Xewnê
Xewnê Xewnê þêrînê,
çiqas xweþî,
gava tu li van
çend hezar
kîlomitran
na pirsî
ne…çol,
ne…rê…
ne…çiyayên qûmê
û
ne deryayê birînê…!!
Xewnê þêrînê,
çiqas xweþî,
li nav zarokan
tu min datînî;
li nêv lîstikên
{Jîn û Hînê},
li hembêza odê;
li warê dê û bavan;
xwiþk û
bira û
Nesrînê…!!
Xewnê,
bilindê,
buhayê,
ma tu baskên {Buraqêyî} ?
þevekê min bi yezdanan ve
digehînê..?
û laleþê seredan dikim…!!
Li nêv gul û
nêrgizan;
li hewþa xwe,
nexþê dûriyê,
bi min diwênînê…!!
Þevbuhêrkek li gel yarê,
em vêketî ne
li ber kaniyê,
perwanan li xwe dicivînin;
bilbilê welêt
ji hêlînê bi þadî difirînin…!!
xema gula bihriyê;
ew jî weke me dixwînê…!!
Xewnê þêrînê,
bela salmidêr tu xewn bî,
bela buhar
ji awira te ne reve,
bela dîrok û dem bibeze,
bela perde biçire,
bela cawê reþ
ji ber çavan birize…!!
Bela xewnê þêrînê;
rewrewka dildaran
bibe deryake evînê …!!
bela {Sitî xatûn}
li gel {Tacidîn} agirê keserê,
bi kîlomitran ve dînê…!!
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-03 (4970 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |