Meþa dîrokî ya Barzanî
Piþtî têkçûna Komara Mehabadê û bi dardakirina Qadî Mihemed û serokên kurdan, Barzanî mecbûr mabû ko xwe ji Îranê vekiþîne. Hukûmeta Îranê dixwest wî û hevalên wî êsîr bigire û wan bêçek bike. Lê Barzanî û hevalên xwe teslîm nebûn. Malbat û zarok vegeriyan Baþûr û Þêx Ehmed û serokeþîrên din ji teref hêzên dewleta Iraqê ve hatin êsîrkirin. Barzanî û 500 leþkerên xwe di nav þerîda her sê sînoran de man û derbasî Iraqê nebûn. Çaxê hukûmet bi wan hisiya, dor li wan girt. Peyman bi Turkiyeyê re jî çêkirin da ko derbasî wir nebin. Her wiha leþkerê Îranê jî li pey wan bû.
Li gorî lihevhatinê pêwîst bû ko teslîmî hukûmeta Iraqê bibin, lê wan ev bi cî ne anîbû. Hukûmetê ji hêlekê ve bi leþkerê bejî û ji hêla din ve jî bi balafiran êrîþ dibirin ser Barzanî û leþkerên wî. Ew pêþî derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Gundiyên kurd ew li wirê bi kêf û þahî himbêz kirin. Lê ew nikaribûn li wirê jî rawestiyana, ji ber ko leþkerê tirk jî dor li wan girtibû. Her wiha riya wan jî dûr bû û pêwîst bû ko bidomînin.
Çaxê ew di ser çiyayên Þemdînan re derbas bûn, bi þefeqê re tirkan êrîþ birin ser wan. Leþkerê tirk jî bi balafir û topan dor li wan girtibûn û ew xistibûn bin çemberê. Lê tevî vê jî leþkerên kurd bêzerar ji çembera tirkan filitîn. Ew di ser þerîda nav herdu sînoran de dimeþiyan. Îcar leþkerê Îranê jî dabû pey wan. Îranê fêm kiribû ko ew ber bi Sovyetê ve dimeþin û ji lewre jî leþkerên wan li Koturê pêþî li wan girtibûn û xefik danîbûn. Lê kurd bi hostetî ji vê xefikê jî rizgar bûn.
Li Makûyê mecbûr mabûn ko bi wan re têkevin þer. Wan ev biryar ji bo ko derbasî hêla Tirkan nebin û bi wan re nekevin þer dabûn. Di nav leþkerên kurd û Îraniyan de þerekî mezin çêbû. Leþkerê dijmin bi her awayî hat þikandin lê çar tekoþerên kurd þehît ketin û 15 kes jî birîndar bûn.
Dê ev meþa dirêj ko nêzî 350 kîlometreyê bû, ji Mehabadê dest pê bikira û di ser Þino, Rizaiye, Shapûr, Qotur, Makû û Agirî re derbasbûya û li sînorên Sovyetê bi dawî bihata. Barzanî û hevalên xwe di 10ê Hezîranê de gihîþtin Agiriyê û daxwaza penaberiya siyasî ji Sovyetê kirin. Hevalekî xwe ji bo vê daxwazê bi dizî þiyandin Sovyetê û ew bi xwe jî li gundekî kurd li benda bersîva Sovyetê rawestiyan. Lê leþkerê Îranê dev ji wan bernedidan. Ji bo ko zêde balkêþî neyê ser wan bi dijmin re neketin þer û ber bi Arasê ve meþiyan. Heke þer derketina, êdî pêwîst bû bi tirkan re jî biketina þer. Di rewþeke wiha de pêwîstî bi vê tune bû. Piþtî ko îltîcaya wan qebûl bû, di 18ê hezîranê de derbasî nav sînorên Yekîtiya Sovyetê bûn.
Navê Barzanî bi vê meþa dirêj û bi xeter kete dîrokê û di nav gelê kurd de hê bêtir belav bû. Êdî ew lehengekî gelê xwe û canfîdayê þoreþ û berxwedanê bû.
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-03-14 (5199 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |