Xanim
Xanim Kī ji min pźk ve bi sitema* te qayil e?
fermanźn te sźlźn sor in,
dilź min li ser wan disincire..!!
li ber lepźn evīna te
jiyana min kilor e
piyala xwīngermiya min
li dūriya te
hergav difūre….
Li hola pūtperestiyź
tenź ji pźjna te
guldanka hestan rūgež dibe..
ma rewa ye em cangorī bimīnin;
xaēź peyamź* bi hustiwź me ve be…??
Nirxź pźximberītiya me
sūlavź derdan
ji kezebrežiya can
ne bi arzanī dadikeve ū diherike…!!??
Li bin dareke žīn
ēinvina ēavźn me bi hev re
kī dikare serdariyź li wana bike..?
ji me pź ve kī dīn
paldanź li ser derfetźn birēī
bi dirūna kźlan re pal bide..?
kī awazźn pelźn wežiyayī nagihź,
ko ji ber sitema payīzan
hźviyan bar dikin…!!?
Roj li Serdema ževistanan jīn bū….
Tu jī li buharan
rū bi evīn bū….!!
Ez jī weke te
ji pźldariya xewnerojkan
diveciniqim…!!
De hayź xwe
ji pījź li ser patika* peywendiya dil bike..!!
ēavbeloq e,
ne piyar e..*
di hūr ū pizūrźn felekź de
tźte kutan ū diēike..!!
Eger carekź em xilmaž bibin;
ne dūr e tirźn li me bibihūre..
ji vir de ez destźn te
li ser pūt ū peykerź pīroz dibīnim,
li min negire
evīna te birīn e,
ū birīna dūriyź li dil derba žūr e..!!
23. 05. 2005
Peyam : peyxam, name
Patik : pižta stūyź merov
Piyar : dilovanī, mehder
Rojavayź Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema wežana helbestź, 04 02. 2007
Ezīz Xemcivīn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2007-02-04 (5136 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |