Derwêþ Derwêþ : Di Kurmancî de jî "Paþeroj" Durist e.
Di Kurmancî de jî "Paþeroj" Durist e. Mijara gotarê li ser bêjeya paþerojê ye; aya ev bêje di kurmancî de, dikare têgeha ( ayinde, dema bê, musteqbel ) durist diyar bike ?.
Kurdên baþûr û rojhilat tev, jibo vê têgehê bêjeya "paþeroj" bi kar tînin, lê hin din "pêþeroj" bi kar tînin. Ev rewþ zimanê me gelemþe dike.
Li ser vê mijarê, berî çend salan gengeþiyekê despêkir, min ji çend zimanzanan re xwend, ew ciwamêr ev bûn: Deham Abdulffetah, Brûsk Agirî, Samî Berbang, Keça Kurd, Sidqiyê Hirorî, Mustefa Reþîd.
Her yekî ji wan tiþtê li cem bû got û deng biliya, weku lihevkirinek peyda bûbe û ev jî hêviya xwendevanan bû. Lê vê paþiyê dîsa vê mijarê serê xwe hilda; min gotarek baþ ji M. Reþîd re li ser malpera "avesta kurd" xwend. Ji wê gotarê, mirov guman dike ku negihiþtine encamek rûniþtî û cihgirtî.
Pêþî : Ez dixwazim tiþtekî li gor xwe di vî warî de bibêjim. Armanca min ne rexne ye, ne jî nirxandin e. Bêguman nakokiyek di pirsê bi xwe de heye; jiber mirov bawer nake ku ev ciwamêrana bi kurdî nizanibin, yan rêzimanê kurdî ( kurmancî ) ji hev dernexin....
Mînakek ku nakokiyekê derîne û berçav bike. Baþe ku em mînakekê pêþkêþ bikim, bi rengekî wisa ku nakokiyê di bêjeyên ( pêþ / paþ ) de destnîþan bike. helbet mînak pir in, yek jê dikare eva jêr be :
0 - 0 Li ser çemekî barajek heye, golek barajê heye; em saloxê vê bidin:
0 - 1 "Em bi çem re dakevin; pêþî golek e, li paþ wê golê bedena barajê ye, li paþ bedenê .. "
0 - 2 Em karin bêjin : "li ser çem barajek hatiye avakirin, gol li paþ bedena barajê ye".
Ji 0 -1 Carekê me got : gol li paþ bedena barajê ye.
Ji 0 -2 Carekê me got : Bedena barajê li paþ golê e.
Ev nakokiyek e ; çawa dibe ku gol geh li pêþ barajê be û geh li paþ barajê be.
Jibo gumanên me dûr neçin, ev terzê nakokiyê di zimanên din de jî heye.
Heger em herdu hevokan wergerînin Erebî, ev wergerandin dikare bi vî rengî be :
إذا سلكنا النهر، في الامام يوجد بحيرة و خلف (بعد) تلك البحيرة جسم السد –
البحيرة هي خلف جسم السد.
Di Erebî de jî heman nakokî diyar dibe.
Egera vê nakokiyê di çi de ye?. Bêguman çend awa û rêbaz hene, ku mirov egerên vê nakokiyê diyar bike, yek jê ew e; ku mirov mînakan ji ziman bîne, wan vepexêre, ta ku mirov bigihêje encamekê û egeran binase.
Mînakek ji bo nîþankirina hêmanên hemberkirinê. Mirovek ji Dêrikê dibêje : "Rimêlan li pêþ Çilaxe ye û Tirbesipiyê li paþ Çilaxe ye"
Jibo em ji xwe re hesan bikin, em binerin; çi hêmanên vê hemberkirinê hene ?. Heryek ji wan çi rolê dilîze ?.
1 - Çavdêr ( yek ji dêrikê, bêjer - cihê bêjer giring e, ew xalek e ).
2 - þop ( riya qamiþlo-dêrik- rê, Þivîle ),
3 - pêþ/paþ ( têgehên van peyvên mijara me ye ).
4 - berpîvan ( Rimêlan, Tirbesipî- tiþtê em dixwazin cihê wê nas bikin ).
5 - qûç ( Çilaxe- pîvanok, reference ).
Bi kurtî. Berpîvana li pêþ / paþ girêdayî ye bi þop, qûç, û cihê çavdêr.
Bi gotinin matimatîkî : Berpîvan li pêþ/paþ = têkiliya ( þop, qûç, cihê çavdêr ).
Þop : 1 - þopê dualî ye; bêjer despêka xêzê nîþan dike. "rê, sedek erd,... "
Þop : 2 - tîrêj.e, liva li ser þopê yekalî ye; Despêka wê xwezayî be. " çem, dem... "
Qûç : 0 – nekeve pîvanê wek: ev cih li pêþ e.
Qûç : 1 – perçek an xalek ( rasteqîn an xiyalî ) ji þopê be. "li pêþ kîlomitra sedî, li paþ gir"
Qûç : 2 – heyînek li ser þopê be. "Li pêþ erebê, li paþ mirov".
Çavdêr : 1 - cihê çavdêr xalek e. "ji vir, ji ba min, ji amedê."
Çavdêr : 2 - cihê çavdêr dikare li ser þopê bilive. "Bi rê de em çûn, me ev dît û ev dît".
1 – qûç ji þopê ye. 1 - 0 - Pîvana li gor þopê Pîvan li gor þopa dualî – rê,.
Heger em bixwazin berpîvanekê himber þopê bi xwe binerxînin; ango himberkirinek bê qûç.
Du rewþ hene.
Heger çavdêr guman kir, ku aliyê ( 1 ) despêka þopê ye; jixwe - "çarkuç li pêþ e".
Heger çavdêr guman kir ku aliyê ( 2 ) despêk e, ji xwe - "çarkuç li paþ e".
Þopa yek alî çi ye. Þop ya livekê, hin bi aliyekî tenê ne, di folklor jê re dibêjin (riya çûn û nehatinê) wek dem, çem, temenê mirov... Siruþta van tevan ku bi paþ de venagerin. Li ser þopa yakalî despêk ( pêþî ) û dawî ( paþî ) yên wê þopê xwezayî ne û her yek ji wan diyar e, û li gor cihê çavdêr nayên guhertin.
Despêka çemê Ferat Bîngol e, despêka pirtûkê sernivîsa wê ye, despêka temenê min zayîna min e, dawiya þerê cihanî duwem sala 1945 bû. Di matematîk de, niwênerê van þopan tîrêj in.
Pîvan li gor þopa yekalî, dem , çem, xwendina pirtûkê, temenê mirov..
B - kîban / d - reqa
"Li ser çemê Ferat, kîpan li pêþ e, lê Reqa li paþ e."
Hergav weku cihê çavdêr li despêka çem be
Encam : pêvana li gor þopê berpîvana nêzî despêkê be, ew li pêþ e û ya nêzî dawiyê be, ew li paþ e.
1 - 1 - 0 - Pîvan li gor qûçekê (xalekê) ji þopê Sê bajar ( Tirbesipiyê, Çilaxe, Rimêlan ) li ser riya Qamiþlo-dêrikê ne, li gor wêneya jêr rêz in
Çavdêrê li seriyekî Mirovek ji Dêrikê dibêje : "Rimêlan li pêþ Çilaxe ye û Tirbesipiyê li paþ Çilaxe ye. "
Çavdêrê li seriyê din Mirovek ji Qamiþlo dibêje : "Rimêlan li paþ Çilaxe ye û Tirbesipiyê li pêþ Çilaxe ye. "
Çavdêrê li dervî þopê
Heger bêjer li dervî þopê be û despêka þopê ne nirxîne. Nema dibêje "pêþ / paþ" lê.
Dibêje : "berpêvana A li çepî qûçê ye û berpîvana B li rastî qûçê ye. "
Encam Ji mînakan em digihên van encaman.
1 – çavdêr gumana despêkê dike ( cihekî dipejirîne weke despêk ).
2 – çavdêr dibêje : "berpîvan li pêþ ( paþ ) qûçê ye", heger li gor despêkê, berpîvan ji qûçê nêzîktir ( dûrtir ) be.
Mînakek zêde
Têkiliya çem û mizgeftekê wek di wêneyê jêr de
Li gor çavdêr tê guhertin
Çavdêr li aliyê ( 1 ) ye, dibêje : "mizgeft li pêþ çem e. "
Çavdêr li aliyê ( 2 ) ye, dibêje : "mizgeft li paþ çem e. "
1 - 1 - 1 - Qûç xal e, þop tîrêj e, yekalî ye Xal ji ser þopa tîrêjê :
B - kîban / c - cerablus / d - reqa
Li ser çemê ferat, "Baraja kîban li pêþ baraja Reqa ye. "
"Bexdad li pêþ Besra ye û Besra li paþ Bexda ye. "
Encam : Her xalekê li ser þopa tîrêjî (yekalî) berê wê li despêka þopê (tîrêjê) ye.
Çavdêr li kû be, despêk nayê guhertin û tîrêj jî wek xwe dimîne.
Ev hemtayê tîrêja matematîkî ye.
Bi Kurdî "xala ( c ), li pêþ xala ( d ), ye û li paþ xala ( b ) ye." Bi zimanê Erebî û yên din jî wisa ye :
نقطة ج قبل النقطة د ، وبعد النقطة ب
Encam Xalên ( qûçên ) li ser þopa tîrêjî weku riwên wan li despêka tîrêjê be.
Li pêþ qûçê, berbi despêkê ve ye. Li paþ qûçê ber bi dawî ve ye
Mînakek zêde "paþ roj"
Roj ji tîrêja demê qûçek e; ji qûça ( roj ) berbi despêka demê ve, ew li pêþ rojê ye, ( pêþroj ) e. Ji qûça ( roj ) ber bi dawiya demê ve, ew li paþ rojê ye; ( paþro j ) e.
Duþem li pêþ sêþemê ye û çarþem li paþ sêþemê ye.
2 – Qûça bi rûber li ser þopê ye. 2 – qûça bi rûber çi ye.?
Hemû qûç li jor, me li wan temaþe dikir, weku xal an qûçên bê rûber bin. Wek darek, kevirek û heta gir, çiya, ko nîþanên þopê ( rê ) ne, tevî hin ji wan rûberê wan yê xwezayî jî hebûn. Wek bajarê Çilaxe, mirovekî pir dûr ku em rûberê wî nanasin. Çavdêr bi çavê xalekê li wan temaþe dikir û erkê nîþankirina þopê dispêre wan xalan.
2 - 1 - Li ser þopek dualî
Nîþankirin Mirov, erebe, çem, ajel. Rûberên van xweristî ne.
Erebe qûç e, berpîvan sêkuç û çarkuç in
Riwekî qûçê :
Çavdêr li kû be; her wê bêje : "sêkuç li pêþ erebê(qûçê) ye û çar kuç li paþ erebê (qûçê) ye."
Riwê dinî :
Heger berê erebê 180 pileyî zîvirandî be. Tiþtên li pêþ ( paþ ) dibin li paþ ( pêþ ).
Ev nirxandin, ne bi cihê çavdêr û ne bi liva qûçê ( erebê ) ve girêdayî ye.
Encam : Ji nimuneyan diyar e, kîjan berpîvana berê qûçê lê be, ew li pêþ qûçê ye û ya piþta qûçê lê be ew li paþ qûçê ye.
Têbînî: çavdêr dibêje: dijmin hatin, min xwe avêt piþt gir ( darê, kevir; erebê ).
Çavdêr li gir bi çavê kozik û çeperê temaþe kir, berê kozikê li dijmin e û ew di paþ kozikê de ye. Bandora mitirsiyê li rewiþta mirov heye; dijmin ( mitirsî ) despêka þopê ye.
2 - 2 - Þopa bi rûber, qûça bi rûber ( tîrêjî ). Heger li ser çem barajek hebe û ev baraj golekê çêdike. Em fêrbûne ku gol û baraj bi hev re bin. Baraj bi rûber e. Kurd dibêjin: "Beden li pêþ golê ye û gol li paþ bedenê ye."
Gemî :
Li ser çemê ferat gemiyek diçe ber bi Bîngolê ve, ji wêneyê hûn dibînin, berpîvana ( b ) li pêþ gemiyê ye, û berpîvana ( d ) li paþ gemiyê ye.
2 - 0 - Liva li ser þopê : Erebe li ser riyekê diçe, an darek li ser ava çem diherike; mirovek di demê de mezin dibe. Paþ ew cihê livok tê re buhurîne, pêþ ew cihê livok dûvre wê tê re bibuhurin.
Bi giþtî : Pêþ / paþ têkiliyek e, di navbera berpîvan û qûçekê de ye, herdem bi tîrêjekê ve tê pîvan. Heger þop ne tîrêj be jî, dîsa guman dibe ku despêk û dawiya þopê heye û bi çavê tîrêjê lê tê temaþe kirin.
Du rengên hemberkirinê hene : 1 – Li gor heyîneke li ser þopê ( ne ji þopê ) bi rûber. - Hêla riwê heyînê, ew pêþ e.
2 – Li gor þopê û xalên þopê – rûberê xalê an þopê li despêkê ye. Ango hêla despêka þopê, ew pêþ e.
Puxte : Rûberê liva xwezayî ya heyînên li ser tîrêjê vajî ( hevdijî ) rûberê liva tîrêjê bi xwe ye.
Mînak : Em ji newrozê sê mehan dûr in.
"Piþtî 3 mehan emê bigihên Newrozê" – em livok in, ber bi Newrozê ve diçin
"Piþtî 3 mehan Newroz wê bê". - Dem ( xala Newrozê ) livok e, ber bi me ve tê.
Dilopên ava çem, heyînên di demê de... Bi alîkî ve diçin, vajî vê newala çem, dem.. bi aliyê din ve diçe.
Encama dawî : "Berpîvan li pêþ qûçê ye heger riwê qûçê li berpîvanê be, paþ zîvirandina rû ye bi 180 pileyî."
Despêkê me mînakek nakokiyê anîbû. Li vir diyar dibe, ku ew nakokiyek sexte bû. Lê derbirîna durist ji berpîvanekê re li ser du tîrêjên riwên wan beramberî hev bûn. Li gor tîrêjekê berpîvan li pêþ bû û li gor tîrêja din li paþ bû. Ev jî nirxandinek locîk e û ev þêweyê nîþankirin û derbirînê di hemû zimanan de yek e.
Hin têbînî : 1 - Teyoriya Eniþtayn : Pêþî em bêjin ku li gor teyoriya Eniþtayn guhertinên dem, cih û giraniyê bi leza gewd ve girêdayî ne; lê guhertinên pêktên li gor lezên li ser zemînê, ewqas piçûk in ku tu terazû nînin, wan guhertinan karibin bipîvin, ji ber vê jî mirov bîra wan nabe û di hiþê wî de nameye û nabe ziman û þêweyê derbirînê.
2 - Tîrêj niwêneriya cih û demê dike : Ji hêla wateyê ve dem û cih ji hev cihê ne, lê ji hêla matemtîk û bîrsayî ( locîkê ) ve ( þêweyê têkildariyê ve ). Tîrêj niwêneriya herdiwan dike. Taybetmendiyên tîrêjê yek e; çi niwêneriya demê bike an cih bike. Dem tîrêj e; wek tîrêja cih ku dûriyekê tenê nîþan bike. Çep û rast yên tîrêja demê nînin.
3 - Hemû qûçên ji demê : Li ser wê tîrêjê rûberê wan ber bi despêka tîrêjê de ye ( dem himber me tê ). Sal, roj , meh, kêlîk, saet, milyon sal.
Hemû heyînên li ser tîrêja demê, ber bi dawiya tîrêja demê ve diçin.
4 - Liva li ser þopê : Cihê despêka livê ev despêka þopê ye; heger liv ber bi dawiya þopê de be, ew liv bi pêþ de ye. Heger liv ber bi despêka þopê de be, ew liv bi paþ de ye.
Pêþketin û pêþveçûn; ew e, ku ku liva ber bi dawiya demê ( þopê ) de pêkhatibe. Paþketin vajî pêþketinê ye.
5 - Rûyê livê: Paþverû : ew heyîna ku berê wê li despêka þopê be. Pêþverû vajî paþverû ye.
6 - Hevalkar û navdêr : Ev xort li pêþ e. Qûç negotî ye, ji mijarê diyar dibe.
Mîrê botan got : ( Kurdîtiya Xanî li pêþ e. ). Li gor kesên dema Xanî, lê îro ( Kurdîtiya Xanî li pêþ bû. ).
Pêþ, paþ hevalkar in, lê pêþî û paþî navdêr in. Nîþan in, ji bo cihekî ( demeke ) taybet.
- Þahiyek e, em ji xort re dibêjin : "Piþtî þahiyê paþ xwe paqij bike". Ango xanî paqij bike.
Lê heger me jê re got : "paþiya xwe paqij bike"; ew dikare gumana tiþtekî din bike.
- Erdê beyar li paþ terektorê mehêle. Hevalê xwe li paþ xwe nehêle.
"Rojên pêþî ( yên ) adarê" ( yek û ... Adarê ne ). "rojên pêþ adarê" ( rojên dawiya reþemê ne ).
Mirov dibêje "pêþî", jibo tiþtek li ber çavê me nêzîk xuya be.
Wek : "mirin li pêþiya herkesî ye".
Ji bo musteqbel paþeroj ( paþroj ) durist e. "Rojên bên" û "rojên li paþ îroj" herdu demekê wek dema musteqbel nîþan dikin. Musteqbel: dema ber bi dawiya demê de, ew musteqbel e.
Mînak : "ez bilez bi alî Amedê de diçûm, her bi her amed nêzîkî min dibû û bi aliyê min de dihat". Di vê rewþê de, weku ez na livim, lê amed dilive û tê.
Mînak : "roj wê bên, emê tê de serfiraz bin" - rojên tên ( bên ) musteqbel e.
Paþeroj peyvek hevdudanî ye. Ji peyvên ( paþ ) û ( roj ) avabûye.
Roj xalek e, ji tîrêja demê ye. Yek taybetmendiya ( roj ) ê tenê heye; ew e, ku demek rût e. Ne giranî û ne dûriyên wê hene ji bilî dûriya demê. Wek diyar bû, rûberê vê xalê li despêkê ye; { ji ( roj ) ê ber bi dawiya demê ve, ew li paþ wê ( roj ) ê ye.}
Nûbihîstî Peyva hevdudanî cihê ye ji rehên xwe. "Musteqbelê min li paþ deh salan wê diyar bibe" - Sibe ne ji musteqbelê min e, lê sibe li paþ îro ye !.
Em li paþerojê temaþe dikin li gor peyvên wê yên bingehîn. Ne weke têgeheke nû afirandî, nûjen.
Peyva ji du rehan, wateyek nû distîn e, hinekî cihê ye, ji herdu wateyên ku peyv jê peyda bûye. Ev ji peyva musteqbel ya Erebî jî diyar e. Bi demê re, ew peyv jiyaneke xwe ya taybet dijî, wateya wê li gor wê pêþ dikeve û tê guhertin.
Mînak : Peyva "serserî", wateya wê hatiye guhertin. Melevanê xwe ser serî davêje avê, an pehlewanê li ser ben ser serî dilîze; ev mirovên han "ser serî" ne, lê ne "serserî" ne.
Tevî îro, çar tiliyên ( guliyên ) sêgulîkê hene, hîna jî jê re dibêjin "sêgulîk" û navê naguherin "çargulîk". Wisa jî, heger keçek sê guliyên wê hebin, ne ji mafê kesekî ye, jê re bibêje: "sêgulîka min".
Paþguh, zi ( k ) gurd, berçav, navmalî, kevanî... Ev peyvên hevdudanî em wan li gor têgeheke serbixwe dixebitînin.
Peyva paþeroj, peyvek e, di kurdî de têgehek pê ve hatiyê bestin. Ev têgeha paþerojê cihê ye ji têgeha ( rojên paþ îro ); weku têgehên ( serserî, sêgulîk,... ) Cihê ne ji têgehên (ser serî, sê gulîk,... ).
Durist e, ez bêjim : "paþeroja min piþtî salekê ye"; lê ne durist e, ez bêjim " rojên min yên paþ îro piþtî salekê ne".
Paþeroj di kurmancî de peyvek nûbihîstî ye, ji hêlekê ve, em peyvin biyanî dixebitînin, yan jî jiber ku em têgeha musteqbel bi peyvên wek "li pêþ min, li pêþ filan.. " diyar dikin, jibilî vê jî - ji sedemên nas - xwendina me ya kurdî kê me. Ev sedem tev dihêlin ku peyva "Paþeroj" ji me re nûbihîstî diyar bibe û li guhê me giran be.
Çi peyva niwêneriya têgeheke nû bike û têkeve zimanekî, nûbihîstî ji wî miletî re diyar dibe, bi demê re hogirî wê peyvê dibin. Peyvên ( serserî, sêgulîk,... ) Despêkê nûbihîstî bûn û bi xebitandinê mirov hogirî wan bûye.
Zimanê gel e, peyva li gor rêzikên awarte. Wan nivîskarên navên wan li jor buhurî, diyar kirin ku peyva "paþeroj" Feqê Teyran bikar aniye, hem jî ferhengên kurdî paþeroj wateya musteqel nîþan dike, zêdetir li baþûr û rojhilatî kurdistanê dehên salan e, tê xebitandin; di heman demê de peyva pêþeroj ji bo (musteqbel) nehatiye xebitandin. Bi gotinin din paþeroj cihekî xurt girtiye.
Ziman yê gel e; peyva cihgirtî di ziman de, heger ne li gor rêzikên rêziman jî bin; di ziman de dimîne û dibêjin : "ev peyv ne li gor rêzikên ziman e".
Paþeroj jibo musteqbel durist e, ji hêla ziman û locîkê ve durist e û di zimanê kurdî de cihgirtî ye.
Derwêþ Derwêþ Ziman@postmaster.co.uk
06. 01. 2007
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-01-06 (4383 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |