Nas Nema Min ! . . .
Nas Nema Min ! . . . Ez xortekî pir delalim
Ji warê baz û şêran
Xwedîyê şapik û şalim
Serpelekim bi nîşan
Bi hirs û hêz û alim
Li deştame û li ser çiyan
Her dem û çax di bakim
Bi navê Kurd û Kurdistan
Çê bûma ji çiya yê zaxros
Ji cudî û ji gera
Ji agirê cejna Newroz
Bi çekûçê destê Kawa
Hemberî ar û bahoz
Pêşve di çim ser bixwe
Xwîna sor peyman û soz
Bo warê jîn û aza
Ezim kurê guhderzim
Nevîyê çiya ez hatlîma
Ezim Selar û Deysem
Neyrî û Mîtanî me
Gurzên di destê Restem
Şêrgohê bengînîme
Şervanim ji rojhilatim
Perwerim ez mîdîme
Endamê Yêzdîn Şêrim
Vî warî ez şîn deme
Dinav pît û agir û rim
Ji xwîne bav û kele me
Tu car ez neyim sotin
Ne biçilo ez pole me
Eyin wek şev û rojê me
Jiyanim her dem heme
Welatê min xweş zozana
Bihişta bi mêrg û kehnî
Tev nêrgiz û çîmen
Benefşên erxewanî
Gul û sosin û rîhan
Şelûlan hêlîn danî
Her ezim ewê sergovaz
Hilbesta bilbil danî
Tovê jiyanê min weşand
Bi anîna Mem û Zînê
Vîyanê mê pêre di keyand
Bo Ferhat û Şêrînê
Navê Xeç û Siyabend
Kir haveynê evînê
Sebra dila min, di çand
Di nav kesên dil birînê
Her ezim ewê nêçîvan
Xwedyê kaw û qumrî
Ezim pele û şivan
Bi bilûrek gelîrî
Ezim ewê torîvan
Dîwena eşqê danî
Her ezim ewê pêlewan
Tirs û suhin bi xwer tanî
Lê çibkim eyro felek
Li min bêbext û xayin
Pêçeya bend û xelek
Li vî warê minî tev zengîn
Perçe kirye pare par
Van gurên har û dev bixwîn
Lê tucar ez nayêm helak
Berdewamim ji jîn û vîn
04. 04. 2007
Royarê Tirbespîyê
Başurê Kurdistan - Bajarê Duhok
Barzan Behran Mirad ( Royarê Tirbesipî yê ) http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2007-04-04 (4796 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |