Dîlber
Dîlber Zengilê evîna te
dengê wî
bi hênkaya þevê re
Þivanekî
weke min herdem þiyar
agehdar dike….
ji nav wan darên
Serê kaniyê,
ji ber wê ava sar,
ya ko dilê me herdiwan
dike nav çavê gulekê…
dike pênûsa helbestvanekî,
peyv bi peyv
li buhara dildaran
belav dike…
dasîtanên þeva qedrê
û gihandina yezdanan
bi stêrk û
morîkên sînoran dirêse…
Kenê perwînan
bakur û baþûr
bi me dide zanîn..
Li hîvê binere
û pirsa evîndar
ji ergewaniya lêvên xwe bide…!!
bide cama tenik,
bide destên nazik,
dirêj bike
dibe bigehê destê min
tev bide
tihna dilê xwe
û hêviyên pêk nehatî
bike xunav
li rûpelên baweriyê
bike polik
posta me niha bayê hênike…
gava tê,
gava diçe
û gava me
li gunehan hay dike…!!
Diramînim
çendî em dimeþiyan,
çendî em dibeziyan,
û çendî em
li hev dibaniyan …
li ber ba û baranê,
bi wan hestên gulgulî,
bi movikên çîroka evîna me
li ber dîmenên buhiþtî
xalên seyrangehan
û çavîkên ava xweþ
ko ji kaniya dilan vêketî ne…
Her ko em mezin dibin
bibilê evîna me
gulsalekê ji xwe re dibe…
û her ramûsanên rojan
li dêmên temen pir dibin;
sorgula hinarkan bêtir geþ dibe ..
û her em
ji hev dûr dibin
em dibin rok û hîv
û evîna me dibe xak
dara miradan
li ser þîn dibe…. !!
10. 04. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-03 (5032 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |