Fethî Gezneyî : Jin bi xwe jiyane.. Nek wesîle a jiyanê.
Jin bi xwe jiyane.. Nek wesîle a jiyanê. Di dest pêka dirust buna jiyanê de, jin buye sedema çêkirina wesîlên hêsan kirina jiyanê, û hêdî, hêdî jiyan di nava çiya û çolan de aniye cihekî ku jiyan têde hêsan be daku bikar be di gel zelamî de bi awaye kê baþtir bijîn. Jin di wê çaxêde mal bi rîvebiriye û rêvebera malê buye dema mal çêkirî ligel zelamî. Îro jî her jin dibe sedema çêkirna mal û malbatan û dest pêkirna jiyanê di gel zelamî de, neku ji aliyê xwestekaran bikin wesîla jiyanê, yan jin bi xwe vê yekê bi pejirîne. Bi rastî me bi çavên xwe dîtiye ku jin bi xwe, xwe kiriye wesîla jiyana hinek kesên din, çi regezê mê û çi regezê nêr, yan jî tenê bo zelaman, nemaze ji aliyê zelaman ve tên çewsandin, ew bi xwe jî mafên xwe bin pê dike.
Regezê mê pir nazke eger neyê perwerde kirin, pêwîste pir û pir çavdêrî ya wê bê kirin, bi wê yekê ku warê fîzîkî û derûnî û hesta wê ya nazik li ber çav bê girtin, her di destpêka zarokî de diyare ku hesta wê ya nazike, di þiyande nîne ku li gel regezê nêrda bê hevber kirin û reftar di gel wê da bê kirin.
Tiþtekê siruþti ye ku her dû regez pêwîstiya wan bi jiyanê heye, lê dema dibêjn wek hevî...
Jin ji alîyê Ruhî ve û hestên wê wek heviye, neku ji alîyê fîzîkî û nemaze di warê fîzîkî de di þiyande heye ku bê perwerde kirin daku wek hevî be li gel zelamî, û ji bilî hinek tiþtên din ku siruþta wê wehaye tu nikarî, înkarê têda bikî çûnkî ya cuda ye, û ji alîyê hez wek hevî liye bi awayekê ku di pêvajoya mirovî de dernekeve ku hemû ol ( dîn ) û Rêgah ( Zav, mezheb ) û rêk û rêbaz û bîr û hizrên baþ mafên jin û zelamî parastîne. Herweha rêza jinan pêtir girtine ji zelamî, çûnkî bi çavkaniya jiyanê û zêde bûna nifþên pêþerojê dizanin û hestên wana yên nazik li ber çav girtine, nemaze karên giran jî bi wan nekirne, zêde bariya wê yekê ku heya astekê di þayana wan de heye ku karên giran jî bikin, berevajiya wê yekê ku bo wan kar hêsanî hatiye kirin ji alîyê zelamî ve... Lê zelamek yan jinek mafê regezê mê bin pê bike.. Eve ne guneha hemû zelam an û jinan e, eve girêday þexsî ye yan hukmê wê deverê wehaye.
Neku nabe jin sinorê xwe derbaz bike û ji sinorê mirovatiyê varê bibe, herweha zelam jî nabe sinorê xwe derbaz bike û derbazî nav sinorên din yên ne mirovî bibe. Min pir rêz û hurmet hene ji bo her dû regezên mê û nêr..! Çunkî herdu hev dû timam dikin.
Pir caran min bi xwe ji devê regezê mê bihîstiye ku dibêjn : Zelam çi dike bila bike..! Xwe ne jine..! Jin bi xwe, xwe bê hêz dibîne.. Ne ..!
Eve gelek çewte bo wê gotinê û bo wî zelamê ku biçe derve li gel kesên din bi awayekê din derbaz bike, yan gotina jinê bo xwe bike ( hicet ) behane û jin jî rê bide zelamî. Ev yek diyare ku jin bi xwe mafê xwe bin pê dike û herweha nifþên pêþerojê jî weha fêr dike ku weha hizir bike.. Ev yek gelek çewte, pêwîste bê zanîn ku erkê zelamî çiye ? li hemberî jinê, û erkê jinê çiye ? li hemberî zelamî, divê َherdû aliyan ka ew erik çine ? li ber çav bigirin. Herweha berpirsiyarî jî tenê ne bo karên derbaz kirin û rêvebirna jiyanê ye, ji ber ku pêwîste li hemberî gel û netewa xwe jî berpirsiyar bin..
Lê jin pir dûr ketina wê nehatiye pesend kirin di nava civaka me ya Kurdî de, ji ber ku ji kevin were ji ber nezanînê yan rêvebirin û paya kirina ol û tîtalên din, pir ji mafên jinan bin pê kirine bi hiceta wê yekê ku di warê fîzîkî de þiyana wê nîne wekî zelamî ku berevanî li xwe bike, yan jî di dest pêkê de bi bê hêz ya ze' î fe..! Hatiye wesif kirin.. Lewra dibêjin divê jin rewþ û cihên xwe li ber çav bigire, her wekî çawa pêþde zelaman jin û zaroyên xwe di bin berekê yan di nav þikeftekê de cihê wan çê dikirin û ew bi xwe jî li ber derî rûdiniþtin û ew di parastin..
Niha jî siruþt nêzîke ji wê çaxê, lê bi awayekî din ya modêrin û pêþkeftî tir, niha her du regezên mê û nêr hest bi parastina hev dû dikin, lê wê çaxê tenê zelamî jin parastiye, jinê zelam ne parast iye tenê bo heza xwe nebe..! Çunkî li çaxên kevin beriya ku xanî û cih û rêkan bo xwe çêbikin. Di bin berekê yan dinav þikeftekê de ku zaro ye kê wan peyda di bû li wê derê diman û ew zelamê ku nêzîkî wê jinê bû yan jî em bêjin mêrê wê he bû, xuwarin û tiþt bo wê jinê dianî û radestê wê dikir, wê jinê jî heya ew bi xwe têr ji wê xuwarinê nexwariba ne dida zelamî, her dîsan zelamî rêz li jinê girtiye û hez jê kiriye û xwedî kiriye, hest bi wê yekê kiriye ku di warê fîzîkî de cuda ye û nikare mîna wî kar bike.. Vêca ji ber her sedemekê be, lewra jin nabe mafên xwe bin pê bike. Çûn kî bi rastî jin bi xwe mafên xwe bin pê dike eger baþ hizra xwe bikin, lê niha cudahiyek çêbuye li gel pêþde ew jî ewe ku jin ketîiye nava xebatêde û mil bi milê zelamî kar dike, lewra dibêjim jin jiyane bila mafên wê neyê bin pê kirin, yan wê nekin wesîla jiyanê.
21. 09. 2006
Fethî Gezneyî Fgezneyî@yahoo.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-09-21 (4405 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |