Aştiya 1964an û dubendiya kurdan
Şerê azadiyê hukûmet jî berdabû pêşberî hev. Di çileyê pêşîn de Arif di hukûmetê de guhertinên mezin çêkir û Baasî ji kar û barên hukûmetê bi dûr xist û bi vî awayî hukim bi tevayî xist bin kontrola xwe. Di hukûmeta nû de cî dabû kurdekî Nexşebendî jî.
Arif bi gotin aştî dixwast û "em dixwazin vî welatî bi birayên xwe yî kurd re par vekin" digot. Li ser daxwaza Amerîkayê, Cemal Abdulnasir û Ben Bella însiyatîf girtin û di 10ê sibata 1964an de şer rawestiya. Êdî Arif şer dabû rawestandin. Bêşik ev ji bo kurdan jî baş bû.
Li gorî şertên lihevhatinê dê di nava çarçoveya yekîtiya Iraqê de çareserkirina mafê neteweyî ya kurdan bi zagonên bingehîn bihata garantîkirin. Dê bi efûyeke giştî kurdên girtî serbest bibûna û dê malên wan bi paş ve bihatina dayîn. Dê "Wezareta karên Bakur" bibûna sîvîl û ji nû ve bihatina sazkirin. Dê karmendên kurd vegeriyana ser karên xwe û ambargoya aborî ji ser Kurdistanê rabûya. Dê her wiha komîsyonek ji bo zerar û ziyana Kurdistanê saz bibûya û tazmînata wê bida kurdan.
Barzanî weke prensîb ev peyman qebûl kir û ji bo şer rawestandinê biryar da. Wî li ser vê ji medyayê re weha digot:
"Em fersendekê didin hukûmetê da ko sozê xwe bi cî bîne û mafên me yên neteweyî têxe jiyanê. Ger ew li ser sozê xwe nesekinin, em dê ji mecbûrî bersîvê bidin. Bidawîanîna şerê çekdarî nayê maneya ko em dev ji çekan berdidin. Em dê li gora rewşê û pêkanîna şertên kurdan biryar wergirin."
Tevî van gotinan jî şer rawestandin lê vê peymanê di nav Partiyê de dubendî derxist holê. Îbrahîm Ehmed û hevalên xwe vê peymanê ji bo kurdan têr nedidîtin û doza otonomiyeke ferehtir dikirin. Li gorî wan rewşa cûntayê a niha ne baş bû û hêzên leşkerî jî pir qels bûbû. Pêwîst bû kurdan ji vê rewşê îstîfade bikira û şerê xwe dom bikira da ko otonomiya xwe bi dest bixista.
Ji aliyê din ve ji ber ko rewşa kurdan jî ne baş bû, Barzanî jî ne dixwest şer dom bike. Pêwîst bû ko kurd jî hebekî bêhna xwe berdin û pêwîst bû Kurdistana wêran bihata avakirin. Diviya ko girtiyên hepsan bihatina berdan û vegeriyana malên xwe û gundiyên kurd axa xwe biajotina. Li gorî Barzanî rewşa xerab a aborî pişta kurdan şikandibû.
Bêşik ev nakokî ne bi tenê ji rewşa niha derketibû holê. Nakokî çi bêje ji destpêka ketina Îbrahîm Ehmed a nav partiyê dest pê kiribû û car bi car di rewşên wiha de xwe nîşan dida. Lê dê ev nakokî bi vî awayî jî ne rawestiya û Ehmed û hevalên xwe roj bi roj ji Barzanî û şoreşê bi dûr biketina. Ew û hevalên xwe di kongreya 6 em de beşdarî civînê nebûn û li hember partiyê û Mistefa Barzanî dijberiya xwe eşkere kiribûn.
Ev nakokî di demeke kin de mezin bû û di nava herdu hêlan de şerê çekdarî dest pêkir. Îbrahîm Ehmed, Celal Talabanî û Omer Debabe serokatiya muxalefetê dikirin û her sê jî endamê polîtburoya partiyê bûn. Dê grûba wan di şer de zêde bi ber xwe nedaya û derbasî Îranê bibûya.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2003-03-14 (4989 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |