dînî...
Di wê demê de Þarezorê zimanê þiirê Goranî bû û edebiyata dînî ya Kakeyiyan bi þiirê destpêkiribû û heta niha jî her wiha maye.
Her wiha pêwist e ev jî bê gotin ku, êl û eþîretên derûdora Kerkûkê, Kifriyê, Xaneqînê û qeraxê rûbarê Sîrwanê, wekî eþîretên Zengene, Cebarî, Þiwanî, Bîbanî û Talebanî û yên dîtir ji eþîretên Goran bûn ev, xwedî edebiyataxwe ya klasîkî ya nivîskî, edebiyata gelêrî ya folklorî ya bi lehceya Goranî bûn. Lêbelê lehca Kurmanciya Jêrîn ( Kurdiya Navîn M.C.) berebere ev navçe dagîr kir di netîca geþbûn û firebûna Mîrîtiya Silêmaniyê." ( 31 )
a ) Hewramanî : Kurdên herêma Hewramana ku dikeve alî banî yê Çemê Sîrwanê bi vê lehceyê diaxêvin. Rojavayê çiyayên Hewraman herêma navbera Helebçe û Pêncwînê ye, rojhilatê wê jî Sine kermanþah e.
Herêma Hewramanê dabeþ dibe bi ser Hewramana Luhon, Hewramana Dizlî, Hewramana Text, Hewramana Rezaw, Hewramana Ciwanro û Hewramana Kenduleyî. (32)
b ) Bacelanî : Zegeneyî û Þebekî digre nav xwe. Ji rojhilatê Mûsilê, ji herêmên Baþwayê belav dibin, digihên ta bakur û baþûrê Hamdaniyê ta herêmên Talebanî û Zengene û Qeretû, Horên û Þêxanê. Bacelanî li herêma Zehaw a bakurê Loristanê jî dijîn. (33)
5 - Kurdiya Zazakî ( Dimilkî, Kirmanckî yan jî Kirdkî )
Li bakurê rojavayê erdên Kurdîstana bin destê Tirkiyê, herêmaka welê digre nav xwe ku di bakur ji Erzurum û Erzîncanê li baþûr heta Gergerê, Adiyamanê diçe. Li hundirê Swêregê, Qeza Urfayê û gundên wê yên bakurî, li hundirên qezeyên Diyarbekirê yên bi navê Çêrmûg, Çungûþ, Pîran û Hênê û li hin gundên qezayên wê yên bi navê Lice, Hazro, Çinar û Qulpê, li qeza Wartoyê, qeza Mûþê, li hin gundên qezayên Erzurumê yên bi navê Xinis û Tekmanê. Li hundirê Erzincanê û hin gund û qezayên wê. Li hundir û hin gundên Tercanê, li Beypinarê Netriya Zanayê ku qezeyek Sêwasê ye û li hin gundên wê, li bajarê Tuceliyê û li qezayên wê yên bi navê Pulumur, Nazimiye, Ovacix, Xozat, Çamiþkezekê bi tevayî, li hundurê Elezîz û qezayên wê yên bi navê Maden û Paloyê bi tevayî, li nîvenîa qeza Qereqoçanê, li bajarê Bîngolê û qezayên wê yên Gênc û Kixiyê bi tevayî, li Piraniya Solxanê û li beþekî Qarliovayê lehceya Zazakî tê axaftin.
Hundurê Diyarbekirê her çendîn piranî Kurmancin jî, nifûseka girîng a Zazakîaxêv jî heye. ( 34 )
a ) Þêweya Dêrsimê : Li Tuncelî, Erzincan û Sêwasê tê axaftin.
b ) Þêwa Rojhilatî ( ya Çewlig - Diyarbekir - Sêwregê ) : Li Bîngol, Elazîzê, Diyarbekirê, Sêwregê û Gergerê tê axaftin.
&
( 1 ) †erefxan, †erefname, Hasat yay…nlar…, 3. bask… 1990 ?stanbul, M. emin bozarslan ji Erebî wergerandiye Tirkî.
( 2 ) Fuad Heme Xurþîd, Zimanî Kurdî, Dabeþbûnî Dîyalektîkanîy, oapxaneyî Afaq Al arabiya, Bexdat, 1985, s. 55.
3 ) †erefhan, †erefname, Hast Yayinlari, 3. baski 1990, Istanbul, Wergera M. Emîn Bozarslan ji Erebî bo Tirkî, r. 20
4 ) Vokabulaire Kurde des dialectes de Hakiari et Revendi, Par A. Jaba Consul de Russie a Erzeroum, Erzeroum le 15 mars 1858. Ji Dr. Marif Xeznedar Le Babet Mêjûyî Edebî Kurdiyewe 1984, Bexda r. 386'an hatiye wergirtin.
5 ) Mehemed Emîn Hewremanî, Zarî Zimanî Kurdî Le terazûyî Berawîrd da, 1981 Bexda, r. 52
6 ) Peter Lerch, Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchöldaer, Petersburg, 1857-1858, r. 72
7 ) Gotûwêjek legel Dr. Kemal Fûad, beþî 2., Sirwe, hejmar 39, rêzberî 1368
8 ) Mehemed Emîn Hewramanî, Zarî Zimanî kurdî le Terazûyî Berawirdda 1981, Bexda, r. 24
9 ) e. n. d. r. 6
10 ) Sadiq Behaeddîn Amêdî, Rêzimana Kurdî, Kurmanciya Jêrî û ya Jorî ya hevberkirî, oapa yekê, 1987, r. 34
11 ) e. n. d. r. 27
12 ) Ziya Gökalp, Kürt Aþiretleri Hakkýnda Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayžnlarž, 1992. r. 24
13 ) e. n. d. r. 24
14 ) e. n. d. r. 95-96
15 ) e. n. d. r. 24-25
16 ) e. n. d. r. 28
...
29 ) Fuad Heme Xurþîd, Zimanê Kurdî, Dabeþbûnî cografyayiy Diyalektîkaniy, Bexda, Çapxaneyî Afaq'l Arabiya, 1985, r.60
30 ) e.nd : r.62
31 ) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r.88-89.
32 ) Mehemed Emîn Hewramanî, Kakeyî, Çapxaneyî Al Hawadîs, Bexda, 1984 r. 68
33 ) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r. 87
34 ) Malmîsanij : Dimilkî miyan di ciyayeya vatiþan, Hêvî, kovara çandiya giþtî, Parîs, no:2, Gulan 1984, r. 86 - 87.
Ev nivîs ji hejmarên 135 - 138 yên Armancê da hatiye weþandin.
Mûrad Ciwan http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-06-24 (5643 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |