Mijûlî
Mijûlî Ev bû deh sal,
Helbest
li ser danê te dijî…!!
Ew bû temen,
hebû jiyan,
hebû evîn,
serxoþî ,
sermestî
û mijûliya
hiþ û mejî …
Kengî awir
bû nîviþk,
bû þeþreng
matmayî ma
li lîska hesp û
fîl…!!
Hew dest
bi tihna hev gihan,
xewnerojkên serbest
beziyan buhiþtê…!!
li ber destê ZERADEÞT
þikandin sistema dûriyê,
çirandin
pelên mitr û mîl… !!
Hogirî hat sema,
riwê te sor û sipî veda…
sê reng
ji wan dêmên te,
kanî, solav û buhar
dipîvan…!!
Havîngeha Cezîrî
dergeh vebû,
hîva mêvan
ronî da ber derî…
Fermo
nerîn bazê,
wekû mujda evîn
ji aso diyar kir…
li gulîstanan,
li çîmen û zevî,
li zindanan…!!
Piþkojên dildariyê piþkivîn,
Keleka te giha peravê,
Û þoreþa helbestê
hêmin ne bû…!!
jîn tev bibûre,
xwîn ziwa bibe,
ji gorê wê ronî bide… !!
12. 03. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-03 (4887 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |