XEWN A RENGÎN
XEWN A RENGÎN Ketibûm nav xewnek þêrîn;
Min ji xwe re dibû, gulek bi rengîn.
Bi min re, kenya bi lêv ên þekir;
Heþ û aqlê min, bi xwe re bir.
Bejna wê, wek dara bîhê;
Çav xezal bû, xwî þêrîn ê.
Hingî xweþik û bedew bû;
Bi heft dila, dil ketibûm wê.
Min bang kir wê; Lê qemer ê,
Tu kî ye ? lý va ra çi digerê ?
Xeml û xêza xwe, li ba dikir;
Dilê min, li pê xwe kaþ dikir.
Gulî hûnayî bû, rindê;
Taca zêrîn, li serê wê.
Li ser hespek î rewan bû;
Li dor wê, þewq û þemal bû.
Nûr, ji wecîyê wê difûrîya;
Tîrêj ên xwe, dabû gelya.
Dest ên xwe, dirêjî min kir;
Ber bi wê de çûm, ew ji min revya.
Min, dabû dû þemala wê;
Gul û gîha, girtibû navê.
Gah wenda bû, gah xuya bû;
Gelek þev û roj an, mam lî pê.
Min xwe di dît, li ser Sîpan im;
Dengê þahîyê, dihat guh min.
Govendek li dar ketibû;
Xecê û Sîyamed, di nav de bûn.
Mem û Zîn, ketibûn destê hev;
Dilîrandin, keç ên bedew.
Ehmed'ê XANÎ, ji wêde dihat;
Lê hatibûn hev, hozan ên hest.
Hunermend an, li saz a didan;
Helbest û awaz berdidan.
Hemdem an, meþale radikir;
Egîd an, deng bilind dikir.
Toz û dûxan, radibû ji erdê;
Bûka gelî, dihate ji wêd.
Hespa bin wê, dîs rewan bû;
Xêlîya li ser wê, ji heft renga bû.
Xwazgîn î yên wê, ji her cî - yan bû;
Ser û bin karwan, nexuya bû;
Bûbûn berbû, zarr û jin, mêr.
Dê, tev weled ên xwe hatibûn.
Min, xwe berdida ji ser sîpan;
Min dît, bûk bû ew þewqa han.
Ber bi wê de çûm, ew, ber bi min de hat;
Þahî, difûrya ji her cî - yan.
Gava kû, em hat nêzî hev;
Betal dibûn, awaz û def.
Gelî, heyirî û þaþ mabûn;
Ji ber vê heybeta, bi çeleng.
Nabêna me, tiþt nema bû.
Pozikê sola me, li hev dabûn.
Dest êm, bi xweber çû xêlîya wê;
Dengê def û zurne a, li ba bûn.
Ew bi xwe bû, a kû ez li pê;
Min dîsa pirsî, tu kî ye lê ?
Ji min re got;" Kurdîstan im"
Min, xwe j nû de dît e li dinê.
Min, himêzkir rengîna xwe;
Xewna min dît, ez kirim xwe.
Ez jî bûm xwedî maf, li dinê;
Gîham meqseda bavê xwe.
Bajarê Ezmir, 23. 05. 1998
Îsmet Dax ( Dað )
medicagyapim@hotmail.com
medicagyapim@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-11-16 (4527 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |