Karwan Helbestên Pirtûka Helbestinê Mijokê, li vir qedîya.
Karwan Li ber çavê min
ey Helepça pakrewan
çi dîmen e?
Di dîroka Kurdî de
ma tu tenê yî?
yan giringtirîn kuþtar tu wî...
Ne cîhan û ne mirovatî
Dikarin aniya xwe
li pêþ gulên te yên çilmisî hildin.!!
Dilên ziwa bê rewan,
bûne peyker
kew di rekehan de pûç bûn.
Navê Helepça li kê bû
destê xwe li wênekêþan bigire,
û peyva "la hewle we la"
berî her bihnê
bi "Siyanîd û Sarîn" re*
bi rê ket…
Dûmana mirinê
suxte û pertûk dane ber bagerê..
Dêr, keniþt û mizgeft neman parastgeh in!!
Kîmya çî ye?
bawer bikin hîn dilê þofîniyan
hênik ne bûye!!
Kîmya çî ye?
Sibeha hênik û êvara hêmin
Endelîb û Þalûl awazan dixwînin:
"dilo melûlo lo dilo…
dilo bêçare lo dilo"
Ne Çivîk firiyan,
ne awaz û lîstik liviyan
"Heger gotin ji zîv bin, ne gotin ji zêr"
ma ev li Helepça jî tê gotin..?
Delala min
ba nema,
gotin neman
hewara bêdengiyê dîl bû..
Gulên sor pûç û zer bûn.
ax, av, ba û rok
Hîroþîma…
Hîroþîma…
ne ev ma,
û ne ew ma!!
Pênûs ziwa bûn,
bihna mirinê li koz û þikeftan û li hêlînan
bela bû…
her kes, her tiþt û her peyv
bi dar û leman re ziwa û pûçbûn…
Karwanê pakrewanan
li ser "pira sîratê"
wek pertûk û alan pîroz in…
Li çi rûpelî geþ bûn, berbang in…
wisa bû ew dîmen…
pênûsa min dîrokê ji bîr neke…!!
Siyanîd û Sarîn : du xazên kîmya
16. 03. 2003
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-22 (4429 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |