Hevala Min
Hevala Min Li bende berbangê,
roniya sozê
û nerîna peymanê
hevalê …
hevalê …
Kengî
ew dara
em civandin
wê qîrîn bike stranê?
bayê hênik
çarika bûkaniyê
ji ser riwê te rakê?
Û heyva çarde þevî
hêlîna me
li sîwana xwe ava bikê?
hevalê …
hevalê …
Kengî
li fala fincanê
zar û zêç bêne dîtin..?
û þevîna laleþê
perestina "feqîr û evdalê"
bihêre
evîn û kela germ
li dilê buhiþtê …!!
Çem û çem
firiþt rê bidin me…
û sawîrê hezkirinê
li ser gulên evîndar,
li buhara em
lê bûn dost û yar
asîmanekî vegirê,
hevalê …
hevalê …
Kengî
kew wê hev nekin dehfê?
bira ji bira kînê neke
û li hev bikin silavê …?
Ji wan darên cuda
þaxên
{Siyamend û Xecê}
bibiþkivin …?
Û tev li hev bibin
li pizanê yek malzarokê ..!!
mêrg û
çîmen
li ser dengê me geþ bibin,
êdî nêçîrvan nema ditirsînin
pezkovî û xezalê
hevalê …
hevalê …?
01. 12. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-03 (4818 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |