Zarokên Ku Di Wê Newrozê De Bûyîn
Zarokên Ku Di Wê Newrozê De Bûyîn Jiyana þeþ saliyan, deh saliyan, donzdeh saliyan...
Piþtî newrozê, serhildana zarî û ciwanên li Amedê
Çi tînin bîra me, ey zarokên di wê demê de bûyîn;
Li Mehabadê, li Silêmaniyê, li Qmiþloyê, li cîhanê
Di mala min de, mala we de, malên cîranên we de!
Em bêjin ku di þeþan de dest pêdike xwendina pêþin;
Ger zu hîn bibe tîpan, hejmaran, hesaban, wêneyan...
Bilî wan, divê ku bifroþe simîdan, cixaran li kolanan
Bi dizî, bi bezî li taxan, li sûkan, li bazaran li Amedê
Eger dibistan di tetîla rojanê de be û yên din de bibin.
Em dibêjin ku dixebitin wekî gihîþtiyan, zarokên me;
Dibistanvanî an ne dibistanvanî ne, neh û deh salî ne
Dixebitin zarokên welatê me, bi bar sal in, bê salî ne.
Salên ji þeþan, ji nehan, ji dehan... çawa bên bîrkirin?
Newroz e, cejn e li rojhilat û li navenda welatê dagirî
Li Amedê, pey dilþadiya gelê me; zext e, li me êrîþ e!
Ne tenê li rêyan, li xaçerêyan, ne li xwepêçandinan de
Hatin lêxistin heye di þaneþînan de bi guleyên zirincî;
Dilopên sor dikevin ji gulên ber xwendinên welatî me!
Abdullah Karabag
( Sewta Berbangê )
23. 10. 2006
Abdullah Karabag http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-10-23 (5054 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |