Çîrokên çavan
Çîrokên çavan Çîrokên çavan
pir xweþ in…!!
gava li hev dicivin
û ji hev re dibêjin:
evîn bê me nagihê,
evîn bê me nakelê
û bê birajtin
bihin û dû pê nakevê.. !!
Çîrokên çavan
salixdana bêriyên hergav
hilî* di canan de
têne çandin…!!
Wek buhar û avê
yek nerîn dimeye…!!
War û hêlîn
li ser qeymaxê çîrokan
ava dike …!!
Çîrokên çavan
ta bi ta
tevna miradan dihûnin
bi hev girêdidin …
Çi xewn,
çi bîranîn,
yan peyman û sozbirîn,
rasterê zimanê çavên evîndar
peyvên heyvan
bi dilan dide zanîn…!!
Ev buhar û evîn
civanê çavên gulê û pinpinîkê
dem bi xêr be…
bersiva çavên hîvê
ji çavên rokê
dil bi dil li hevûdu dinerin ..!!
Bi çavin zelal
bînahî li pertûka ramanan diçêre…
deþta çavên evîndar
bi þahiya xwe
rojan li temen nahejimêre
Hilî : Dijî Virnî ye, berî çaxê tê
21. 03. 2001
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-22 (4718 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |